Serrûpel Hejmar 42, tîrmeh 2003

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Nirxandin

Fuat Akpinar: Dora Kurdistanê ye
Şahînê Bekirê Soreklî: Emerîka û nefreta li hember wê
Cankurd: Vesazandina cîhanê, û hişmendên emerîkî
Meşal Temo: Rewşenbîrî piştî herifandina pûtan
Zerdeşt Haco: Gotar li pêşangeha pirtûkên kurdî
Mehmet Şahîn: Gotar di civîna KNKê de
Lokman Polat: Xelatên edebiyatê
Polat Can: Xwezî pirsgirêk ev tenê ba!
Lokman Polat: Şer û siyaset
Fuat Akpinar: Diktator hemû newêrek û tirsonek in
Lokman Polat: Weşanên herêmî
Fuat Akpinar: Rojên dawîn yên xumeynîzmê
Fuat Akpinar: Rojên esadîzmê jî nemane
Fuat Akpinar: Serxwebûn


DÎKTATOR HEMÛ NEWÊREK Û TIRSONEK IN

Fuat Akpinar: akpinar@t-online.de
ALMANYA 10.06.2003

Dîktator hemû newêrek û torsonek in, çend mînak bi kurtayî li ser barbarî, newêrekî û tirsonekiya wan.

Mirov dikare li ser dîktatoran bi sed hezar û mîliyon rûpelan binivîsîne. Lê armanca min ne ew e ku di vê gotarê de bi dûr û dirêj li ser vê mijarê binivîsînim, ez dixwazi bi kurtayî gotareke li ser vê babetê binivîsînim û hinek mînakên biçûk bidim da ku dîktatoriya wan dîktatoran baş bêye fêhm kirin.

Dîktator newêrek in, tirsonek in, ji ber ku baweriya wan ji wan tune ye û di xwe de kêmasiyan dibînin, loma ji gelên xwe û gelên din re dinyayê dikin zîndan û jehrî. Muxalefetê tu car naxwazin û zil û zordarî pîşeya wan e. Dijminê demokrasiyê û mirovatiyê ne. Problemên wan yên pîskolojîk û kompleksên wan yên biçûk hene. Ne îdeolojî û ne jî bîr û baweriya wan heye, bê bawer û bê serî ne.

Dîktatorên wek Adolf Hîtler, Pol Pot, Îdî Amîn, Pînoşet, Çawûşesko, Markos, Peron, Franco, Xumeynî, Stalîn û Kalê Tirka Mistoyê Beton, ewê navê xwe bi biryareke parlamena Tirka di sala 1934 de daniye ”Atatürk” û ji bilî wî tu kes nikare vî navî li Tirkiyê li xwe dayne. Wekî din dîktatorên wek Sadamê tol (ew jî ji holê rabû), Hafis Esad, Fidel Castro û yên din hemû karekterên wan wek hev e, yek e.

Ne hewce ye ku mirov qala Hîtler bike, ji ber ku ew di cîhanê de baş têye naskirin û ew, wisa tirsonek bû, ku dema şerê cîhanê yê duyemîn winda kir, xwe di heman demê de kuşt, ji ber ku ji tirsan newêribû, ku bersiva barbariya xwe bide, loma bixwe ceza da xwe û wisa ji holê rabû.

Stalîn: Lenîn derheqê Stalin de gotiye bila ew di pê wî re nebe serokê Partiya Komonîst ya Soviyetê ji ber ku Stalîn mirovekî bê teşe ye û eger ew bibe serokê partiyê dê pir tiştên xerab bike.

Ji ber ku Stalîn di Kongreyeke Partiya Komonîst ya Soviyetê de ji bo hilbijartina serokê Partiyê ji 1200 nûnerî, nêzîkî 200 nûner rayên xwe nedanê, loma wî di nava salekê de nêzîki hezar kes bi destê KGB (istixbarata) Soviyetê daye kuştin. Stalîn ev tişt wisa bi profesiyonel daye kirin, ku bila kes nizanibe wan mirovana bi çi awayî hatine kuştin û sûca qeza tranpêlan daye û hinek jî raste rast ji ser çiya, banî û newalan de daye avêtin. Ewî bi vî awayî nêzîkî 1000 kes ji holê daye rakirin.

Fîdel Castro yê dîktator ê ku heyranî Kalê Tirka Mistoyê Beton e, ewê navê xwe daniye ”Atatürk” û heyranê fîlmên kapîtalîzmê Marî Mar rêz filmên Birazîlya yên keçikên xweşik tê de dilîzin, dike.

