Serrûpel Hejmar 42, tîrmeh 2003

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Nirxandin

Fuat Akpinar: Dora Kurdistanê ye
Şahînê Bekirê Soreklî: Emerîka û nefreta li hember wê
Cankurd: Vesazandina cîhanê, û hişmendên emerîkî
Meşal Temo: Rewşenbîrî piştî herifandina pûtan
Zerdeşt Haco: Gotar li pêşangeha pirtûkên kurdî
Mehmet Şahîn: Gotar di civîna KNKê de
Lokman Polat: Xelatên edebiyatê
Polat Can: Xwezî pirsgirêk ev tenê ba!
Lokman Polat: Şer û siyaset
Fuat Akpinar: Diktator hemû newêrek û tirsonek in
Lokman Polat: Weşanên herêmî
Fuat Akpinar: Rojên dawîn yên xumeynîzmê
Fuat Akpinar: Rojên esadîzmê jî nemane
Fuat Akpinar: Serxwebûn


Rojên dawîn yên Xumeynîzmê

Fuat Akpinar: akpinar@t-online.de

Piştî jiholêrabûna rejima Sadam Huseynê terorîst, niha jî Amerîka dest bi haziriyan dike, ku rejima Îranê di pêşerojê de ji holê rabike û pergala Xumeynizmê jî têke çopa dîrokê.

Bi rastî, dibe ku hinek kes van bûyeran fêhm nekin jî, lê gelê Kurd bi jiholêrakirina dîktator û Terorîstan razî ye. Ji ber ku van dewletên tetrorîst li ser gelê Kurd pir birînên kûr hîştine, welatê me Kurdistan wek malê xwe û gelê Kurd jî ji xwe re wek kole dibînin. Li aliyê din, ew dewletên ji xwe re dibêjin misliman bi navê îslametiyê, dîktatoriyê dikin, yên terorîst ew in û heta niha ji bilî feqîrî û belengaziyê tu tiştekî din nedane gelên xwe jî. Loma kî dibe bila bibe, eger ew wan dîktatorên bêkêr û beredayî yên li Rojhilata Navîn ji holê rabikin û bavêjin çopê, em Kurd razî ne.

Ew kesên ku dibêjin, Amerîka û Îngilîs ne misliman in û divê misliman alîkariya wan nekin, sextekar û derewçî ne.

Ewên ji xwe re dibêjin misliman û bi navê mislimantiyê li gelê Kurd xerabiyên mezin dikin, bi navê mislimantiyê sextekariyê dikin, barbar in, xwînxwar û bê esil in, tenê berjewendiyên xwe yên şexsî diparêzin.

Wan mislimanan çima di tengasiyê û qirkirina li hember gelê Kurd de dengên xwe dernedixistin û ji qirkirinê re ne digotin na. Wan mislimanan vajayî wî tiştî dikirin; ji jenosîd û qirkirinê re digotin erê.

Di Rojhilata Navîn de tu tiştek ji bo îslametiyê nayê kirin û navê îslametiyê bi siyaseta sextekar û derewan hatiye xerab kirin.

Gelê Kurd her dem li hemberê îslametiyê durist maye û tu carî ji îslametiyê re îxanetî ne kiriye. Lê belê, yên ji xwe re dibêjin ew îslam in û 22 dewletên bi navê îslametiyê avakirine, li hember gelê Kurd her dem îxanetî kirine û hên jî îxanetiyê dikin, dewletên misliman in û ji wan îxanetçiyan, îxanetçiya herî mezin jî dewleta Îranê ye.

Rejima Îranê ne tenê îxanetçî ye, barbar e, xwînxwar û terorîst e, ev rejîm ne rewa ye rojekê jî li ser text bimîne.

Dijminên Kurdan kareterên wan wek hev e. Dewleta Îranê ya terorîst ji bo ku tevgera Kurdan li Rojhilatê Kurdistan bê serî bihêle û bi siyaseta xwe ya terorîstî bi ser bikeve, êrişî serokên Kurdan kir û heta niha Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistan a Îranê Dr. Abdurrahman Qasimlo, Dr. Sadiq Şerefkendî û bi dehan hevalên wan yên partiyê li pê hev qetil kirin.

Rejima Îranê, ne qanûn û biryarên xwe û îslamê nas dike û ne jî hiqûqa navneteweyî nas dike. Rejima Îranê ne tenê barbar û xwînxwar e, di qada navneteweyî de jî wek dewleteke terorîst tê naskirin.

Rejima Îranê her dem bi gelê Kurd re îxanetî kiriye û îxanetçî ye. Ew berya Şah îxanetçî bûn, di dema Şah Riza Pehlewî de jî îxanetçî bûn û îrojî îxanetçî ne. Bila ew baş bizanibin ku gelê Kurd ne xerabî û qelaşiyên şah û ne jî yên Xumeyniyê xwînxwar ji bîr dike û ne jî xerabiyên niha.

Xumeyniyê xwînxwar di sala 1979an de bi navê îslametiyê hate ser text û di heman demê de êrişî rojhilatê Kurdistanê kir; û xwest tevgera gelê me li Rojhilat ji holê rake. Lê di saya pêşmergên qehreman yên PDK-Î de gelê me li ber xwe da û hên jî dide. Ji ber ku dewleta terorîst nikaribû tevgera gelê me bişkîne, dest bi qelaşiyê kir û xwest bi fen û fûtan serokên Kurdan ji holê rabike û bi vî awahî tevgera Kurdan ji kok de qut bike.

