Serrûpel Hejmar 42, tîrmeh 2003

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Nirxandin

Fuat Akpinar: Dora Kurdistanê ye
Şahînê Bekirê Soreklî: Emerîka û nefreta li hember wê
Cankurd: Vesazandina cîhanê, û hişmendên emerîkî
Meşal Temo: Rewşenbîrî piştî herifandina pûtan
Zerdeşt Haco: Gotar li pêşangeha pirtûkên kurdî
Mehmet Şahîn: Gotar di civîna KNKê de
Lokman Polat: Xelatên edebiyatê
Polat Can: Xwezî pirsgirêk ev tenê ba!
Lokman Polat: Şer û siyaset
Fuat Akpinar: Diktator hemû newêrek û tirsonek in
Lokman Polat: Weşanên herêmî
Fuat Akpinar: Rojên dawîn yên xumeynîzmê
Fuat Akpinar: Rojên esadîzmê jî nemane
Fuat Akpinar: Serxwebûn


Axaftin di derbarê vekirina pêşengeha 1ê ya pirtûka kurdî de

Dr. Zerdeşt Haco: Dr.Z.Hajo@t-online.de

Gelî birêzan, heval û hogirên wêje û pirtûka kurdî,

ez gelekî dilşa me, ku ez weke nûnerê Navenda PENa Kurd di vekirina pêşengeha 1ê ya pirtûka kurdî de li vê derê, li Kölnê amade bûme.

Ez dixwazim bi bawerî bêjim, ku ev bûyereke mezin e di dîroka pirtûka kurdî de.

Tiştekî tenê dilê me diêşêne, ew jî ew e, ku em hê jî nikarin pêşengehên weha li ser xaka azad ya niştimanê xwe li dar bixin û ev jî dihêle, ku hinek nivîskar, wergervan û weşanvan, yên ku berhemên wan îro li vê derê têne pêşkêş kirin, bi sedemê, ku yan rê nadine wan, ew ji welêt derkevin û yan jî di zîndanan de ne, nikari bin beşdarî vê bûyera dîrokî bibin.

Pêşengeheke weha, weke ku ji aliyê berpirsiyarê wê ve, rêxistina KOMKAR, bi awayekî herî hêja haiye bi rê xistin, diêne ber çavên me, bê di vê navê de pirtûkxaneya bi zimanê kurdî çendî mezin û dewlemend bû ye.

Di heman demê de ew ji me re ronahî dike, bê wêjeya kurdî xwedî çi hêza bipêşveçûnê ye, gava mirov rê li ber vedike, da ew bi azadî geş bibe.

Rast e, pirtûka kurdî xwedî dîrokeke dûr û dirêj e, belê bi taybetî sedsala bihûrtî, sedsala zordestiya dijwar li dijî ziman û wêjeya kurdî bû û vê yekê jî afrandinên wêjeyî û weşana bi zimanê kurdî gihande feqîriyeke dijwar.

Bi taybetî li Bakur, Rojhilat û Bashur-Rojavayê Kurdistanê rê ne bû, ku bi zimanê kurdî were weşandin.

Heke îro rewş li Bakurê Kurdistanê hinekî hati be guhertin jî û rê li pêşiya weşana bi zimanê kurdî hinekî hati be vekirin jî, dîse jî ew di bin çavdêrî, zordestî, zîndan kirin û gelek caran di bin lêdan û kuştinê de jiyana xwe berdewam dike.

Mînak li ser vê gelek in, wêjevanê kurd nemir Mûsa Anter ji pişt ve hate kuştin; hineke dî, ji ber wan bi zimanê kurdî nivîsiye, yan bîr û baweriya xwe bi kurdî derbiriye, bi salên dirêj di zîndanên teng û tarî de winda bûne.

Yan jî gelek nivîskar û helbestvanên kurd li Rojhilat û Başur-Rojavayê Kurdistanê berhemên xwe bi veşartî dinivîsin û nizanin, ka gelo afrandinên wan wê rojekê şewqa rojê bibînin, yan na, ji ber berhemên wan ji aliyê dagîrkeran ve hatine qedexe kirin.

Mirov dikare bêje, ku li gor demê li Başurê Kurdistanê û li Sovyêta berê heta bi hêrifîna wê car bi car hin berhemên bi zimanê kurdî bi azadî dihatin weşandin.

Îro li koçberiyê nivîskarên kurd dikarin bi azadî binivîsin, lê dîse jî ti alî nînin, yên ku ji dil pişta afrandinên wan ên wêjeyî bigrin.

