Serrûpel Hejmar 42, tîrmeh 2003

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Nirxandin

Fuat Akpinar: Dora Kurdistanê ye
Şahînê Bekirê Soreklî: Emerîka û nefreta li hember wê
Cankurd: Vesazandina cîhanê, û hişmendên emerîkî
Meşal Temo: Rewşenbîrî piştî herifandina pûtan
Zerdeşt Haco: Gotar li pêşangeha pirtûkên kurdî
Mehmet Şahîn: Gotar di civîna KNKê de
Lokman Polat: Xelatên edebiyatê
Polat Can: Xwezî pirsgirêk ev tenê ba!
Lokman Polat: Şer û siyaset
Fuat Akpinar: Diktator hemû newêrek û tirsonek in
Lokman Polat: Weşanên herêmî
Fuat Akpinar: Rojên dawîn yên xumeynîzmê
Fuat Akpinar: Rojên esadîzmê jî nemane
Fuat Akpinar: Serxwebûn


EMERÎKA Û NEFRETA LI HEMBER WÊ

Şahînê B Soreklî: shahinsorekli@hotmail.com

Dema muhacirên bi pirranî belengaz û perîşan di sedsalên 18emîn û 19emîn û 20emîn de ji welatên ewropayî û şûnên din gihîştin warên ku îroj wek Dewletên Yekgirtî yên Emerîka (DYE) dihêt nasîn, wan nedizanibûn ku nifşên li dû wan ê hemwelatiyên dewleteke wisa bin ku dê di destpêka sedsala 21emîn de xwediya mezintirîn hêza aborî û leşgerî be di cîhanê de. Di sal 1797 de, dema George Waşington bû yekem serokê welatê ji bin desthelatdariya înglizî derketî, dewleta nû xwe li ser hîmên azadiyê û demokrasiyê bi rê xist. Li dû çareserkirina kêşeyên hindirîn û dawîhatina şerê navxoyî dewleta nû bi gavên mezin ber bi pêş çû. Va dewleta mezine ji 51 dewletên yekgirtî pêk dihêt ta destpêka şerê cîhanî yê 1em di derbarê siyaseta dervayî de bêyî tecrûbe bû. Ya rast, peywendiyên rêk û pêke stratêcî li gel welatên ji Emerîka dûr li dû şerê cîhanî yê 2yem bi rê ketin. Li gel ku hukûmetên emerikî dû re bi rêya istixbartên xwe, CIA (Cenral Intelligence Agency), û hêzên leşgerî dest pê kir tiliyên xwe têxe nav siyaseta gellek welatên li başûrê Emerîka, başûrê rojavayê Asya, Rojhilata Navîn û şûnên din jî, hemwelatiyên emerikî bi xwe di derbarê jiyana li cîhana mezin de hema-hema bêyî haydarî bûn. Cîhana wan Emerîka bû û mîdyaya wan ya herêmî xwe bi pirranî tenê têkiliye cîhana wan ya biçûk dikir. Li gel hemî pêkaniyên di dest karbidestiya emerikî de, û li gel rola mezin ya CIA jî, mirov dikare bibêje ku tevî pêşkeftina bêhûde di warê teknolocî de DYE di warê siyasetê û danûstendina bi dewletên din re weqa ber pêş neçû. Bi gotineke din, dewleteke wek Emerîka divabû di vî warî de jîrtir û jêhatîtir bûya. Hinek ji egerên vê rewşê:

A) Li bervaciya dewletên wek Brîtanya û Frensa DYE çi tecrûbeyên kûre berfireh di derbarê danûstendina bi neteweyan û welatên biyanî re nîne û ew bi xwe dewleteke ji aliyê dîrokî de ciwan e.

B) Zanistiya emerikiyan di derbarê gel û welatan de, bi dîtina min, bi pirranî akadêmî ye, yanê ew siyaseta xwe ta radeyeke bilind dispêrin şêwra bi “pisporan,” pisporên ku ta radeyeke bilind zanistiya xwe ji pirtûkan û lêkolînan bi dest xistine. Van pisporên ku di piratîkê de bi pirranî mentalîteya (zihniyeta) daniştvanên welatên din ji nêzik ve nedinasin gellek caran di hizr û pêşniyaziyên xwe de şaş bûne û baweriya wan di derbarê pirsên siyasî, civatî û herêmî… yên welatine de ne di cîh de bûye.

