Serrûpel Hejmar 42, tîrmeh 2003

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Nirxandin

Fuat Akpinar: Dora Kurdistanê ye
Şahînê Bekirê Soreklî: Emerîka û nefreta li hember wê
Cankurd: Vesazandina cîhanê, û hişmendên emerîkî
Meşal Temo: Rewşenbîrî piştî herifandina pûtan
Zerdeşt Haco: Gotar li pêşangeha pirtûkên kurdî
Mehmet Şahîn: Gotar di civîna KNKê de
Lokman Polat: Xelatên edebiyatê
Polat Can: Xwezî pirsgirêk ev tenê ba!
Lokman Polat: Şer û siyaset
Fuat Akpinar: Diktator hemû newêrek û tirsonek in
Lokman Polat: Weşanên herêmî
Fuat Akpinar: Rojên dawîn yên xumeynîzmê
Fuat Akpinar: Rojên esadîzmê jî nemane
Fuat Akpinar: Serxwebûn


Gengeşe li ser alfabeyê

Xwazya pirsgirêk ev tenê ba!

Polat CAN: avasin2002@yahoo.com

Gotareke rojnemevan Cemîl Oguz de ya bi navê “Pirsgirêka alfabeyê û pêşniyazek” (di amude.com de)Li ser pêdevî û neçartiya yekbûna ziman û alfebeya kurdî radiwestê û hin pêşniyazan ji rayadarên kurdan re dikê. Bêguman ev mijareke kevin-nû ye. Lê divê di serî de em jî dengê xwe-weke rojnemevanekî Kurd yê Qafqasiya- tevlî dengê hevkarê xwe C. Oguz bikin. Di heman dem de jî divê ku hemû kesayet û saziyên ku bi vê pirsê re têkildarin, bi awakî rêkûpêk li ser vê mijara jiyanî rawestin. Ji ber ku ev pirsgirêk-li vir bi zanabûn em dibêjin pirsgirêk. Jiber ku ev mijarên wisa yeketîya netewî diyar dikin, jiber neyekbûna alfebeyê jî, li pêşiya yekîtiya netewî û dan-standina hemû kesayetên Kurd de astengî û kendalan diafirîne. Ev bi serê xwe jî pirsgirêkeke- tenê bi pêşniyar û nivîsandina çend gotaran çareser nabê. Jixwe rewşenbîr û rojnemevanên me yên Kurd, têkoşîna xwe ya netewî tenê bi rêya înternetê bi rêve dibin. Ev yek jî kêm û lewaz dimîne. Divê ku êdî rewşenbîr û rojnemevanên me ji şêwazê xebata bîroqratîk û lîbîral dûr bikevin.

Em naxwazin ji mijara xwe ya bingehî dûr bikevin. Mijara yekbûna alfebeya Kurdî... “Yekîtiya netewî bi yekîtiya ziman çêdibê û yekîtiya ziman jî bi yekîtiya alfebeyê çêdibê” Ev hevoka zêrîn ku M. C. Berdirxan gotiye, aniha ji bo me divê ku bibê rêbîşan û bunyat. Lê pirsgirêk ne tenê wekî ku hevkarê me Cemîl diyar kiriye. Pirs ne tenê pirsa guheztina tîpên erebî bi yên latînî ye!

Ka divê di serî de em di nava tîpên latînî de yekbûnekê avabikin. Êdî evqasî ku zimanzan, ziman-xar û ziman-nezanên me pir bûne ku li giramêra Kurdî weke porê jinên ereb bûye.

Her kes radibê û dibêjê: “stîlê min, gramêra min, forma min û ziminê min” bê guman her kes jî xwe rast dibîne û bangwazî dikê ku her kes bên ser dîn(bibûrînin! stîl) ê wî. Mînakên vê yekê jî bi dehan-sedan hene. Him di nava bikaranîna tîpan û him jî peyv û gramêran. Çi mexabin ku ta niha ziman-nezanên me, li ser peyva herî biçûk (KU) de li hev nekirine. Hinek “ku” dinivsînin, hinek jî bi xêra xwe komekî didin serî “kû” û hinek jî hîn dûr dikevin û “ko” dinivsînin. Welahî êdî em jî bi we re heyîrîn!

Di hejmara 379-an ya rojnameya A. Welat de nivîseke me li ser têkoşîna kurdên Ermenistanê ji bo fermîkirina tîpên latînî di dibistana de nivîsandibûm. Niha ne tenê divê ku tîpên krîlî bibin bi latînî. Di serî de divê ku ew 37 tîpên latînî yên ku hinek weşan-wek Riya Teze- bi kartînin û li ser gelek tîpan niçik-miçik û pêhnok-mêhnokan datînin û 2-3-4 tîpên bideng li pey hev rêzdikin. Divê ku ev stîlê latînî jî bi hîmlî bê guheztin. Raste ku ev weşan bi Kurdî-Latînî dinivsînin, lê ku hevkarê me Cemîl çi bikê jî bila bikê, ew nikarê du hevokan bixwînê û têbigihê...

