Serrûpel Hejmar 42, tîrmeh 2003

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Nirxandin

Fuat Akpinar: Dora Kurdistanê ye
Şahînê Bekirê Soreklî: Emerîka û nefreta li hember wê
Cankurd: Vesazandina cîhanê, û hişmendên emerîkî
Meşal Temo: Rewşenbîrî piştî herifandina pûtan
Zerdeşt Haco: Gotar li pêşangeha pirtûkên kurdî
Mehmet Şahîn: Gotar di civîna KNKê de
Lokman Polat: Xelatên edebiyatê
Polat Can: Xwezî pirsgirêk ev tenê ba!
Lokman Polat: Şer û siyaset
Fuat Akpinar: Diktator hemû newêrek û tirsonek in
Lokman Polat: Weşanên herêmî
Fuat Akpinar: Rojên dawîn yên xumeynîzmê
Fuat Akpinar: Rojên esadîzmê jî nemane
Fuat Akpinar: Serxwebûn


Rê li Filistînê vebû

Dora serxwebûna Kurdistanê ye

Fuat Akpinar: akpinar@t-online.de

Îsraîl di 25.05.2003 de di parlemena xwe de (Kneset) biryar girt û rê ji dewleta Filistîn re vekir. Ev bûyer li Îsraîl bi daxwaz û biryara Amerîka hate qebûlkirin. Eger Amerîka çira kesk vênexista, ev biryar ji bo dewleta Filistîn ne dihat girtin û ne jî kesî dikarîbû cesaret bike, biryareke wiha bigire.

Ez bawer dikim, êdî tu hêz û quwet nikare vê pêvajoya nû şûnde vegerîne. DAY piştgiriya vê biryarê nekira, Îsraîl nikarîbû tiştekî wiha bike. Amerîka dixweze piştî şerê dijî Sadam bi biryareke wiha gaveke bi niyeta çareserkirinê di navbera Cihû û Filistîniyan de bavêje û wisa cîhana îslamî û bi taybetî gelên Ereb di pirsa Filistînê de ker bike û jêre çareserîke bingehîn ava bike.

Amerîka mecbûr e êdî pirsa Filistînê çareser bike. Eger çareseriya pirsa Filistîn di dema hukumeta Georg W. Bush de bêye kirin, muhtemel e ku Bush dîsa were hilbijartin û li ser text bimîne; wekî din dê ji Georg W. Bush re ne hêsan be careke din bêye hilbijartin.

Gelê Filistîn heta niha pir belengazî kişand û ji mafê wan e, ku ji xwe re dewleteke sebixwe avabikin. Ez naxwazim di vê gotara xwe de yekalî, gelê Cihû û gelê Filistîn sûcdar bikim û bêjim: Ew an jî ew tenê sûcdar in. Bi baweriya min herdû seriyan jî bi hev re gelek şaşî û nebaşî kirin. Lê li aliyê din, hêcayî gotinê ye, ku cihûyan tu demê gelê Filistîn înkar nekirin û negotin, ku ew Filistîn nas nakin û polîtîka xwe li ser esasên înkariyê çênekirin.

Lê belê herçiqas rêxistinên Filistîn ji dema peymana aştiyê li Amerîka di navbera Rabîn û Arafat de çêbû û dewleta Îsraîl ji aliyê Filistîniyan hate naskirin jî, dîsa Filistîn û Ereb hebûna Cihûyan ji dil de hezm nakin û hebûna wan xebûl nakin, ji destê wan were dê di rojekê de gelê Cihû ji holê rabikin.

Siyaset gava li ser jiholêrakirina gelekî bê çêkirin, ew gel jî mecbûr e xwe biparêze. Lê ez nabêjim, ew tiştên ku dewleta Îsraîl dike, sivîlan dikuje baş e.

Lê li aliyê din, ez bi nefret wan kesên di xwe de bomban li Îsraîl di nava sivîlan de diteqînin û mirovên sivîl û bê sûc dikujin, mahkum dikim. Bûyerên wiha ne siyaset û ne jî dijminahî ye, rasterast terorîzm e, barbarî ye û ji çareserkirinê re xizmetê nake.

Ji ber ku rejima Sadam ji aliyê Amerîka ve ji holê hate rakirin, loma Amerîka li aliyê din mecbûr e pirsa Filistînê çareser bike û ji ber ku piraniya dewletên Ereb ne razîbûn ku Sadam ji text bikeve û di pirsa Filistîn de bi taybetî di neçareserkirina navbera Îsraîl û Filstîn de Amerîka berpirsiyar dikin.

Bi vê biryara ku di 25.05.2003an di parlamena Îsraîl de hate girtin, rê ji dewleta Filistîn re vebû û êdî dê ji Ereban re ne hêsan be, ku Amerîka di pirsa Filistînê de rexne bikin.

