Serrûpel Hejmar 42, tîrmeh 2003

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Nirxandin

Fuat Akpinar: Dora Kurdistanê ye
Şahînê Bekirê Soreklî: Emerîka û nefreta li hember wê
Cankurd: Vesazandina cîhanê, û hişmendên emerîkî
Meşal Temo: Rewşenbîrî piştî herifandina pûtan
Zerdeşt Haco: Gotar li pêşangeha pirtûkên kurdî
Mehmet Şahîn: Gotar di civîna KNKê de
Lokman Polat: Xelatên edebiyatê
Polat Can: Xwezî pirsgirêk ev tenê ba!
Lokman Polat: Şer û siyaset
Fuat Akpinar: Diktator hemû newêrek û tirsonek in
Lokman Polat: Weşanên herêmî
Fuat Akpinar: Rojên dawîn yên xumeynîzmê
Fuat Akpinar: Rojên esadîzmê jî nemane
Fuat Akpinar: Serxwebûn


Serxwebûna Kurdistanê

Fuat Akpinar: akpinar@t-online.de
ALMANYA 11.06.2003

Ho Chi Min di pirsa Serxwebûn û Azadiyê de wiha dibêje:

JI SERXWEBÛN Û AZADIYÊ BI RÛMETTIR TIŞTEK NÎNE

Du gotinên din jî yên gelê Çîn pir bi navdar in û wiha dibêjin:

1. Rêya here dirêj jî bi gaveke biçûk dest pê dike.
2. Her kirîzek ji bo mirovan şansek e.

Mirov dikare wiha jî bêje:

Demên krîzan ji mirovan re dibin şans.

Gotineke nivîskar û helbestvanê Alman Berthold Brecht pir navdar e û wiha dibêje:

Kî têkoşînê bide, dibe winda bike. Kî yê têkoşînê nede jixwe winda kiriye. (Wer kämpft, kann verlieren. Wer nicht kämpft, hat schon verloren.)

Ez bawer dikim ku ev mînakên min li jor dane, ji bo ku em Kurd jî di pirsa Sexwebûna Kurdistanê de bi cesaret tevbigerin bes e. Ji ber ku ev gotin ne gotinên wisa ne, ku mirov ji serên xwe bavêje û biçûk bixîne.

Ev gotinên navdar dîrok in û ji tecriba mirovan hatine gotin. Gava mirov qala tiştekî kir û parast, divê heta dawiyê biparêze û ji mengîniyên (îdealên) xwe dûr nekeve, bi mêranî û şêranî mengîniyên xwe bi cesaret biparêze.

Cegerxwîn di pirsa serxwebûnê de wiha dibêjin:

Bira zanibe pir xweş e serxwebûn	Tu rista xwe deynî li her şûn û der
Bi destê we ye hatin û tev hebûn	Zimanê te şêrîn û pir xweş dibî
Tu azad û serbest û pir payedar		Riwê herkesî dê bi te geş bibî
Bi destê tene tevde rêjîm û dar		Eger em dixwazin ku azad bibin
Xwedî dewlet û leşker û perleman	Li ser vê sitêra xwe dilşad bibin
Xwedî nav û nîşan û ala û nan	Divê em serê xo bidin ber şegan
Di nava dewletan de dibî serbilind	Netirsin bi carek ji dengê segan
Li hundir dibin tev xwedî mal û gund	Dixwazim bizanî ko barek giran
Li her dewletek qunselek dê hebî	Venakin girêka me dest û diran
şiyarê welat û mirovên te bî	Eger em ne mêrxas û gernasî bin
Dikarî bi zanîn û zor û hiner		Nikarin di vê rê ve derbasî bin
(Ji Zend-Avista r. 49)

Ez êdî naxwezim bi gotinan serên we Xwendevanên hêja gêj bikim û îjar tême ser mijarê. Wek tê zanîn, ji vir demeke berê, min li ser mijara Serxwebûna Kurdistanê gotarek nivîsîbû û ev mijar hetanî jiyana min dest bide û hetanî pirsa Serxwebûna Kurdistanê neqede, ezê her dem li ser vê babetê bisekinim û binivîsînîm.

Belê wek Ho Chi Min jî dibêje:

Ji Serxwebûn û Azadiyê bi Rûmettir Tiştek nîne.

Ev gotin di cihê xwe de ye. Serxwebûn û azadî bi hev re girêdayî ne. Ne serxwebûn bêyî azadî dibe û ne jî azadî bê serxwebûn dibe. Herdû daxwaz bi hev ve girêdayî ne, yek bêyî ya din nabe.

Pir mixabin partiyên Kurdan di pirsa Serxwebûna Kurdistanê de hên proje û programên wan nîne. Jixwe gava mirov partî û rêxistinên Kurdan baş analîz bike, têde vê rastiyê jî dibîne, ku ew ne di hêla siyasî û ne jî di hêla dîplomasî de, negihîştî ne.