Bi ser vê de jî li koçberiya ewropayê tenê hijmareke biçûk ji xwendevanên ku bi zimanê kurdî dizanin heye, ev jî bi sedema ku piraniya Kurdên ku ji Bakur, yan ji Bashur-Rojavayê Kurdistanê tên, nizanin bi zimanê dayika xwe binivîsin û bixwênin.

Belê dîse jî em dibînin, ku di vê qonaxa me de piraniya afrandinên wêjeyî ji koçberiya kurdî li Ewropayê û di van salên paşî de ji Başurê Kurdistanê tên.

Sedemê vê yekê jî li ber çavan e: Di dema ku dagîrkerên welatê me azadiya bîr û baweriyê û azadiya rojnamegeriyê avêtine bin lingên xwe, ew li Ewropayê serbest û azad in, pirtûk û rojnameyên kurdî dikarin bê qeyd û bend bêne nivîsîn û weşandin, bi ser ku ti dewletên ewropî, Swêd ne di nav de, piştgîriya nivîskar û berhemên kurdî bi ti awayî nakin.

Belê divê ew jî bê gotin, ku wêjeya kurdî di nav civaka kurdî de xwedî asteke bilind e, em dibînin, ku bi taybetî helbest bihtir bi jiyana mirovên kurd ve girêdayî ye.

Di dema ku helbest li Ewropayê bûye xwedî bayekî bala û bilind yê çandê û herkes xwe pê mijûl nake, em dibînin, ku ew dinav Kurdan de bûye parçeyek ji jiyana wan û her rewşenbîrekî kurd dest pê kiriye û helbestan dinivîse.

Bi helbestan bûyerên kesayetî, yên civakî, siyasî, yên li ser kesayetiyên siyasî, yên pesnê, yên qehremanan, yên evînê û her wekî din tên nivîsandin, ango mirov dikare bêje, ku helbest bi giştî hesta civaka kurdî ji hemû aliyên ve derdibire.

Ev hemû dîse giringiya pêşengiha pirtûka kurdî ji bo çanda bi pirtûk dixe bîra me.

Weke em hemû dizanin, di vê navê de netenê rojnameyên kurdî yên têvlel têne weşandin, belkû çîrok û çîvanok, stran, destan û wêjeya kurdî ya devkî bi giştî ji aliyê welatperwerên kurd ve tê kom kirin, tomar kirin û bi vê yekê ji têkçûn û wendabûnê tê rizgar kirin.

Ji derveyî vê yekê jî îro li ewropayê hijmarek li ber çav ji institût û pirtûkxaneyên kurdî heye, hewldanên ji dil hene ji bo avakirina weşanxaneyên kurdî; û vekirina malperan di intenetê de keyseke herî mezin ji bo geşbûna wêjeya kurdî li seranserê Kurdistan û cihanê û di ser sînorên dagîrkeran re bi xwe re anîye.

Berhemên gelek wêjevanên kurd yên navdar yên sedsalên berê û dema niha hatine çap û bela kirin, hin berhemên navdar ji wêjeya cihanî bi zimanê kurdî hatine wergerandin û weşandin.

Ji aliyekî dî ve berhemên nivîskarên kurd li ser qada navneteweyî cih digirin û ya herî baş ew e, ku êdî ew nema weke nivîskarên, tirk, ereb yan faris têne bi nav kirin.

Ev hemû gavên mezin in li ser riya geşbûna pirtûka kurdî, belê îro barê me hemûyan ew e, ku em vê geşbûnê hilgirin û biguhêzin wan herêmên Kurdistanê, yên ku îro jî di tariya zordestiyê de ne.

Ji ber vê yekê ez hêvîdar im, ku ev pêşengeha 1ê ya pirtûka kurdî dengê xwe ne tenê li Ewrpoayê vede, belkû ew bibe zingil û dengê xwe li guhên mîriyên dewletên dagîrkerên Kurdistanê jî bide û ji wan re bêje, bibînin, pirtûka kurdî êdî bûye dezgeheke rasteqîn, ya ku Kurdan bi bîrewerî ava kiriye û ew êdî bi darê zorê, bi qedexekirinan, girtin û kuştina nivîskar û weşanvanên kurd bi ti awayî nema dikare ji dinyayê were derxistin.

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: mehname@yahoo.com
Contact us: mehname@yahoo.com

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
Site hosted by Angelfire.com: Build your free website today!