Serrûpel Hejmar 42, tîrmeh 2003

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname


Nivîskarên kurd û navên wan yên ecêb

Pozdirêj Henekbêj

Babo, dewr û zeman boriye. Êdî kes bi navên axretî û xwedayî jî razî nabe. Hemû şel û korên me bûne şoreşgêrr û navên kurdî li xwe kirine. Werin, em alfabeyane wan û navên wan yên seyr û sosret binasin:

Serkeft Botan: Nabêje ka kîjan herêm têk çû.

Lawê Kela Cixsa: Welleh, lawo tu ji dayikek ecêb çêbûyî.

Perwîz Cîhanî: Ma kî diwêre bibêje Perwîz Herêmî ye!?

Girê Dêrsilê: Ev berhevoka navên nivîskaran e, ne navên gir û zûran.

Dilbirîn: De bila dil têr birrîn, me rê li derqûna wan negirtiye.

Dilbixwîn: Keko, dilê me hemûyan xwînê hildikêşe, ne tenê yê te!

Enyat Dîko: Ma dîkên ne biînat jî hene?

C. Gênco: Piştî ku bû 70-salî, destûr heye jê re bêt gotin: C. Pîro.

Pozdirêj Henekbêj: Wa zimandirêj e ku dê piştî belavbûna vê berhemê bi vî navî bêt nasîn: Pozbirrî Kilmûşmêj.

Arif Hîto: Me tu di televizyonê de dîtî. Em hemû dizanin ku mûyek jî bi serê te ve nîne vêca ne hewce ye navê xwe bikî "Hîto" da em bizanin ku tu serhît î.

Zîna Îbo: Carekê ya Memo bû.

Adar Jiyan: Madem ji 12 mehên her sala Xwedê tenê adar jiyan be, bila xwelî bi serê wê jiyanê be.

Îmer Kalo: Gelo dema zarok bû çi digotinê?

Salihê Kevirbirrî: Ev malbat bû li dinyayê kevir li ser kevir nehêla.

Evdile Koçer: Ne ev-dil-e ne jî koçer e!

Keça Kurd: Pa 20 milyon keç û jinên dî çi ne!?

Çiya Mazî: Ev nav li vir çi dike? Ev ne ferhenga zanistî ya Derîka Çiyayê Mazî ye!

Husein Muhammed: Serfermandarê berê yê artêşa tirk Hüseyin Mehmetoglu... Ma xwediyê vî navî nizane ku "Husein Muhammed" bi kurdî ne wiha têt nivîsîn!!!

Binefşa Narînê: Navê bavê wê çi bû?

Salihê Pale: Diyar e dixwaze bibe axa.

Hemo Pêşeng: çi ji xwe razî ye camêrî.

Edîb / Hesen / Lokman / Remezan / Sosin Polat: Gelo ma hûn nivîskar in yan rambo ne, ev kaşokên polat di dest we de li van kuçe û kolanan!?

Huseyn Qeytan: Huseyin Qayiş, Huseyin Zincîr, Huseyin Nîr...

Cîhan Roj: Madem te hem roj û hem jî cîhan bo xwe birin, te çi bo me hêlan? Şev û axret?

Robîn Rojen: Bi şev çavkor e.

Şahîn Soreklî: Şahîn Dusorlî, Şahîn Sêsorlî, Şahîn Çarsorlî...

Ebas Şiwan: Kake, eme cêy şiwanan û gawanan niye!

Yaqob Tilermenî: Yaqob Destermenî, Yaqob Lingermenî, Yaqob Serermenî...

Rêzan Tovjîn: Tovjîn peyvek kurdî ya xweş e li şûna "sperm" ya ewropî.

Axîn Welat: Hindî navê te ew be, dê rewşa Kurdistanê jî ev be!

Ezîz Xemcivîn: Bo Xwedê ne ti karek bikêr e civandina xeman.

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: mehname@yahoo.com
Contact us: mehname@yahoo.com

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
Site hosted by Angelfire.com: Build your free website today!