Tenê di van salên dawîn de li Başûr gavên gelek baş bi her awayî hatine avêtin û ew jî di saya rizgarbûna başûrê Kurdistanê de ye. Başûrê Kurdistanê ev diwanzdeh sale dê fakto serbixwe ye, hemû saziyên wî yên dewletê hene û bitaybetî ji aliyê aborî de jî serbixwe ye. Di saya van derfetan de gelê me li Başûr pêşde çûye. Lê pir mixabin ku PDK û YNK hên di pirsa Serxwebûna Kurdistanê de pirsgirêkan dibînin û fikare dikin. Di pirsa serxwebûna gelekî de fikarekirin çareserî nîne. Bi baweriya min divê PDK û YNK û gelê me yê Başûr bi cesaret Serxwebûna Kurdistanê biparêzin û lê bixebitin ku Amerîka di vê pirsê de îqna bikin û ewê di pirsa Serxwebûna Kurdistanê de bi tenê nemînin.

Ji vir demek berê nivîskarê Kurd, birêz Cemal Nebez jî li Almanya, bajarê Bielefeldê di civînekê de îlankirina Serxwebûna Kurdistanê diparast û digot bila li Başûrê Kurdistanê referandûm bêye kirin. Birêz Cemal Nebez Profesorê zaniyariyên siyasî ye û ji her siyasetmedarekî Kurd baştir dikare pirsa Serxwebûna Kurdistanê analîz bike û jêre çareserî jî bibîne. Ji ber ku ew Profesorê zaniyariyên siyasî ye. Birêz Cemal Nebez digot min pêşniyariya referandûm û îlankirina Serxwebûna Kurdistanê ji birêz Mesut Barzanî û birêz Celal Talabanî re kiriye û pêwiste ew li Başûr referandûm çê bikin û bila gelê Kurd bixwe biryar bide, ka ew çi dixweze. Ez bawer dikim, ev pêşneyariya birêz Cemal Nebez pir maqûl e û divê partiyên me li Başûr van pêşneyariyan bidin ber çav û wisa jî tevbigerin. Di pirsa Serxwebûna Kurdiastanê de em Kurd êdî tenê nînin. Hêdî hêdî dengên xweş ji Îsraîl jî tên û hêvîdar im ev deng geş û bilind bibe, li her derê cîhanê jî belav bibe û alîkarî ji bo îlankirina Serxwebûna Kurdistanê zêdetir bibe.

Profesorê Îsraîl Shlomo Avineri di rojnama Jerusalem Post de 08.06.2003 gotarek li ser Kurdan nivîsiye û di gotara xwe de qala dewleteke serbixwe ji bo Kurdan dike. Profesor Shlomo Avineri di gotara xwe de dibêje mirov nikare demokrasiyê îxracî Iraqê bike û ew kevneşopiya (tradîdsiyon) li welatên Ereb nîne û balê dikşîne ser erdê Iraqê (terîtoriya) û dibêje Iraq ne li ser hev e û divêt cografiya başûrê Kurdistanê ji Iraqê bêye veqetandin û Kurd dewleteke serbixwe ava bikin.

Profesor Shlomo Avineri di gotara xwe de berdewam dike û dibêje piştî şerê dijî Iraqê qîmeta Tirkiyeyê wekî berê li ba Amerîkayê nemaye û çawa Îsraîl bivênevê avakirina dewleteke filistînî qebûl dike wisa jî divêt Tirkiye avabûna dewleteke Kurdî ya serbixwe qebûl bike. Profesor Shlomo Avineri li Zanîngeha (Ûnîversîteya) Hebrew ya Qudisê (Jerusalemê) Profesorê zaniyariyên siyasî ye.
(çavkanî: www.kerkuk-kurdistan )

Ez vê guhertinê di nava Cihûyan de ji bo gelê Kurd û Kurdistan pîroz dikim û ji Profesor Shlomo Avineri sipasiyên xwe ji dil de dikim û hêviya berdewamiya alîkarî û nivîsên wî û Cihûyên din jî dikim.

Hêvîdar im ne tenê Profesorên wiha jêhatî wek Shlomo Avineri, divê dewleta Îsraîl jî raste rast alîkariya Serxwebûna Kurdistanê bike.

Barê Kurdistanê barekî pir giran e û ev hem Kurd û him jî her kes dizane. Lê pirsa Kurdistanê ji bilî Kurdan eleqederî tu kesî nake û tu kes nayê ji me re Kurdistaneke Serbixwe ava nake. Ev karê Kurdan e, Kurd mecbûr in vî karî bibin serî û gelê Kurd jî mecbûr e bi tevayî alîkariya rêxistinên Kurdan bike, da ku Kurdistan ji bin bandora xelkê derê.

Ez sedî sed bawer im, gelê Kurd li Başûr baş daye îspatkirin, ku bi taybetî PDK û YNK ev diwanzdeh sal e li Rojhilata Navîn baş rayê dost û dijminan daye, ku ew di Rojhilata Navîn de di bin ewqas tengasiyê de dewlet îdare kirine û her çiqas kêmasiyên wan hebin jî wan demokrasî li Kurdistanê çê kirine û ev demokrasî di Rojhilata Navîn de mînake pir delal e. Wekî din dewletên Rojhilata Navîn ji bilî Îsraîl hemû dîktator in.

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: mehname@yahoo.com
Contact us: mehname@yahoo.com

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
Site hosted by Angelfire.com: Build your free website today!