Pergala rejima Sûriyê - Baasîzim yan jî Esadîzim, mirov çi bêje lê tê, ji ber ku partiya Baas, partiya gel nîne û bûye malê bavê Hafis Esad û malbata wî û nokerên wan yên li pê wan dimeşin û ji wan re şeq şeqiyê dikin. Sûriye jî wek dewletên din yê Rojhilata navîn dewleteke Ereb e, dîktator e, paşverû ye û terorîst e.
Terorîzma rejima Sûriyê jî wek ya rejima Îranê di raya giştî û di qada navnetewî de hatiye tesdîq kirin û pejirandin.
Dewleta Sûriyê di sala 1946an de hatiye avakirin û ji wê demê vir de Kurd li wê derê bê maf in û îrojî nêzîkî 300.000 hezar li wê derê bê nasname ne û wek biyanî têne hesibandin. Mînakeke wiha, li tu derê cîhanê tuneye, ku dewletek nasname nede hemwelatiyên xwe û wana neke dewsa mirovan.
Ez li vir qala maf, heq û huqûqê ji bo Kurdan li Sûriyê nakim, qala nasnamê dikim, dewleta terorîst ya Sûriyê ji gelê me re nasnameyekê jî layîq nabîne.
Dewleta terorîst ya Sûriyê bi destê îstixbarata xwe ya bi navê El- Mixabarat li ser gelê Kurd zilm û zordariyên pir mezin dike û ew jî wek Sadamê terorîst hebûna xwe li ser esasên barbarî û terorîstiyê daye çêkirin.
Rejima Sûriyê hêjmara gelê Kurd tenê çend prosent dide rayêdan. Bi rastî hêjmara Kurdan û gelên din li Sûriyê bi tevayî ji Ereban zêdetir e.
Dewletên dîktator û terorîst yên wek Tirkiye, Îran û Sûriyê bi taybetî rolên pir mezin di nava dewletê, leşkerî û istixbaratê de dane destê kesên ne Tirk in, ne Faris in û ne jî Ereb in.
Ji ber ku ew kesên xwe bi çend qurişan firotine van dewletên dîktator û ji dewletê re talûke teşkîl nakin, loma dewlet bi destê wan kesana têye îdarekirin û dewlet wan bi rihatî dijî gelê Kurd bi kar tîne.
Bi Tirkî ji wan kesan re dibêjin ”devşîrme gurubu” ji ber ku wan kesana xwe bi çend qurişan firotine dewletên dîktator û terorîst. Ev koma ku Tirk jêre dibêjin ”devşirme gurubu” dewlet jî ji wan re çi emir bike ew jî emrê dewletê bikar tînin. Ew kesên bê asil bi gotina dewletê dikin û ji qiralan hê qiraltir dibin û xerabiyan bi gelên xwe û yên din re dikin.
Dewletên diktator û terorîst yên wek Tirkiye, Îran û Sûriyê di saya van devrûtan de li ser piyan e.
Li Tirkiyê Kurdên caş, Boşnak, Bûlgar û yên din ji aliyê dewletê ve li dijî gelê Kurd têne bi kar anîn û di bin sîwana dewletê de bi gelê Kurd re dijminahiyê dikin.
Dewletê di nava bîrokrasî, polês û di nava leşkeriyê de cihên girîng dane wan devrûtan û ew jî ji Tirkan pirtir Tirk in û dijminahiya tevgera Kurdistanê dikin.
Li Îranê jî bi taybetî Azeriyan di nava dewletê de gelek cih girtine û di leşkerî û istixbaratê de cihên girîng di destên wan de ne û ew jî li dijî tevgera Kurdistanê ne. Ji ber ku Azerî jî li Îranê ji rejima terorîst re talûke teşîl nake, loma rejima Îranê rolên mezin di nava dewlet, leşkerî û istixbaratê de daye Azeriyan û bi destê wan li dijî gelê Kurd xerabiyan dide kirin. Li Îranê têye gotin, ku eger Azerî bixwezin dê bikaribin dewletekê ji xwe re ava bikin, ji ber ku rolan wan di îdareyiyê de pir mezin û zêde ye, loma wisa têye gotin.
Li Sûriyê jî rewş ne cida ye, li wê derê jî piraniya suniyên Ereb yên bajaran endamên partiya Baas in, di nava dewlet, leşgerî û istixbaratê de ne û dijminahiya gelê Kurd dikin.
Pir kes hêjmara Kurdan li Sûriyê 1,5 mîliyon dide. Lê ev hêjmar şaş e. Kurdên Sûriyê bixwe hêjmara xwe ji 4 mîliyonan zêdetir didin û ev hêjmar ne pirole ye.
Dewleta terorîst ya Sûriyê ji gelê me re di her warî de tengasiyan derdixe, hebûna Kurdan înkar dike û siyaseta xwe ya bi qirêj dijî gelê me bi kar tîne.
Van rojan tirs û xofa Amerîka ketiye dilê rejîma terorîst ya Sûriyê jî; ew êdî nizanin çi bikin. Rejîma terorîst hêrsa xwe di serê kurdan de dertîne, her roj êrişî partî û rêxistinên gelên me dike û welatparêzên Kurdistan dike bin çav û îşkencan li wan dike.
Ji ber ku rojên jiholêrabûna rejîma Sûriyê ya terorîst têne jimartin, loma ew êdî ji daxwazên Amerîka re nikarin bêjin na û wan pêşan xwe li ber Amerîka vekirine, dibêjin têkilî me nebin, em ji bo we hazir û amade ne ku her tiştî bikin.
Ji ber ku rejîma Sûriyê neçar maye, êdî daxwazên Amerîka yeko yek bi cih tînin, da ku Amerîka êrişî wan neke û aqîbeta ku hate serê Sadamê tol, neyê serê wan jî.
Rejîma terorîst di xetereke wisa de ye, ku di roja 12.06.2003an, di civîna Konseya ewlekariyê ya UNO de li dijî biryara Konseyê derneket. Ew biryara ku di Konseya ewlekariyê ya UNO de hate girtin pêşniyariya Amerîka bû. Amerîka ji bo leşkerên xwe ev biryar di Konseya ewlekariyê de de girt. Di biryarê de têye gotin, ku leşkerên Amerîkan yên mîxferên (kumzirx) hêşîn li ku dibe bila bibe heta salekî, eger ew sûcdariyê bikin dê li dijî wan ji aliyê Dadgeha Navnetewî ya Ewlekariyê (International Criminal Court ICC) li Den Haagê dawe neyê vekirin, ewê di binê hîmaya ne destdayînê (Immunity) de bin.
Ji 15 endamên Konseya Ewlekariyê 13an got erê û 3 bê layen man. Ji wan dewletên ne gotin erê û ne jî gotin na, (Almanya, Firansa û Sûriye) yanê bê dengî man, ji wan jî yek dewleta Sûriyê bû.
Bêleyanmayîna Sûriyê bi vê bûyera li New York di Konseya Ewlekariyê de wek erê ye û têye wê wateyê, ku Sûriyê hazir e, di pêşrojê de ji hemû daxwazên Amerîka re bêje erê.
Eger ev bûyer beriya jiholêrabûna Sedamê terorîst di Konseya Ewlekariyê de bihata rojevê dê Sûriyê sedî sed bigota na û li dijî daxwaza Amerîka derketa.
Lê ez bawer û hêvîdar im ku ew perpitîn û cehda rejima Sûriyê ku bila Amerîka têkilî wan nebe dê bê hûde be.