Sadamê terorîst destê xwe ji nava gelê Filistîn û gelê Cihû dernedixist û siyaseteke bi qirêj didomand. Ewî, ew terorîstên li Îsraîl di xwe de bombe diteqandin û sivîlên bê sûc dikuştin, xelat dikirin û serê mirov berê 10 hezar û vê dawiyê 20 hezar dolar dida malbata wan terorîstan û ciwanên Filistîniyan teşebûsî terorîzmê dikirin.

Piraniya Ereb û dewletên wan di pirsa Filistînê de durû ne, ne durist in û naxwazin dewleteke Filistîn ava bibe. Lê li aliyê din dema qala pirsa Filstîn dibe qiyametê radikin ser piya û gelê Cihû û dewleta Îsraîl nas nakin.

Tenê du dewletên Ereb heta niha dewleta Îsraîl nas kirine û bi Îsraîl re peymana aştî çê kirine. Ew dewlet jî Misir û Urdin e.

Gava mirov li cem Ereban qala Îsraîl û hebûna dewleta wan dike, ew jî wek Tirkan çawa di pirsa Kurd û Kurdistanê de teng difikirin û înkarî dikin, dibêjin, Îsraîl tune ye, ew welatê jêre dibêjin Îsraîl Filistîn e û realîta Cihûyan û dewleta Îsraîl qebûl nakin.

Dewletên Ereb ji bilî Misir û Urdin di pirsa Cihûyan û dewleta Îsraîl de wisa teng difikirin, ku bi siyaseteke jiholêrakirina dewleta Îsraîl û bi nijadperestî polîtîka xwe dajon.

Ez dixwazim mînake pir biçûk jî bidim da ku dijminahiya Ereban dijî Cihûyan baş bêye fêhm kirin. Mirovek ji Ewropa, Asya an jî Amerîka yanê ji kûderê dibe bila bibe, dema here Îsraîl bêhnvedanê û paşê bixweze here dewleteke Ereb ji bilî Misir û Urdin tu dewleteke Ereb vîze nade wî mirovî, ku ew here welatekî Ereb yê din. Ez bawer dikim ev mînak baş rayê dide ku dewletên Ereb ji bilî Misir û Urdin çiqas di pirsa Îsraîl û Cihûyan de ji bo gelê Filistîn nijandperest in û kesên herin Îsraîl bêhnvedanê jî bi vî awayî ceza dike û nahêlin ew kesana (kesên têkiliyên wan ji dur û nêzîk de bi herdû seriyan re jî tune ye) herin welatên wan.

Kurd û Filistîn

Armanca min ne ew e ku gotareke dirêj li ser pirsa Kurd û Filistîn, Kurd û Cihûyan binivîsînim. Lê hewce ye, ku çend gotinan li ser vê babetê bêjim.

Piraniya kurdan xwe ji bo Filistîniyan diqelişînin û ew jî pirsa Filistîn wek Ereban dibînin û wisa jî tevdigerin. Ji ber ku me Kurdan ji destê dewletên ku Kurdistan dagîrkirine pir kişandiye, loma em Kurd di pirsa gelên ne serbixwe ne de hişyar in, piştgiriya wan dikin û ji tecrûbên xwe dizanin ew di çi rewşê de ne.

Piştgirî û alîkarî ji bo gelên bindest ne xeletî ye, tiştê xelet ew e, ku mirov bi realîte û rastî tevnegere. Niha em li alîkî Filistîniyan biparêzin û li aliyê din hebûna Cihûyan nas nekin û siyaseteke dijminahî dijî Cihûyan bajon, em wek Erebên kevneperest tevbigerin, ev xeletiyeke pir mezin e û realîte nîne.

Mirov dikare tiştan rexne bike û ev ne şerm e. Lê divê rexne ne bi dijminahî be. Yanê Kurd ji alîkî re bibin dost û ji aliyê din re bibin dijmin, ev ne baş e û rastî jî nîne. Hêcayî gotinê ye, ku ez li ser rejima Sadam û pirsa Filistîn çend tiştên din jî wek mînak ji bo Kurdan û Filistîniyan bêjim. Wek tê zanîn, Sadamê terorîst him ji aliyê siyasî û him ji aliyê aborî alîkariya Filistîn dikir. Lê Sadam li beramberî vê alîkariyê leşkerên Filistîn dijî Kurdan li Başûrê Kurdistanê bikar dianî.

Ji bo vê yekê Filistîniyan dilê me Kurdan pir êşandiye. Dîsa jî em ne li dijî tevgera gelê Filstîn in. Lê belê qasî ku em li gelê Filistîn xwedî derketin û ew parastin, ewqas jî ji wan dixwest. Ew jî bi wan nedibû, bila li dijî gelê Kurd dijminahî nekirana. Pir mixabin piraniya Filistîniyan hên jî wek Erebên din bi gelên Kurd re dijminahiyê dikin.