Li milê din, milletên din jî ji aliyê xwe de DYE ji nêzik ve baş nedinasin, ne jî struktûra wê ya bûrokratî bi kûranî fêhm dikin. Şêweya birêveçûna DYE ya dewletî şêweyeke wisa ye ku têgihîştina bingehîn di derbarê wê de ne hêsan e. Proseya hilbijartina senatoran û serokan bi serê xwe ne tiştekî wisa ye ku mirov bi hêsanî tê bigihê. Di proseya hilbijartina wan de sermiyandarên dewlemend û şirketên mezine neteweyî û pirrneteweyî roleke mezin dileyizin û di salên par de wan dikaribûne carine heta biryarên xwe jî li ser hukûmetê feriz bikin, yan bi şêweyên rasterast û ne weqa rasterast ya ew dixwazin bi Koşka Spî û Pentagonê bidin kirin. Wek nimûne, di salên 60an, 70yan û 80yan de, ji dest hinek sermiyandar û şirketên mezin hat ku bi rêya bikarhanîna dek û dolaban, û bi alîkariya hejmareke ji senatoran, hukûmetên emerikî têxine nav kirîzên bêhûdeye di derbarê siyaseta wê ya dervayî û destavêtina kar û barên welatên din de. Berjewendiya wan sermiyandaran û şirketan li aliyekî û nakokiya di navbera DYE û Yeletiya Sovyêtî de li aliyê din hîştin ku Waşington, bi taybetî li Viyetnamê û beşine Emerîkaya başûr, di çala şaştiyan wer bibe. Erê, DYE li dawiya dawiyê di amancên di derbarê têkbirina Yeketiya Sovyêtî de bi ser keft, lê bi encamê di cîhana mezin de çandeke nefreta ji DYE peyda bû ku dê bi dehan sal bidomîne. Îroj jî, li gel demokrasiya li DYE heye û azadiya mîdya, desthelatdarî ta radeyeke bilind, bi şêweyeke nerasterast, di dest dezgeh û şirketên mezin de ye, lê amanca wan ne ew e ku bila Emerîka welatan dagir bike, wekî ku welatine ewropayî di sedsalên borîn de di kirin. Amanca wan îroj bêtir ew e ku di cîhaneke bi asayiş de bazirganî bi serbestî cîh bigire û mala wan bi xwe, her weha berjewendiya wan ya aborî, nekeve tehlûkeyê û geflêxwrinê.

Wek li jor hat diyarkirin Emerîka, wek dewlet, ketiye nav şaştiyên mezin. Lê va yeka wê xwebêjê nade ku her hukûmet û her desthelatdarê emerikî kujer e, ne jî wê xwebêjê dide ku DYE tenê bi kiryarên bed radibe. Va dewleta ciwan di salên jiyana xwe de her weha sûdeke bêhempa gîhandiye cîhanê, ji pêşvexistina teknolociyê bigir ta zanyariya gerdûnî û gellek tişt û ramanên di navbera wan de. DYE welatê dora 300 milyon kes e û di nav wan de bêguman her şêwe mirov hene. Hesibandina tevahiya wan wek neyar, ta wê radeya ku her yek ji wan bibe amanca kujtinê, ramaneke bi ser û binê xwe ve şaş e û ne mirovane ye.