Rejima terorîst di sala 1989an de di 13. Tirmehê de, qaşo dixwast bi Kurdan re rûne, dan û standinê çêbike û ji pirsa Kurd re çareseriyekê li Rojhilat pêk bîne. Bi derew wisa da xuyakirin, ku ew dixwaze bi serokê PDK ya Îranê, bi berêz Dr. Abdurrahman Qasimlo re civînekê li paytextê Austirya, li Viyana li dar bixe, da ku di nava dewleta Îranê û gelê Kude aştî çêbibe.

Rejima Îranê ya terorîst li cihê rayedarên dewletê qatil hinartin wê civînê û wisa berêz Dr. Abdurrahman Qsimlo û hevalên wî yên PDK-Î qetil kirin, revîn û çûn

Dewleta Austirya li dijî qatîlan, ji bo berjewendiyên xwe, tu tiştek nekir, hiqûqa xwe da bin lingan, rê da wan qatîlan û wan dest û milên xwe li ba kirin û ji Austirya vegeriyan Îranê. Ev bûyer ji bo dewleteke demokrat wek Austirya rûreşiyeke mezin e û ev bûyer di rûpelê dîrokê de hate nivîsandin. Em Kurd tu car vê bûyerê ji bîr nakin.

Dema min wê hîngê ev xebera reş bihîst, ez di heman demê de bi rê ketim, çûme Düsseldorf ji konsolosa Firansa vîze girt û min berê xwe da Parîsê. Ji ber ku PDK-Î biryar girtibû, ku şehîdên Kurdistan li Parîsê bi merasimekê li goristana navdar Pere-Lachaise li tenîşta Yilmaz Güney defin bike.

Lê dewleta barbar û terorîst li ser kar ma û xwest xwe bigihîne armanca xwe, da ku gelê Kurd li Rojhilat bê serî bimîne û dest ji tevgera xwe berde.

Rejima Îranê ya terorîst bi qetilkirina birêz Dr. Abdurrahman Qsimlo û hevalên wî qîma xwe neanî û vê carê qatîlên xwe di 17’ê Îlonê 1992’an de şandin Berlînê. Ji ber ku Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê birêz Dr. Sadiq Şerefkendî û hevalên wî beşdarî civîna Sosyalîst Înternasyonal bûbûn û wê êvara reş diherin restoranta Mykonos ku şîvê bixwin. Qatîl dikevin hundir û birêz Dr. Sadiq Şerefkendî û hevalên wî qetil dikin û direvin.

Lê vê carê revandin di qirika qatîlan de ma û ew li Almanya hatin girtin. Paşê dadigeha Almanya di derheqê wan de ceza birî û di biryarê de hate gotin, ku dewleta Îranê ya terorîst tiliya wê di nava vê qetilkirinê de heye; Îran dewleteke terorîst e. Li ser vê biryara ku dadigeha Almanya girtibû, demekê navbera Almanya û Îran ji ber vê bûyerê sar ma.

Rejima Îranê di piştî vê qelaşî û alçaxtiyê li dijî gelê Kurd û serokên wan, hinek guhertin pêkanîn, da ku Kurd di bin kontrola wan de bimînin, daxwazên din ji wan nekin û tevgera xwe pêşde nebin.

Rejima terorîst di van salên dawîn de hinek mafên çandî di çerçoveyeke pir biçûk de (wek radiyo Televîzyon, Enstîtût û hwd.) daye Kurdan, ew van tiştan ji bo Kurdan wek qencî dibîne û pê feqir dike.

Ew mafên wiha ku ji Kurdan re li Îranê hatine dayîn, ne wek qencî an jî xweşxwaziyê ne, ew mafên siruştî ne û Îran nikare bi van mafan xwe li hember gelê Kurd bide efû kirin.

Rejima şîî yan li Îranê paşverû ye, dîktator e, dijminê însaniyetiyê û îslametiyê ye, terorîst e. Rejima Îranê bi navê îslametiyê barbariyê dike, ew tenê ji çend melên paşverû yên şîî re kar dike û dijminahiya herî mezin jî bi îslametiyê re dike.

Gava li welatekî rola olî li ser dewletê hebe, ew dewlet tucar nabe demokrat, mecbûr e ji holê rabe û di dewsa wê rejimê de dewleteke demokrat bê avakirin.

Ayê Kurdan ji tu kesî re namîne û ji rejima terorîst û barbar ya Îranê re jî namîne, ew xerabiyên ku wan bi Kurdan re kirin dê di pozê wan re jî fitîl, fitîl were.

Pergala Sadam û partiya wî ya Baas çawa dijî leşkerên Amerîka û Îngilîs li ber xwe nedan û ji hev de ketin. Dê pergala Xumeyniyê xwînxwar jî wisa ji hev de bikeve û ji holê rabe.

Ew rojên jiholêrabûna Xumeynîzmê û meleyên noker ne dûr in.

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: mehname@yahoo.com
Contact us: mehname@yahoo.com

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
Site hosted by Angelfire.com: Build your free website today!