Serrûpel Hejmar 42, tîrmeh 2003

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Nirxandin

Fuat Akpinar: Dora Kurdistanê ye
Şahînê Bekirê Soreklî: Emerîka û nefreta li hember wê
Cankurd: Vesazandina cîhanê, û hişmendên emerîkî
Meşal Temo: Rewşenbîrî piştî herifandina pûtan
Zerdeşt Haco: Gotar li pêşangeha pirtûkên kurdî
Mehmet Şahîn: Gotar di civîna KNKê de
Lokman Polat: Xelatên edebiyatê
Polat Can: Xwezî pirsgirêk ev tenê ba!
Lokman Polat: Şer û siyaset
Fuat Akpinar: Diktator hemû newêrek û tirsonek in
Lokman Polat: Weşanên herêmî
Fuat Akpinar: Rojên dawîn yên xumeynîzmê
Fuat Akpinar: Rojên esadîzmê jî nemane
Fuat Akpinar: Serxwebûn


Rewşenbîriya Piştî Herifandina Pûtan...

Meşal Temo: erdewan@amude.com

Rewşenbîrî, berhema giranbûha ya mirovantiyê ye ku li ser du stûnên qayîm hatiye ava kirin. Bingeha yekem dîmaneyî ye ku bi zanistiya mirovantiyê û pêşketina wê ve girêdayîye, û ya dî jî girêdaye bi rahatinên rojane ji hemû endamên gel re ku pêwendiyên xwe pê ava dikin. Jixwe binkokên avabûna wan pêwendiyan jî bi xuristiya celebên fêrbûn û perwerdiya gel a siyasî û civakî ya rijîmê ve girêdayiye. Pêwendiyên di navbera wan de ava dibin, ew jî rewşenbîriya siyasî bi wê civatê dide nasîn, ew nasandina ku dibe parçek ji rewşenbîriya giştî û her dimîne dîlê binkok û çavkaniyên damezrenên xwe. Gava ku civatekê rewşenbîriya xwe ya siyasî bi sînor kir li gor pêwendiyên civakî û perwerdiya partiyên teknêrîn yên welatan bi dest xwe xistin piştî qonaxên cîhanê, nemaze rijîmên ku bi encama şerê cîhanê yê duyemîn derketin. Hevnasandina xuristiya van rijîman bi sê xalan mirov dikare berbiçav bike:

1- Rijîmên pêşverû yên ku xwe bi bîrdoza şoreşgerî ya mejî û azîmanên welatê xwe rapêçane.

2- Rijîmên ku xwe bi raman û payebilindbûna giyana netewî ya xwe diyar kirin û hindek ji pêşverûtiyê li ser rûçikên xwe belavkirin. Lê pêvajoka girêdan û çareserkirinê di fermandariya xwe de bi şêwaza nifşê yekem bi cî kirin.

3- Rijîmên liberal yên ku sûdeyeke mezin ji zanistiyê dîtin û mirov dikare bêje dadiyeke civakî û mirovantî bi xwe re ava kirin.

Helbet ramana ku dixwazim li ser rawestim celebê ramana xala duyemîne ji rijîman. Ji ber ku mirov dibîne yên ku homaniya xwe li rojhilata navîn kirin û bi zelalbûna netewî ferwerdiya xwe berdewam kirin, ev zelalbûna ku bû îdiolojiyeke siyasî, rijîmên dektator û xwînmij afirandin. Li beranberî wê xwînmijiyê jî rewşenbîriyeke siyasî belavkir. Jixwe gava bingeha wê rewşenbîriyê ew hilkêşana netewî an jî ya çînî ya ku bilî xwe di meydana jiyanê nabîne be wê tenê karibe ji vê celeba ramanê rewşenbîriyeke tekane ava bike û pê re jî propagandek qelew û xav li defa pesindariya serokê dektator belav bike li ser hemû welat û mirovantiyê. Û ev yek jî sermiyanên xwe ji werzeke taybete ji xwedanê xwe re û karîna wî ya tê de bê sînor û tixûb dike. Helbet ev pêvajo, pêvajoya tekpartî, tekraman û tekaliye û hemû rengên xuristiyê diçewisîne û dibişifîne, êdî heke bi riya kuştin, jînosîdê an jî bi riya girtin û sirgûnê be. Çimkî çi rijîma ku teknêrîn be, gava destpêkê ji herifandina wê re ew nasnameya rewşenbîriye ku bingeha nasnameya siyasî ye, jixwe teknerîn nabe bawerî di civatê de heta ku rewşenbîriya hemereng di civatê de hebe, lewma rijîm bi hemû hêz û karînên xwe ve ramanê di mejiyên mirovan di çewisîne ji bo rola xwe di raperîna civatê de nelîze û wisa civet bê hildanek zanistî dimîne, tenê li benda fermanê pûtan çav û dev vekirî dimîne.

