Di pêvajoya nû ya li Rojhilata Navîn de siyasetên dewletên heremê
- Guhertinên dawî û cîranên me yên nû (Emerîkî)
- Guhertina rola stratejîk a Tirkiyê
- Modela Bosna-Hersek û Kurd
- Derbazbûna dema xebata îllegal
Ev konferans di demek gelek giring de pêk tê. Kevir û berdên ku dorberê Kurdistanê girtîbûn û Kurdistan kirîbûn zindan, ev çend mehin ji cihê xwe liviyan. Êdî kes nikare kevir û berdên ku ji cihê xwe liviyane, duwarê ku rûxaye, rast bike û têxe şûna xwe ya berê.
Lê dîsa jî xeziya ev konferens ne li Amsterdamê, lê li Hewlêrê, li payitextê Kurdistana Azad pêkbihata. Ber ku di destpêka sedsala 21an da dîroka gelê Kurd niha, êsta li başûrê Kurdistanê da tê nivîsandin. Dijminên gelê me, neyarên gelê Kurd hewl didin, dicivin, berxwedidin ku çerxa dîrokê şunda bigerînin. Ev hewl, ev berxwedanên neyar û dijminên gelê me êdî bê feyde ne.
Ji Mehebad û Kermanşan heta Sêwas û Rûhayê, ji Agirî û Dêrsim heta Qamişlo û Barzanê, ji Xaniqîn û Silêmanî heta Amed û Gencê, Kurdistan ev 200 salin bi seranser wêran bû. Kurd bi sedhezaran şehid dan, bi milyonan însanên me ji warên bav û kalan hatin dûrxistin. Bi milyonan zarok û mindal sêwî man, bi sedhezaran dayîkên me reş girêdan û şîngirtin. Qewlên bi dehhezeran keç û xortên Kurd ne gihîhiştin cîh.
Lê ewqas êş û azab, cefa û êşkence wala neçûn. Ala Kurd û Kurdistan niha li başûrê Kurdistanê li her derê, ji parlamena Kurdistan heta parêzgeha bajaran, ji nehiyan heta gundan li dar e. Pêwiste em, ev destkevtiyên dîrokî wek çavên xwe biparêzin û nehêlin ku dijmin û neyar destên xwe dirêjî wan bikin.
Li her demek dirokî da wek hinek qehreman û pêşewa, dîn û gêj, narsîst û xweparêst jî derdikevin. Qey Neron û Bîrutûs nebûna dîroka Romayê wer berdewam dikir? Elmanya û xasima Hîtlerê faşist û xwînrij nebûna, sedsala 20an dibû sedsala serhildan û berxwedana milletan, sedsala damezrandina dewletên netewî? Saddamê zalim nebûya, Silemanî, Hewlêr û Dihok sala 1991 rizgar dibûn? Ger îro Tirkên çavbirçî nebûna, li ser dijmintiya Kurdan û xwîna mindal û zarokan bazariya dolar û petrolê nekiriyan, Mendelî û Xanîqîn, Kerkuk û Mûsul ewqas hêsan di nav xakên azad da cîh digirtin; Kurdistan seranser azad û Kurd desthilatdar dibûn?
Baş e ku her qat û wext hem qehreman û mêrxasên xwe, hem jî dîn û gêjên xwe derdixwîne..
Sed sal berê dijmînên Kurdan, ji Kurdan jîrtir bûn, Kurd ne li ser hev bûn, belav û sistbûn. Ji ber vê jî Kurd windakirin û Kurdistan bû çar beş, çar perçe. Niha sed sal şunda, didu (2) ji dijminên me, Saddam û karbidestên Tirk, şaşiyek gelek mezin kirin. Ji ber şaşiyên Saddam û Tirkan Kurd bi qezenc derketin.
„Yan Kurdistan, yan Neman“ bû şiar, nîşan û parolaya Kurdên başûr. Di salên 90î da Kurd, di nav çeperên dijminan da pencereyek vekirin; deng û hawara xwe gihandin cîhan. Îro, deh sal şunda cîranên Kurdan êdî ne tenê rejîmên dagirker û neyar in, her ûsa Amerika ye jî. Ev jî tiştek nû ye û bo Kurdan gelek baş e.
400 sal in ku dijminan Kurdistan çeper kirine, senger û noqtayên kontrolê li dorberê Kurdistanê danîne. Ji 1639an, ji Qasr-i Şîrînê vir da, piştî Komara Mahabad’ê, ev cara duduyan e, ku gelê Kurd dikare sînor, tixûm û çeperên dijmin û neyaran biçirîne û dengê xwe bê qeyd û bend bigêhîjinin derva.
