Serrûpel Hejmar 42, tîrmeh 2003

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Nirxandin

Fuat Akpinar: Dora Kurdistanê ye
Şahînê Bekirê Soreklî: Emerîka û nefreta li hember wê
Cankurd: Vesazandina cîhanê, û hişmendên emerîkî
Meşal Temo: Rewşenbîrî piştî herifandina pûtan
Zerdeşt Haco: Gotar li pêşangeha pirtûkên kurdî
Mehmet Şahîn: Gotar di civîna KNKê de
Lokman Polat: Xelatên edebiyatê
Polat Can: Xwezî pirsgirêk ev tenê ba!
Lokman Polat: Şer û siyaset
Fuat Akpinar: Diktator hemû newêrek û tirsonek in
Lokman Polat: Weşanên herêmî
Fuat Akpinar: Rojên dawîn yên xumeynîzmê
Fuat Akpinar: Rojên esadîzmê jî nemane
Fuat Akpinar: Serxwebûn


ŞER Û SIYASET

Lokman Polat: lokmanpolat@hotmail.com

Sedemên Têkçûna serhildanên kurdan

A- Sedemên derve

Di têkçûna temamê serhildanên kurdan de du sedemên bingehîn hene. Yek jê; sedemên derve, ya din jî sedemên hundirîn e. Sedemên derve girêdayê konjuktura dinyayê û ji derveyê îradeya kurdan pêk hatin. Siyaseta dewletên dinê li ser berjewendiyên wan dewletan hatibû pêkanîn. Di tu serhildaneke kurdan de tu dewletek alîkariya kurdan nekir. Dewletan alîkariya dewletên ku Kurdistanê dagir kiribûn, kirin.

Dewletên Emperyalîst yên rojavayê Ewropa`yê piştgiriya dewletên dagirker kirin. Dewletên dagirker yên ku herkê ji xwe re perçeyeke Kurdistanê xistin bindestê xwe, bi alîkariya wan hinek serhildanên kurdan têk birin. Yê ku serhildana Şêx Mehmûdê Berzencî têk birin Îngilîz bûn. Komara Mehabatê bi piştgiriya Îngilîzan û bêbextiya Sovyetê têk çû. Di serhildana Koçgîrê û paşê jî serhildana Şêx Seîdê nemir de hem Sovyetê û hem Îngilîzan piştgiriya dewleta Kemalîst kirin û van herdu serhildanan di nav berma xwînê de qeniqandin. Îngilîzan bi M. Kemal re alîkarî kirin. Ji ber vê alîkariyê û ji bo têkiliyên dostane yên di navbera M. Kemal û îngilzan, wê demê hinekan ji bo M. Kemal digotin "Îngilîz Kemel". Serokê Sovyetê Lenîn wek alîkarî çek û zer da Kemalîstan. Fransizan xeta trênê ji artêşa dewleta Kemalîst re vekirin û leşkerên dagirkerên tirk di vir de hatin, xwe gihaştin Amedê. Di şerê dawîn de -ku ev şer 15 sal hate domandin- Nato û Amerîka`yê piştgiriya dewleta tirk kirin.

Di têkçûna serhildanên kurdan de, di gel sedemên derve, sedemên hundirîn hene ku mijara vê nivîsê nirxandina sedemên hundirîn e. Min di gelek pirtûk û nivîsên ku li ser serhildanên kurdan hatine nivîsîn de xwendiye, ew sedemên têkçûnê tenê bi sedemên derve ve girê didin. Bi min sedemên derve û yên hundir hevûdu temam kirin û ev herdu sedem bûn sedemên bingehîn yên têkçûna serhildanan.

B - Sedemên hundirîn

Gotineke pêşiyan heye, dibêjin "Kurmê darê ji darê nebe, dar narize." Kurdan xirabî ji nav xwe dîtine. (Dema mirov hem ji derve û hem ji hundir xirabî bibîne, dê têk biçe.) Di gel ku dewletên dinê û yên dagirker bi kurdan xirabî kirine, herweha kurdan bi kurdan xirabî kirine. Di cihek de bêbextî û dijberiya dewletên dinê û di cihê din de xiyaneta hundirî malik li kurdan şewitand û loma jî kurd man bindest û nebûn xwedî dewlet.