Yasîr Arafatê rûmeymûn jiholê rakirina Sadamê terorîst memnûn nîne. Ji ber ku êdî nikare li Bexdayê cirîta bavêje û xelatan ji Sedam bistîne.

Piraniyan Filistîniyan û bi taybetî Serokê wan Yasîr Arafatê rûmeymûn di pirsa jenosîda Helepçê de wek dewlet û rêxistinên Ereban yên din tevgeriyan, Sadam û dewleta wî ya Baas şermezar nekirin û ev qetliyama li dijî gelê Kurd xebûl kirin.

Erebên kevneperest van rûreşiyên xwe bi navê îslametiyê dikin. Ev jî ji wan re rûreşiyeke herî mezin e. Ez bawer dikim ew di dîrokê de tu car nikarin bersiva vê rûreşiya li dijî gelê Kurd bidin.

Kurd û Cihû

Dewleta Îsraîl jî di pirsa Kurd û Kurdistanê de wek dewletên din tevdigere û ji wan dewletên din zêdetir alîkariya dewleta Tirk a barbar dike.

Pir mixabin dewleta Îsraîl ji dîroka Cihûyan derseke baş negirtiye û tenê bi berçavkên xwe li pirsa Kurd û Kurdistanê temaşe dikin û berjewendiyên xwe di ser her tiştî re digirin.

Em Kurd li dijî berjewendiyên tu kesî nînin, lê berjewendiyên wan ji wan re çiqas mihîm in, yên gelê Kurd jî ji Kurdan re ewqas mihîm in.

Pirsgirêka me ya herî mezin ew e, ku dewleta me ya serbixwe tune ye. Eger dewleta Kurdistanê ava bibe dê her kes ji bo berjewendiyên xwe têkevin rêzê ku bi me Kurdan re dostaniyê çêbikin.

Zanîngeha Qudusê (Hebräischen Universität in Jerusalem) lêkolînek pir berfireh li ser genetîka Cihûyan çê kiriye û di dawiyê de tê gotin ku koka Cihû û Kurdan ji ciyekî tê. Min ev nûçe di malpera rojnama Cihûyan ya hefteyî ku li Almanya têye weşandin xwend. (Jüdische-Allgemeine WOCHENZEITUNG FÜR POLITIK, KULTUR, RELIGION UND JÜDISCHES LEBEN) Ev nûçe di 19.12.2001 hatiye weşandin.

Dema min di sala 2002 de ev nûçe xwen û ketim malpera înternetê ya Zanîngeha Qudusê û hemû înformasiyon li ser vê babetê derxist. Ji ber ku ez, ev nêzîkî çar sal e lêkolîneke bi zimanê Almanî li ser pirsa Kurd û Kurdistanê çê dikim dê di lêkolîna xwe de berfireh li ser vê babetê bisekinim, loma naxwazim di vê gotara xwe de zêde li ser lêkolîna Zanîngeha Qudusê bisekinim.

Lê hêcayî gotinê ye ku bêjim, Cihûyan bixwe ev lêkolîn çê kiriye û dibêjin, koka me Kurdan û koka wan ji cihekî tê. Yanê gava koka du mileta ji cihekî were, ev têye vê manê, ku ew birayên hev in. Gava em birayê hev in çima Cihû li me Kurdan bêbextî û bawerhişkiyê dikin û ji tevgera Kurd û Kurdistanê re raste rast alîkariyê nakin?. Madem ku koka me yek e û em birayên hev in, mirov di tengasiyê de ji birayê xwe re nabêje, çima wiha bû, çima wiha çû, raste rast alîkariya birayên xwe dike, têkiliyê bi dijminên birayên xwe re nake. Hêviya min ew e, ku Cihû di pirsa Kurd û Kurdistanê de hesabên xwe baş bikin û deriyên xwe ji bo çareserkirina pirsa Kurd û Kurdistanê ji me Kurdan re vekin. Bila ew jî êdî bizanibin, ku rewşa Kurdan di Rojhilata Navîn de hatiye guhertin. Cihû ji niha de deriyên xwe ji Kurdan re vebikin û alîkariya siyasî bo serxwebûna Kurdistan bikin, dê ji her kesî zêdetir jê karê bibînin.

Înşalah ev roj ji Kurdan re jî ne dûr in.

Dewleta Filistînî êdî çêdibe, aqûbet li serê serxwebûna Kurdistanê be.

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: mehname@yahoo.com
Contact us: mehname@yahoo.com

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
Site hosted by Angelfire.com: Build your free website today!