Kurd êdî şunda ne mecbur in ku li payîtextên karbidestan, li Enqerê, li Tehran û Şamê meqerên xwe vekin, bona ku ji cudayetiya dijminan feyde bistînin û rêyek bo derve vekin. Ev guhertinên dawî îmkan didin Kurdan ku têkiliyên xwe di nav xwe da baştir bikin û dijayetiya hevûdu nekin. Dîsa ev guhertinên dawî imkan dide, rê dide ku Kurd siyaseta xwe eşkere û bê tirs pêşvabibin.
Hem Kek Mesud, hem jî Mam Celal, ev çend meh in hemû plan û dekûdolabên neyaran pûç kirin. Pêwîste niha şunda jî bi mesûliyetek herî bilind û mezin berpirsiyariya xwe bizanin û bo maslahata gelê me bixebitin.
Civînên serkirdayetiya her 2 partiyan, civînên parlamena yekgirtî, bîryara hukumeteka hevbeş, bîryar û kiryarên pîroz in. Pêwîste em hemû piştgiriya vê prosesê, vê pêvajoyê bikin.
Niha şunda pewîste Kek Mesud Barzanî û Mam Celal Talabanî hem bo berjewendiya Kurdistana Başûr, hem jî bo seranserî Kurdistan bifikirin.
Ger ev her du serokên hizb û partiyên Kurdan, Kek Mesud û Mam Celal, piştî 40-45 sal cûdayetî, qedrê hevûdu û qedrê Kurd û Kurdistan bizanin, dikarin di dîroka Kurd û Kurdistanê da rolek mezin bilêyîzin. Berdewama dijayetiya salan ne tenê bo her du partiyan, her ûsa bo hemû gelê Kurd û perçeyên Kurdistan xeter û xeletiyek herî mezin e. Pêwîste yek ji wan wek mamê me, yê din jî wek kekê me bimînin.
Kurdistana Başûr, bi parlamento û hukumet, bi sîstema aborî, dadî û îdarî, bi dezgehên asayîş, bi polîs û leşger, kî çi dibê bira bibê, bi xwe de facto dewletek e, dewletek bê îlan kirî ye.
Ger Efganistan, Tirkmenistan û Ozbekistan; ger Gurcistan, Ermenistan û Azerbeycan; ger Kongo, Ruwanda û Nîjerya; ger Filipîn, Malezya û Endonezya dewlet in, Kurdistana me, Kurdistana Başûr bi dehan car ji wan dewlettir e.
Pêwîste hemû Kurd, xasima Kurdên Bakûrê Kurdistan hurmeta xwîşk û birayên xwe yên başûr bigrin; nehêlin ku kes wana biêşîne, devdirêjiya wan bike.
Siyaseta dewleta Tirk li beramberî Kurdan da pûç bû. Çavbirçîtiya wan, neyartî û dijmintiya wan beramberî Kurdan, bo Kurdan baş bû. Ev cara yekan e ku Tirk şaşiyek baş û bo qezenca Kurdan kirin. Ev şaşîyê Tirkan bo gelê Kurd pîroz û bimbarek be û xwedê Tirkan bê şaşiyên wilo nehelê!
Cîranên me yên nû, Emerîkî, ku her roj zext li ser Îran û Suriye zêdetir û hêztir dikin, ma Tirkan re qet tiştek nabên?
Cîranên me yên nû, ku mucahîdên xelk a Îranê ra rûnîştin, ma nikarin bi PKK re têkilî çêkin? Nikarin Tirkiyê re bêjin, rê û olaxek bo xebata demokratik û çareseriya pirsa Kurd vekin? Ma Tirk bo çi bîrûbaweriya Kurdên me yên Botanê, ku ev 10-12 salin ku li Kurdistana Başûr da dijîn, li ser vegera ser axên bavûkalan, digrin?
Ger cîranên me yên nû, Emerîkî, sibê rabin û Tirkiyê û Suriyê ra daweyê sînor û hudidên, ku ev 70-80 sal in, şaş û xelet in, bikin, û wan re bêjin “we axa Iraqê bê qanûn dagirkiriye, pêwiste hûn van axan bidin Kurdistana Iraqê”, şaş e?