Her kes li daholekê didê

Yanî berî her tiştî divê ku em di nava tîpên latînî de jî gramêrek û stîlekî hevbeş bikarbînin. Lewra jî divê ku ziman-zanên me jî kêmekî li hev gohdar bikin û xaleke hevbeş di nava stîl û formên xwe de bibînin. Ez ji birêzên ziman-zan, gramêrvan, edîtor û zargotin-nasan dipirsim: “Hun dizanin çima du goh û devekî me heye?” eze bersîvê jî bidim we. “ji bo ku em tenê bi ya xwe nekin û du qatî axaftinê gohdarî bikin”. Bi rastî jî êdî xwendevan û mamosteyên zimanê kurdî jî bi we re matmayî û seyr mane! Ew ji we li bersîvekê dipeyn. Lê maşa-ellah, ziman-nezanên me çavên xwe girtine û devê xwe ji lehiya gotinan re vekirine. Di holê de jî tenê perçebûneke di hundir perçebûnê de derdikevê û ...

Li ser pirsa tîpên latînî û erebî jî, jixwe candêrekî ku du çav di serê wî de hebin. Têderdixê ku ev tîp ji bo zimanê me yê şêrîn nehatrine afrandin. Ev yek ji bo tîpên krîlî jî derbas dibê. Lê divê ku em bizanibin ku tîpên latînî jî ne yê kurdanin! Tîpên resen yên Kurdan jî hene, berî tîpên erebî ew tîp dihatin bikaranîn, lê em neçarin ku di navbera du tahlan de, tehlekî bibjêrin. Ew jî tîpên latînîne... Ev cureyê tîpan jî di gelek aliyê Kurdisatn û derveyî welat de tên bikaranîn, lewra jî ew biraderên başur jî divê ku sernermî bikin ew tîpên latînî bikarbînin.

Werin em kampanyakê amade bikin!

Lê ev ne tenê karê partî û rêxistinên siyasî ye. Ev erkê hemû rewşenbîr-jixwe rewşenbîrên ne siyasî jî tûnene- hunermend, wêjevan, mamoste, zimanzan, gramêr firoş... û her wiha... yanî bigiştî divê ku êdî em ji qoncik û rûperên înternetê xwe rizgar bikin û kêmekî di nava jiyana kiryarî de jî hewldan û têkoşîna xwe bikin. Tenê bi pêşniyara “bila rayedar werin ser dînê me yê latînê” xebat nabê. Pêwîste ku em ji tu kesî hana û riceyan nekin: “Ku tu kurdî, wê demê tu neçarî ku werî xeta yekîtiya netewî. Ev xeta ji te çi dixwazê jî divê ku tu bi cîh bînî”. A divê ku helwest wisa be. Li ser vî bingehî ez pêşniyar dikim ku hemû Kurd, kampaniya yekîtiya zimanê Kurdî yê netewî dest pêbikin. Ankêtan çêbikin, îmzeyan kom bikin, name û bîryaran ji rayadaran re bişînin. Sîsteman neçarî pejrandina ziman û tîpên Kurdî –yên latînî- bikin.

Li gorî vê yekê jî divê ku meteryal û amadekariyên baş ji bo xebateke wisa hebin. Li vir ez dixwazim mînakeke biçûk bidim we: niha ev bo 70-ê sale ku li welatê Ermenîstanê li cîhên ku Kurd lê dijîn, perwerdeya zimanê Kurdî di dibistana de tê dîtin. Li gorî yasayan, tîpên kîlrî fermî ne. Xwendevan û mamoste jî dixwazin ku bi tîpên latînî dersên xwe bibînin. Lê çi mexabin! Ne tîpên latînî bi fermî tên pejrandin, ne jî pirtûkên dersan yên latînî tên peyda kirin. Êdî qirka xwendevan û mamosteyan ji bang û qîran zuha bûye. Lê kesî bersîva banga wan bidin tûnene. Saziyeke me ya –qaşo-zimama nikarin çend pirtûkên dersan jî, ji 500 xwendevan re peyda bikin.

Ne tenê bi gotinê!

Ez niha jî vê pirsê ji hevkar Cemîl dikim: em bêjin ku PDK û YNK tîpên latînî pejirandin. Gelo! Amadekariyên me yên pirtûkên dersan hene an na?

Belkî ku hun bêjin: “Tu kurtan berî hespê dikirî” lê hespekî bê kurtan jî kêr çi tiştî jî nayê. Em neçarin ku xizmet bikin, lê divê em bizanibin çawa xizmet bikin. Êdî dema me ya ku em vala derbas bikin nemaye... Divê ku di jiyanê de jî gav û xebatên kiryarî û yên ciddî bê kirin. Ku ne wisa be jî, divê ku her kes li cîhê xwe giran be û bê deng bimîne. Dîsa jî ez dengê xwe tev dengê hevkar Cemîl dikim û hemû kesî ji bicîhanîna erkên xwe vedixûnim.

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: mehname@yahoo.com
Contact us: mehname@yahoo.com

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
Site hosted by Angelfire.com: Build your free website today!