* * *

Li dû ku aşkere bû hêzên emerikî û hevpeymanan ê hêrîşê bibin ser recîma Seddam Husên neyartiya kûr li dij DYE ne tenê li nik neteweperestên ereb û welatên musilmane di bin bandora îslamiyên rêhişk de gurr û diyar bû, lê her weha li welatên rojavayî. Şîrovekirina nefreta li welatên rojavayî li hember Emerîka ne hêsan e, çimkî gellek egerên wê yên nixamtî û aşkere hene û guman tê de niye ku destên veşartî jî di tûjkirina nefretê û birêxistina kampanyaya li dij Waşington de hebûne. Gotinê naxwaze ku li bajarên rojavayî beşê herî mezin ji beşdarên xwepêşandanên aştiyê, yên ku di pratîkê de xwepêşandanên li dij DYE bûn, ji kesên mebestpak û aştîxwaz pêk dihat. Li milê din, hejmareke ji beşdaran bi prensîb li dij şer bûn, çimkî girtina biryarê ji aliyê DYE û Brîtanya ve, ne ji aliyê Neteweyên Yekgirtî ve, wek tehlûkeyekê didîtin. Jê bêtir berjewendiyên welatine din, bi taybetî Frensa û Almanya, û metodên wan li dij Waşington bi kar hanîn jî rola xwe leyiztin. Lê li gel wan faktoran jî, guman tê de niye ku bandora şerê sar yê di nabera DYE û Yeketiya Sovyêtî de hîn jî di cîhgirtina xwepêşandanên li dij DYE de hebû. Ji bîr neçêt ku tevgera aştiyê di salên 60an û 70yan de di dest piştgirên Yeketiya Sovyêtî de bû û wê demê jî bi pirranî wek hacetekî propagandaya li dij DYE dihat bikarhanîn. Ta roja îroj jî tevgera aştiyê bi pirranî berdewamkirina wê rêyê ye, heta eger rengê soravîn û kesk li hin şûnan şûna rengê sor girtibin jî. Her weha bêyî guman e ku rêxistin û kesine bo recîma Seddam Husên piştgir, yan jê perewergir, roleke di zîzkirina wan xwepêşandanan de hebû. Ew komonîstên dilşikestî yên ku li dû têkçûna Yeketiya Sovyêtî û rabûna modeya komonîzma şoreşgêr çilmisî bûn, yan rengê xwe ji sor guhertibûn soravîn û kesk û rengine din, hemiyan nefreta li hember DYE vejandin û va fersenda bo raberkirina wê bi kar hanîn. Mîdyaya rojavî ya ku jê re bûye mode ku xwe bi kûranî têkiliye her tişt û karê Emerîka tê de heye bike jî xwe têkiliye kampanyaya li dij DYE kir û bi pirranî, çiqa Seddam Husên û recîma wî wek stemkar raberkirin jî, li dij şer, û di eynî demê de li dij hukûmeta emerikî û hevalbendên wê, bû. Va dijîtiya mîdyaya rojavî, gellekên brîtanî, australî û emerikî jî di nav de, hîn jî bi berferehî berdewam e. Wek nimûne ji bûyerên li Îraqê, başûrê Kurdistanê jî di nav de, cîh digirin bi pirranî tenê aliyên nerênî dihên raberkirin.

Wisa diyar e ku raberkirina nefreta li hember Emerîka, heta eger ne nefreteke durist be jî, di rojên îroyîn de bûye mode. Yanê, wek nimûne, gellek kesên ji cîhana 3yemîn û 4emîn li dij Emerîka ne, lê eger vîzayeke bo bicîhbûna li bajarekî emerikî bi dest wan keve, ew ê bi heft destmalan rabin dîlanê û biçin li wir bijîn.” Va li aliyekî, li milê din, gellek kesên li cîhana rojavayî di derbarê rastiya rewşa cîhanê, bi taybetî ya Rojhilata Navîn de, ne xwediyên haydariyeke rêk û pêk in. Dema kamêrayên televizyonê dîmenên ji Îraqê raber dikin gellek kesên li welatên rojavayî wisa dizanin ku van dîmenan hemî encamên şer in. Bêyî guman hinek ji wan peywendî bi şer ve hene, lê bêkarî, nezantî, tîbûn, birçîbûn, dizîtî, gemarîbûna taxan, bêaramî û nexweşiyên dine civatî hemî beşekî adetî ji jiyana gellek welatên Rojhilata Navîn, erebî, îslamî û “cîhana sêyem” in. Li hinekan ji van welatan bêtir ji 75% ji hemwelatiyan bêkar in û divêt bi xwe rêyeke xweîdarekirinê bibînin. Zarok, hinek ji wan 6-7 salîn, li ser taxê tişt-miştan difroşin, qondereyan boyax dikin, yan parsê dikin. Di welatên ku tê de bawerî bi wê yekê heye ku Xwedê tenê yê wan e, ku tê de navê Xwedê bûye beşekî ji taxê, ku tê de zanistî û nezantî li nav hev ketine, ku tê de melleyekî şerûdî bi rîh, yan serokekî zîrt, dikarin koman ber bi agirî bişînin, li van welatan rastiya objektîv ji mêj ve hatiye gorkirin. Lê heta bi mîdyaya rojavayî be, da ku razemendiya aliyê li dij Emerîka bi nefret bi dest xe, û da ku xwe wek bêlayan diyar bike, pirr caran siyasetmedarên emerikî û siyaseta wan dixe nav maşeyeke germ. Li milê din, Dezgehên wek CNN yan BBC wê bizavê dikin ku eynî demê û graniyê bidin gotinên kesekî wek Sehhaf (wezîrê îraqî yê ragîhandinê, yê par) û berpirsiyarekî emerikîi yan brîtanî. Gellek kes û alî hêrîşa li dij recîma îraqî cîh girtî bi wê yekê ve girê didin ku DYE dixwaze dest bide ser petrola îraqî, lê diyar nakin ku va dora 30 salan e ku petrola îraqî bo êşendin, êşkencekirin, girtin, derhanîn û kujtina bi milyonan îraqî hatiye bikarhanîn. Bêyî guman ne tiştekî durist û di cîh de ye ku “Emerîka dest bide ser petrola îraqî,” lê her weha bêguman e, heta eger tiştekî wisa bo demekê cîh bigire jî, ku sûda ji petrola îraqî bigihê Îraqê û hemwelatiyên wê dê ji ya dema recîma Seddam Husên bêtir bêt.