Ji roja ku komara Tirkiyê a nîjadperest li ser înkarkirina hebûna kurdan hat damezrandin heta îro hemû serhildanên kurdan di gel sedemên derve, ji ber sedemên xiyaneta hundirî têk çûn. Di esasê xwe de heger dewletên dinê alîkariya dagirkeran nekirana û xiyaneta hundirîn pêk nehatana dagirker di hêla leûkerî de, bi şer sernediketin. Dagirker bi şer nikaribûn kurdan, lê bi fenûfutan bi alîkariya kesên xwe firoş û piştgiriya dewletên dinê kurdan di şer de têk birin. Di hêla şer, mêranî û mêrxasiyê de leşkerên tirk nikaribûn zora çekdarên kurdan bibin. Mustafa Barzanî di salên heftêyî de ji Amerîkiyan re gotibû "Heger hûn bi şêweyeke rasteqînî piştgiriya me bikin, em ê biçin di Baxdatê de derkevin." Di têkçûna Saddamê dîktator de rastiya van gotinên Mustafa Barzanî derket holê. Di dema şerê 1975an de heger Sovyetê piştgiriya Saddam nekirana û Amerîka`yê jî bi kurdan re bêbextî nekirana û heger gelek cehşan alîkariya hikumeta Baas nekirana, şerê 1975an têk nediçû. Di wê demê de Mustafa Barzanî hem bi hêzên dewleta Îraqê re û hem jî bi eşîrên xaîn û cehşan re şer dikir.

Di serhildanên Kurdistana bakur de, ji leşkerên tirkan pirtir, cehşên kurd -parêzgerên gundan û kesên ku bûn îtîfarker- bi serhildêrên çekdar re şer kirin. Yanî kurdan bi kurdan re şer kir. Kurd li dijê kurd bû.

Di serhildana Şêx Seîdê nemir de, leşkerên tirk nikaribûn bi mucahîdên çekdarên artêşa Şêx Seîd re şer bikin, ew nikaribûn bi serhildêrên kurd re biçin serî. Gelek navçe, gund û çiyayên Kurdistana bakur di destê çekdarên Şêx Seîd de bûn. Ordiya tirk ketibû bajaran û newêrabûn ji bajaran derkevin. Lê, dema ku dewleta dagirker a tirk ji Îngilîz û Fransîyan piştgirî girt, riya trênê a binxetê ji wan re hate vekirin û ji kurdên xaîn hêzên çekdar pêk anîn -ku ji wan re wê demê "Çetê Hukmatê" digotin-, û dema wan çeteyên hukmatê li dijê çekdarên Şêx Seîd şer kirin, ketin pêşiya leşkerên tirk rê û dirban bi wan nîşan dan, xwe ji wan re kirin sîper, ji tirkan re bûn mertal û li dijê serhildêrên kurd seriya şer kişandin, wê demê leşkerên tirk bi xêra wan kurdên cehş bi seketin.

Di serhildanên din ên kurdan de jî, gelek eşîr bûn alîgirên hukmata dagirker a tirk û li hemberê welatparêzên kurd şer kirin. Di şerê 15 salan de jî, korîciyan - cerdewanan- gerîla û gerîlan cerdewanan kuştin. Bîst generalên tirkan yên sereke bi hêzeke giran ve seferber bûn, lê dîsa jî nikaribûn bi şer zora çekdarên kurd bibin. Di vê şerê 15 salan de heger 30 hezar kes hatin kuştin ji wan 25 hezar kurd bûn. Piraniya wan kurdan jî bi destê kurdan hatin kuştin. Bi plan û rêbazî, bi fen û fûtên dewleta dagirker, kurd bi destê kurd hatin kuştin.