Walakirin û tehliyekirina Incîrlîkê û avakirina baregeyên leşkerî li Herîr û Hewlêrê tên çi manê? Ma wê demê rola stratejîk ya Tirkiyê nayê gûhertin? Ma ev ne nîşana destpêka demek nû ye?
Dîsa Kek Mesud bi serkirdayetiya PKK/KADEKê re rûne û îcazeta kar û xebatên siyasî bide KADEKê, wê ev bandora xwe nade Tirkiyê û Kurdistana Bakûr?
Kurdên Bakur, Kurdên Tirkiyê ne tenê barê xwe, lê belê barê Tirkan jî girtine ser milên xwe. Kurd hem bo azadî û rizgariya gelê xwe û welatê xwe dixebitin, hem jî bo demokratikbûna Tirkiyê.
Kurdên ku qedra Nazim Hikmetê Tirk dizanin bi sedhezar û milyonan in. Lê Tirkên ku Cigerxwînê Kurd nasdikin û qedrê wî dizanin bi dehan, an jî bi sedan in. Dîsa hilbijartina dawî, hilbijartina meha 11an jî ispat kir ku hêjmara Tirkên ku bi dilûcan bi Kurdan re ne, ne ji hezarî bêtir in.
Tirk, soyalistên Tirk bê problem, bê mişgûle piştgiriya Filistin, Çeçenistan, Arnavutên Kosova dikin, bi dilûcan dewletbûna wan dixwazin. Lê dema ku dor tê Kurdan hemû bi hevra, çi kemalist û sosyalist, çi islamî û laik, dijî Kurdan dibin yek, dibin şovenîst, nîjadperest û rasistên bê numûne. Ev ne tenê dijî daxwazên gelê me yê bakûr derdikevin, her ûsa dijî daxwazên Kurdên Kurdistana Başûr jî derdikevin, dev davêjin wan jî. Hemû bi yekgirtî dibêjin mafê Kurdan nîn e ku, dewletek avabikin; mafê Kurdan tûne ku bi şeweyek federalî di nav Iraqek demokratik û pirdengî da bijîn. Gora raya wan tenê rêyek pêş Kurdan de heye: Ev jî nîrê koletî ye, çi yê Ereb, çi ya Faris û Tirkan.
Di warê Kurdan de, di beramberî Kurdan de terminolojiya militarist, kemalist, islamist û sosyalistên Tirkan ji hevûdu ne gelek cûda ne. Ferq tenê di teoriyê de, di gotinan da heye, di fiiliyat û pratikê da ferqek mezin nîn e.
Îro, yên ku bo demokratîkbûna Tirkiyê û bo endametiya Yekitiya Ewropa (YE) berxwedidin Kurd û burjûvayên Tirk in, ne çep û sosyalîstên Tirk. Kurd, bo demokrasî û bo endametiya Yekitiya Ewropa dixwebitin, çepên Tirk dijî Yekitiya Ewropa. Kurd, îro hewcedarê Emerikî ne, çepên Tirk dijmintiya wê dikin. Bona vê jî pêwîste êdî herkes di riya xwe da bimeşe.
Pêwîste Kurdên Kurdistana Bakûr ji dîroka xwe, ji bûyerên dawî dersan derxin û hêz û qiweta xwe bo têkoşîna gelê Kurd, bo azadiya Kurdistan bikarbînin.
Îstiqameta Kurdan, qibleya Kurdan pêwîste ber bi Diyarbekir, Mehebad, Hewlêr û Qamişloyê be; ne ber bi Enqere, Bexda, Tehran û Şam.
Zalimên ku zilm û zordariya xwe zêdetir û zexttir dikin, yek û yek diçin. Ma ji Saddam hov û zalimtir kes hebû? Piştî rûxandina rejîma Saddam niha dor tê Îran, Suriyê û Tirkiyê; ber ku Tirkiyê rola xwe ya stratejîk winda kir û sînyalên guhertina heremê êdî ji Iraqa nû da tên.
Tirkên ku heta ber çend mehan qala „xetên sor“ dikirin û damezrandina dewletek Kurdî, Iraqek federalî, Kerkûk û berjewendiyên Turkmenan li beramberî Kurdan wek sedemek şer û dagirkirina Kurdistana Başûr bi navdikirin, niha qet qala „xetên sor“ nakin. Ev jî nîşan dide ku „xetên sor“ ya dewleta Tirk li beramberî Kurdan pûç bûn, ber ku Kurd siyasetek baş meşandin û her ûsa cîranên me yên nû li ser sinorê Iraq û Tirkiyê ne.