* * *

Di destpêka nîvê 2yem yê sedsala 20emîn de daniştvanên hinek welatên ku berê bindest bûn di wê baweriyê de bûn ku ew ê li dû azadbûna ji welatên dagirker welatên xwe bikin “cenneta alî.” Di salên destpêkê yên azadiyê de daniştvanên paytext û bajarên wan yên mezin di nav keleboxa neteweperestiyê de vegevizîn yan bi encama ramanên marksî yên ku wan tenê di pirtûkên hatinî wergerandin de xwendibûn bûn şoreşgêr. Li dû ku paytextên wan bûn şûnên cîhgirtina înqîlabên leşgerî serok li dû serok hatin ser sehne û mîkrofonan ta wê roja ku yekî xwe wek serokkomar, lê di rastiyê de wek kiral, bi cîh kir, hevsarê welêt bi dest xist û di derbarê xweparastina ji înqîlaban de bû pispor da ku ta roja dawîn ji jiyana xwe karbidest bimîne û li dû wî kurên wî şûna wî bigirin, bi piştgiriya rêxistinên şûna eşîran û zilamên şûna peyayên axayan girtinî.

Bi hatina sedsala 21emîn re rewşa li van welatan bi pirranî tenê li paytextan û şûnine taybet baştir bû, ew jî ne bo her kesî. Pirraniya xelkê her bêkar û bêhêvî ma. Bi encama xizantiyê, bêhêvîtiyê, stemkariyê, nezantiyê û hemî egerên dine nerênî li nik hejmareke mezin ji daniştvanên van welatan, tenê hêviyek ma ku ew xwe bispêrinê: Xwedê. Bi saya wê hêviyê ye ku bi milyonan mirov li van welatan meraqê li jînê û mirinê dikin. Di rewşeke ku tê de nexweşên wan nikarin têkevin nexweşxaneyan, jinên wan av nîne ku serên zarokan bişon, û bidestxistina xwarina rojane bûye têkoşîneke berdewam, bo pirraniya wan baweriya bi Xwedê û olê ye ku êş û jana jiyanê piçekî hêsantir dike.

Karbidestiya ”îslamî” ya ku li Îranê hevsarê welêt li dû 1979an bi dest xist baş ji rewşa aloz ya cîhana erebî û îslamî haydar bû. Loma wê fersend bi dest xist û ola îslamê di dest xwe de kir hacetekî siyasî. Ew bû firoşkara “Şoreşa Îslamî.” Di destpêkê de ew ne tenê amade bû ku “şoreşê” bi deyn bifroşe, lê hîn bi ser de pere jî didan muşteriyan. Li dû ku welatine îslama sunnî dîtin ku Îran di warê piştgiriya siyasî de li cîhana îslamî û erebî dewlemend dibêye, hinan ji wan jî dest pê kirin bi olê bazirganiyê bikin. Heta bi Seddam Husênê ku îslam bi xwe îhanet dikir peyvên Allahû Ekber ji devên bazirganên Tehranê derxistin û li ser ala Îraqê bi cîh kirin.