Di serhildanên Kurdistana başur û rojhilat de jî, ji leşkerên faris û ereban bêtir cahşên kurd li dij serhildêrên welatparêz şer kirin. Di pêvajoya hemû serhildanên hersê perçeyên Kurdistanê de, kesên xaîn, cehş ku bi kirin û tevgerên xwe ji gelê xwe re xiyanet kirin û piştgiriya dewletên dagirker kirin, wan gelek zirarên mezin dan doza netewî a kurdan. Heger xîyaneta Qasimê xaîn nebana Şêx Seîdê nemir li ser pira Evdirahman nedihat girtin. Yê ku rewşenbîrê jîr û zana, bawermendê doza netewa kurd, pêşewayê serhildêrên welatparêz Elîşêr kuşte, xaînekî kurd bû. Yê ku lehengê kurd Yadîn Paşa kuşt dîsa kurdekî çeteyê hukmata tirk -Telhoyê Botî- bû. Di dema şerê 15 salan de jî, bi sedan, bi hezaran xortên kurd, keçên ciwan bi destê cerdewanan -koy korucusu- hatin kuştin. Gerîlan jî bi sedan cerdewan kuşt in. Kurd bi destê kurd dihatin kuştin û ev jî rûn li ser nanê dagirkeran dikir.

C - Şer û Siyaset

Pêvajoya 75 salên têkoşîna kurdan, tecrubeya 29 serhildanên kurdan da nîşandan ku; hinek kurd dema ji bo azadiya gel û rizgariya welat dest bi şer û serhildanê dikin, bi destê dewleta dagirker hinek kurdên din derdikevin pêşberê wan û kurd bi kurd re şer dike. Êdî şer dibe şerê kurdkujiyê. Bila lêkolînvan lêkolîn bikin, di hemû serhildanên kurdan de herî pir kurd -çi kurdên dij hukmatê û çi kurdên piştgirên hukmatê- hatine kuştin. Kurdên çekdar ên serhildêr herî pir ji alî cehş, çete û cerdewanan ve hatine kuştin.

Divê kurd ji vê tiştî ders derxin. Şerê çekdarî, şerê ku di çiyan de bê meşandin, şerê ku li ser axa Kurdistanê bê pêkanîn tu feydeyeke nade kurdan, zirarê dide kurdan. Ji xwe êdî dema şerê klasîk û gerîlatiya di çiyan de derbas bû. Kurd li serê çiyan bi pêlavên qetandî, tî û birçî bi salan man, bawerî, vîn û berxwedaneke bêhempa nîşan dan, li gor xwe roleke pêk anîn û êdî ew merhale temam bû. Êdî careke din bi eynê metodan dubarekirina wan tiştan nabe. Şêweya metoda şer û têkoşîna klasîk tu encameke baş dernaxe holê.

Bi min, êdî dem dema şer nîn e, dema siyasetê ye. Divê kurd fêrê siyasetê bibin û siyaset bikin. Dewleta dagirker a tirk ji şerkeriya kurdan aciz nîn e, ji siyasetbûna kurdan aciz e. Dewleta tirk di şer de nakeve tengasiyê. Bi sedan, bi hezaran leşkerên ordiya tirk li serê çiyan bêne kuştin jî -ku 5 hezar hatin kuştin- qet xema dewletê nîn e. Dewlet di siyasetê de dikeve tengasiyê. Di hêla siyasî de li hemberê raya giştî û dewletên dinyayê şermezar dibe. Dewleta dagirker ji têkoşîna demokratîk ditirse. Divê kurd bi şêweyeke demokratîk micadela xwe geş bikin, bi nasnameya xwe têbikoşin.

Kurdên bakur bi şerê klasîk nikarin bi serbikevin. Lê, bi siyasetê dikarin gelek tişt bikin, zorê bidin dewletê, wê bixin tengasiyê. Dema kurd bi siyasetê -ne bi temamî be jî- hinek heq bi dest bixin, bi destxistina hinek heqan, rê li ber destxistina heqên din vedibin.

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: mehname@yahoo.com
Contact us: mehname@yahoo.com

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
Site hosted by Angelfire.com: Build your free website today!