Pir kes, Fîdel Castro wek şoreşger û dijî ”kapîtalîzimê” dibînin û ew bixwe jî xwe wisa dihesibîne. Lê Fîdel Castro ji her kesî zêdetir ji kapîtalîzmê hez dike. Ew gava ne li mala xwe be, ku li rêz fîlmên Marî Mar binêre, wan fîlman digire Videoyê û ku dema wî çêbe, li wan fîlman dinêre. Fîdel Castro hevalê Sadamê tol e, ji ber ku qaşo Sadam dijî ”Emperyalîzimê” derdiket loma. Fîdel Castro ji Sadamê tol hez dikir û bi her awayî alîkariya Sedam dikir.

Fîdel Castro dijî tevgera Kurd û Kurdistanê ye, ewî tu demê ji bo Kurdan daxûyaniywek pozîtîv nedaye û bi destê rayedarên xwe yên Balyozxana Bonê gule barandiye ser Kurdan. Wek tê zanîn di pê jenosîda di sala 1988an de li Helebçê, Fîdel Castro ev bûyer înkar kir û ji ber vê yekê Kurdan xwestin li pêşiya Balyozxana wan li Bonê protesto bikin, rayedarên Balyozxanê gule berdan ser Kurdan û wê demê kurdekî Başûr birîndar bû.

Fîdel Castro heyranê kalê Tirka ye û Faşîstên Tirkan (MHP) jî heyranê wî ne. Ewî rûreşiyek bi ser xwe de aniye û di cîhanê de xwe wek şoreşger û dijî ”Emperyalîzmê” daye naskirin û hinek qaşo çepên sextekar jî jê re dibêjin şoreşger.

Kalê Tirkan, ewê navê xwe bi biryara 2587 di parlamena Tirkan de sala 1934an daniye ”Atatürk” û kes nizane bavê wî kî ye. Bilî wî tu kes li Tirkiyê nikare navekî wisa li ser xwe dayne, dîktator bû, dijminê Kurdan bû û em Kurd îro jî ji destê pergala wî ya Kemalîzimê dikişînin. Ji ber ku wî li ser Kurdan pir birînên kûr hîştine û di dema jiyana xwe de zilm li gelê Kurd kiribû û Kurd wisa jê nefret dikin û baş tê bîra min di dema biçûktiya min de, gundiya jê re digotin: ”Atat, ata tu kûçikên ber beratan, van eyd û erefata, emê te bidin ber toqatan” û hwd. Ev çîrok pir dirêj e, mixabin hemû gotin nayên bîra min.

Di dawiyê de piraniya dîktatoran ji welatên xwe direvin û hinek caran jî cîhan li wan wisa teng dibe ku muhtacî qula mişkan jî dibin. Pir mixabin ji wan çend kes jî bi şans bûn ku di dema hukumdariyan xwe de mirin. Ji wan dîktatoran yên bi şans Kalê Tirka, Stalîn, Xumeynî û Hafis Esad in.

Hinek caran gel jî ji ber ku ji nezaniyan xwe alîkariyan dîktatoran dikin û wan tînin ser text. Lê li aliyê din gel wan çawa tîne ser text û wisa jî ji ser text dixîne.

Dîktator an jî serokên partiyan yên dîktator yên wek Pol Pot û yên din, dema serokatiya xwe de şihûran xwe wisa winda dikin ku xwe wek îlahî îlan dikin û dibêjin jîyan bi wan re hebûye û dê bi wan re jî bitemire. Ji ber ku pîskolojiya wan wisa xirabe, ew jî êdî nizanin çi bikin.

Dîktator pir zayîf in, dema dikevin dest dijmin, ji îxanetiyê re jî pir musaît in.

Mirovek 15., 20., an jî 25. salan serokê dewletê an jî partiyekê be, kî dibe bila bibe ew ne normal e, ji ber ku hikumdariya wî ew kiriye rewşeke wisa xerab û şaşiyeke wisa mezin, çavê wî tiştekî nabîne û ew dewletê an jî partiyê wek malê xwe yê şexsî dibîne û wisa jî tevdigere, êdî nikare ji vê rewşa xerab derê, heta ku gel an jî dewleteke xurt wek Amerîka wî bi destê zorê ji ser text dayne.

Mirovên bi îsrar li ser text an jî serokên partiyê bimîne, ew dîktator e. Hêviya min û her kesên demokrat, bi bîr û bawer, ew e ku dîktatorê bermayî jî ji holê rabin û têkevin çopa cîhanê.

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: mehname@yahoo.com
Contact us: mehname@yahoo.com

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
Site hosted by Angelfire.com: Build your free website today!