Serrûpel Hejmar 42, tîrmeh 2003

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Nirxandin

Fuat Akpinar: Dora Kurdistanê ye
Şahînê Bekirê Soreklî: Emerîka û nefreta li hember wê
Cankurd: Vesazandina cîhanê, û hişmendên emerîkî
Meşal Temo: Rewşenbîrî piştî herifandina pûtan
Zerdeşt Haco: Gotar li pêşangeha pirtûkên kurdî
Mehmet Şahîn: Gotar di civîna KNKê de
Lokman Polat: Xelatên edebiyatê
Polat Can: Xwezî pirsgirêk ev tenê ba!
Lokman Polat: Şer û siyaset
Fuat Akpinar: Diktator hemû newêrek û tirsonek in
Lokman Polat: Weşanên herêmî
Fuat Akpinar: Rojên dawîn yên xumeynîzmê
Fuat Akpinar: Rojên esadîzmê jî nemane
Fuat Akpinar: Serxwebûn


XELATÊN EDEBIYATÊ

Lokman Polat: lokmanpolat@hotmail.com

Li temamê cîhanê, her sal xelatên edebiyatê têne belavkirin. Hinek xelat netewî ne, hinek jî –herwekî xelata Nobelê- navnetewî ne. Li Swêdê di gel xelata Nobelê, gelek xelatên din jî hene ku hersal didin nivîskaran.

Li Tirkiyê di hêla roman, çîrok û helbestê de yanzdeh xelat hene û ev xelat hersal li nivîskaran tên belavkirin. Di nav kurdan de tradisyona xelatên edebiyatê tune ye. Di van salên dawîn de, li Kurdistana Suriyê salê carek mihrîcaha helbestê tê pêkanîn û xelata helbestê tê dayin.

Li Swêdê, ev sê sale ku weşanxana “Apec”ê, hersal di babetek de xelat dide nivîskaran. Ev tişteke gelek baş e, lê têr nake. Bi min, di gel xelata Apecê –ku li ser belavkirina xelata Apecê gelek rexne û minaqeşe hene, ez qet naxwazim behsa wan bikim- û ya kurdên binxetê, divê hinek sazî û dadgehên kurdan jî hersal xelat bidin nivîskaran.

Li Tirkiyê bi sernavê nivîskarên tirk yên ku mirine, anku bi navên wan nivîskaran xelat tên belavkirin. Herwekî “Xelata Sedat Sîmavî a Edebiyatê” , Xelata Saîd Faîk a Çîrokê” , “Xelata Orhan Kemal a Romanê” , “Xelata Behcet Necatîgil a Helbestê” û hwd.

Saziyên kurd jî dikarin li ser navên hinek şexsiyetên kurd xelat bidin. Herwekî ”Xelata Celadet Bedirxan a Ziman” , ”Xelata Ehmedê Xanî a Edebiyatê” , ”Xelata Zinar Silopî a Dîrokê” , ”Xelata Melayê Cizîrî a Helbestê”, ”Xelata Nuredîn Zaza a Çîrokê” , ”Xelata Ereb Şemo a Romanê” û hwd.

Li Ewropayê sazî û dezgehên bi navê ”Enstituya kurd li Parîsê, Stockholmê, Berlînê” hene. Federasyona komelên Kurdistanê Li Swêd, Almanya hene. Komkar û Feykar hene. Wakfên kurdan hene. Vana dikarin hersal xelateke edebiyatê bidin nivîskarên kurd.

Li Stenbolê Enstituya Kurdî û Wakfa Kurd hene. Ew jî li ser navên xwe dikarin xelat bidin. Dîsa li Stenbolê bi dehan weşanxanên kurdan hene. Heger ew weşanxane bi serê xwe nikaribin xelat bidin jî, ew dikarin bên cem hev û bi hevre, bi karekî hevbeş xelat bidin nivîskaran.

Navê ”Avesta” navekî pîroz e. Li Stenbolê weşanên ”Avesta” heye û heta niha nêzîkê 150 pirtûk weşandiye. Gelek pirtûkên ku derxistine pir qalind in. Heqê çapa yek pirtûkek qalind têrê xelatê dike. Weşanxana ”Avesta” dikare bi navê ”Xelata Avesta” hersal xelat bide.

Rojnama kurdî ”Azadiya Welat” dikare hersal xelata rojnamegeriyê bide. Kovara ”Serbestî” divê hersal ”Xelata Azadiya Ramanî” bide. Kovara ”War” kovareke lêkolîniye û divê ”Xelata Lêkolînê” bide.

Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêd, hersal nêzîkê milyonek kron, pirtûkxana kurdî ya li Stockholmê ji milyonek zêdetir alîkarî ji dewleta Swêdê digre. Ev herdu sazî herkê salê hezar, du hezar dolar veqetînin û bidin bo xelatê, dê pê feqîr bibin?

Li Tirkiyê saziyek xelata berga pirtûkan dide. Di nav salê de pirtûka ku berga wê herî baş e û xweşik hatiye amadekirin, ji wê saziyê xelat werdigre. Pirtûkxana kurdî jî dikare xelatê bide ji bo berga pirtûka herî baş, xweşik û bi kalîte.

Enstituya kurdî ya li Parîsê digel alîkariya ku ji dewleta Fransê digre, bi pêkanîna hinek projeyan ji dewleta Swêdê jî gelek alîkarî digre. Ez dikarim bibêjim ku di nav saziyên kurdan de ya herî pir alîkarî digre ev saziya kurdan e. Ew bi ser navê damezrevanên Enstituyê - yên ku çûne ser heqiya xwe, herwekî Cegerxwîn, Yilmaz Guney, Qanadê Kurdo – dikare xelat belav bike.

Ev nivîsa min a li ser xelatê nivîseke destpêka minaqeşeya li ser babeta xelatê ye. Divê nivîskarên din û berpirsiyarên sazî û dezgehên kurdan jî li ser vê mijarê nivîs binivîsin, dîtinên xwe bibêjin. Di dawiya minaqeşê de, ez hêvîdarim ku pêşniyazên baş bêne kirin û encameke baş derkeve holê.

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: mehname@yahoo.com
Contact us: mehname@yahoo.com

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
Site hosted by Angelfire.com: Build your free website today!