Tirkiye mecbûr e siyaseta xwe ya qirêj beramberî Kurdan bigûhêre. Yên ku naxwazin xwe bigûhêrin, tên gûhertin. Ne dûr, di demek nêzik da, di pêvajoya Yekitiya Ewropa da Tirkiyê, gavên ku alî teori û zagonî da avetine, alî pratîkê da jî bavêje.
Efûyek siyasî; bikaranîna zimanê Kurdî di radyo, televîzyon û medya yê da; vegerina ser gundan; hêsankirina xebata demokratîk û siyasî, firehkirina tixûmên mafên mîrovî hinek ji wan gavên ewlîn in, ku dewleta Tirk di mehên pêş me da bavêje.
Niha dem hatiye, Kurdên Bakûr dikarin di bin siya gûhertinên Iraq û Kurdistana Iraqê da bi hevra komel, partî û dezgehên demokratik û hevbeş avakin. Partiyek ku qibla wê Diyarbekir be û ji şaşiyên salên dawî dersan derxe, dikare di vê dema nû da di nav refên gel da cîh bigre û bibe lokomotifa gûhertinên demokratik.
Pêwiste Kurd li Tirkiyê niha şûnda wek Kurd derkevin meydanê û eşkere siyasetek Kurdistanî bajon. Êdî dema xebata îllegal û nehînî derbaz dibe, demek nû ya legal, vekirî û demokratîk destpêdike.
Dema ev „hizb û partiyên“, ku di bin siya illegalîtê û li paş perdeyên qalin, kemasiyên xwe vedişartin û hêjmara endam û aligirên wan nedigihêştin 50î kesan, buhûrî. „Ev hizb û partiyên“, ku nikarin komeleyek vekin û îdare bikin; „ev hizb û partiyên“, ku nikarin rojnameyek mehî û hefteyî derxin, lê bi riya internetê her roj Kurdistan azad dikin, derbaz bû.
Ger berpirsiyarên wan „hizb û partiyan“ bixwazin niha şunda rolek baş bilêyîzin, pêwîste dest ji siyaseta paş perdeyan berdin û derkevin qata legal û vekirî, bona ku pêşiya kar û xebata legal û demokratîk vebe; însanên ku têgihiştîne û niha durî siyasetêne têkevin nav govenda azadiyê.
Sedsala 20an, sedsala dewletên netewî û her ûsa sedsala serokên netewî bû. Her millet, her netew bo xwe hem dewletek damezrand, hem jî serokek danî. Di sedsala 21an da êdî dem û qata serokên netewî bihûrî. Êdî dema Seyd-ûl Reis Saddam û Esad’an, dema Kim Jong îl û Mugabe’yan, ku heta dijîn serok diman û paşê jî şûra xwe teslîmî kurê xwe dikirin, temam bû.
Li welatên peşketî û demokratîk da bi vê manayê serok nîn in. Serokên dewletan tên û diçin. Clintonê Emerîkî, Miterantê Fransî, nîşana azadîyê Mandelayê reşik hatin û piştî çend salan çûn. Sedsala 21an, sedsala mîrovên azad û xwebaweran e, ne ya serok, general û fermandaran e.
Di dawîyê da bi kurtayî dixwazim bêjim, ku Kurd li hemû parçên Kurdistanê, xasima li Başûr bo çareserkirina pirsa Kurd modela Bosna-Hersekê wek nimûne bigrin, wê gelek baş be. Komarek, cumhuriyetek desthilatdar bo Kurdistan û hukumetek hevbeş ku alî merkezî da sist e, cewhera vê modelê ye. Ev modela Bosna-Hersek, ku ji komarên Bosna-Hirvat û Sirban pêk tê, di bin çavlêdariya, garantiya Yekitiya Milletan (UN), Yekitiya Ewropa (EU) û NATOyê çêbû. Kes ji wan nikare, an ji heq û mafê wan nîn e ku li Iraqê dijî vê modelê derkeve.
Dîsa di dawîyê da hêvî û tika dikim ku, di demên pêş me, di payîzê da konferansek ûsa û hên fireh li payîtextê Kurdistana azad, li Hewlêrê, pêkbê. Pêwîste ev kar jî ji alî Partî Demokratî Kurdistan û Yekitî Niştimanî Kurdistan wek erkek demî û dîrokî bê qebûl û pêşvazîkirin.
Gelek rêz û silav bo hemû beşdar û guhdaran û gelek spas û rêz bo amadekarên Konferansê ra.