Vê rêbazê bi giştî civatên girtî, partî, sendîka û hemû komelên civata sivîl, rapêça û taybetiya rola xwe winda kirine û heta xuristiya xwe ya rewşenbîrî wekî fotokopiyek ji rijîmê didin pêşiya civatê, ango civat bi mirovên xwe ve dibe keriyek rêzkirî û û ev diyarok bi navê remeka kerî tête nasîn . Û gava civakek bê heyîn û bê mafê biryarên xwe be helbet wê civat tenê li saxbûnek rojane bigre. Remeka li hebûn û saxbûnê jixwe rewşenbîriya têde jî wê nikaribe serê xwe hilde û wê bibe tekane di civatê de. Avakirina mirovantiyek bi vî awayî jî nikare cudabûn û hemerengiyeke nêrînan bipejirîne. Gava helwest bi vî awayî be civat dibe xelekek ji setemkariyê, û ramanên zanistiyê û afrînerî têde dimiçiqin û pê re jî bîrweriya mirovantiyê tête kontrol kirin, di valahiyê de li dor xwe dizîvire, tenê di rûpela wî de “Bi xwîn, bi can, em gorî tene ey serok" dimîne. Ev banga ku di heman kolanan de vedeng dide heta ku pêvajoya dektator destpê bike, ango rewşenbîriyek ne mirovantî tîrêjên xwe dide jiyan û berxwedana wî miletî, gelo wê çendî salan ji bend û bandora wê xelas bibe. Bawerim ku gelek ziyan jê re gereke, lewma dibêjim gava yekem di avabûna rewşenbîriya teknerîn de ew e ku gava; pût ferwerdiyê bikin û gotinê wan bibin miqedes û bibe rêbazek di rahatina civakî de, jixwe diyare ku ev celeb ji partî û rejîman re berhema qonaxeke cîhanî bûn û piraniya wan jî ji nav pêçka şerê sar ve pengizîbûn û li sitûyê miletên xwe siwar bibûn û bi parastina hêzên navnetewî bibûn natorvanên berjewendiyên bilî xwe, li hember ferwerdiya çarenûsa gelê xwe bikin.

Piştî 11ê Êlûnê stratejiya natorvanan hate guhertin û êdî divabû rengek nûjen ji homaniya welatan bihata damezirandin ku tê de wargehên toqandinê nemînin û ev wargeh jî civatên kevnşopî yên olî an jî kevneperestên netewî ne. Lewma berê guhertinê bi layê van kişweran ve hate danîn û xeleka duyem jê jî herifandina rejîma xwînmij ya îraqê bû. Helbet gelek şirove û nêrîn di derbarê vî şerî de hatin kirin, lê bawerim ku movikeke nûye di dîroka jiyanê de û pê re jî wê rewşenbîriyeke giştî û siyasî bête diyar kirin. Dema mirov bala xwe didê, pîlan ew e ku guhertin di mejî û pêvajoya ramanê de çêbibe, ev jî li gor danêrenên Emrîkiyan li derdora 40 sal jê re divêt ku perwerdiyek nûjen ji avabûna mirov re gereke. Ji ber ku azadiya bingehî azadiya mejî ye, lewma jî bawerim ku wê ev azadiya gelê Iraqê destpêkirineke dîrokî be di avabûna bîrweriyek mirovantî de, ango ne tenê xelasbûna ji pûtên teknerîn û tekpartî yê lê belê arziya fereziyê jî bi xwe re ava bike.

Heke mirov bi ramaneke dî ya zelal li ser vê kêşeyê bisekine wê mirov bibîne, gelên ku fereziya xwe bidestxîne, karîna li ser ramanê û afrînerê jî li xwe rapêçane bi helwesta dijberiya sînoran û herifandina xêzên sor û kelemên parastinê. Bawerim ku rewşenbîriya mirovantî bingeha vejîna civata ye, lewma jî dibêjim piştî herifandina pûtan çavkanî ji rewşenbîriyeke nûjen re wê peyda bibin û wisa wê mejî bi perwerdiyeke hemdem ava bibe û pê re jî wê bîrweriyeke azad û demoqrat bête holê, ango wê mirov bikaribe bêje ku rewşenbîrî ji otobanên tek alî xelas bibe. Û jixwe gava civat vekirîbe wê bandora zanistiyê di vajîhevan de wisa jî rewşenbîriyeke afirînder bîne pê û wê ciyê xwe têde bigire ku karibe diyaroka xwe di kesîtiya mirovantî de bide xwiyakirin. Bi vê jî hêvîdariya mirov xurt dibe ku wê piştî reştariya pûtan a dûvedirêj û dijwar wê di nav roniya jiyanê û di nav hemerengên civakê de wê mirovantiya xwe biçesipîne û hemwelatiya xwe jî di kişwera yasa û maf de bi cîwar bike.

Dikarim bêjim ku wê dema bê demeke nûjen be û wê mirovên nû bêtin xwedîkirin, wisa jî wê rewşenbîriyeke hewsing bi demê re bête afirandin. Ev yek wê bi xwe re jî rewşenbîriya rastiyê û zelalbûnê, ne ya tirsê û sextekariyê bide pêşiya mirovan. Bi rewşenbîriya reweşt a ku netewan ava dike û pîşesaziya dîrokê dike, rewşenbîriya ku dikare ramanan di azûmanên civakî de serbixe û bandora xwe li derdorê bike û pê jî movikeke giring di dîrokê de bide destpê kirin ku gelek tişt pê bêtin guhertin. Dixwazim vê ramanê bi gotina birêz Lokaş ku digot: “Her qonaxeke dîrokî, qonaxeke vegûhestiye, têde vajîhev kom dibin, tengasî û çareserkirin, herifandin û avabûn, her jî rijîmeke civatî nûjen û mirovek hemdem pê re têtin heyînê...” bicebirînim.

Gulan 2003 / Qamişlo

____________________

Meşal Temo nivîskarek kurdê Sûriyê ye, endamê Komîta Vejîna Civata Sivîl e li Sûriyê.

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: mehname@yahoo.com
Contact us: mehname@yahoo.com

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
Site hosted by Angelfire.com: Build your free website today!