Li gellek welatên erebî û îslamiye ku tê de rexnegiriya siyasî dikare bibe egera kujtin, girtin û êşkencekirinê, û mirov di wan de dikare tenê bi navê “Ellah” dilê xwe piçekî honik bike û diyar bike ku ji “serok” mezintir jî “hêzek” heye îslama siyasî bû agirê bi pûş ketî. Rewş gihîşt wê radeyê ku heta bi karbidestên fasiq be jî dest bi lêkirina mizgeftan kirin û carine xwe ji îslamiyên rêhişk bêtir îslamî diyar bikin; bi wê amancê ku xwe û karbidestiya xwe biparêzin, mirûdên robotî ji xwe re peyda bikin û bi navê îslamê pêşbiriyê li neyarên îslamî bigirin.

Ji bo her dewleteke dîktator neyarekî ji derve pêwîst e, çimkî di bin siya “têkoşîna” li dij vî “neyarî” de deweleta desthelatdar her kiryarê bo xwe helal dike û her serkneftina di warê aborî, civatî û leşgerî de dispêre neyêr. Ji bo gellek welatên di bin karbidestiya dîktatoran de, ji bilî ewên ku xwe wek dostên DYE dihesibînin, neyartiya li dij Emerîka bû qulpekî. Karbidestiya li dû şah li Tehranê bi cîh bûyî jî hewcedarî bi neyarekî, yan tew neyarine, hebû. DYE bû yek ji wan. Wê melle bi kar hanîn û bi alîkariya wan dest bi kampanyayeke bêhûde kir, kampanyayeke bi amanca ku Emerîka di çavên xelkê de bike “şeytanê mezin.” Di nav 20 salan de va şêweya xutbeyên mizgeftî li Îranê bû mode û hat bikarhanîn, ji mizgeftine Yemenê bigir ta mizgeftine Îndonêzyayê. Van melleyan, hinekan bi zanistî, hinên din bi nezantî, Emerîka di çavên mirûd û bextereşan de kirin egera hemî bêtarên bi ser wan de hatinî û belengazî û nezantiya ew kirinî bin siya xwe. Piştgiriya Israîl û stemkariya ku wê li filstiniyan dikir her wek yekem nimûne dihat dayîn. Va pêla îslama siyasî li dû kurtedemekê xwe ji welatên erbî û îslamî derbas kir û gîhand koçber û penaberên musilman yên li welatên ewropayî, Keneda, Australya û heta li Emerîka bi xwe cîhwar bûnî, musilmanên ku bi encama belangaziya aborî û demokrasî ji welatên xwe reviyabûn, lê ji ber ku behuşta ew li dû nedîtibûn dîsa li rehên xwe vegeriyabûn, bi giyan li welatên rojavayî dijîn, lê bi raman û hiş û bawerî li welatên ew jê hatinî bûn, ew jî li beşên herî kevneperest yên wan welatan.

Ji bîr neçêt ku hukûmetine par yên emerikî jî îslama siyasî bi kar hanîn, bi taybetî li dij komonîzmê, lê dema hevrika DYE, Yeketiya Sovyêtî, ji hev ket Waşington hew dît ku Îslama siyasiye rêhişk li serê wê bi xwe bûye belayeke mezin. Kesên wek Bin Ladin yên ku di şerê bi hêzên sovyêtî re (li Afxanistanê) wek “boke û şervanên azadiyê” ji aliyê Waşington de dihatin binavkirin îroj di çavên wê de, yan li pêş çavên wê, bûne “neyerên herî mezin yên aştiyê û asayişê.” Bi encama piştgiriya emerikî ya bo Israîl û dawîdana xwedîderketina bi dizî li kesên wek Bin Ladin, tew derketina li dij wan, Emerîka ji bo îslamiyên tundrê bû yekemneyar. Karbidestiya “îslamî” li Tehranê zatî ji roja 1em de durişma “merg bo Emrîka” di dest xwe de kiribû hacetekî bidestxistina piştgiriya îslamiyan.

Wisa jî, li pirraniya welatên erebî û îslamî DYE ne tenê wek piştgira Israîl, xizmetkara ziyonîzmê û çavkaniya fesadê hat û dihêt raberkirin, lê her weha wek egera tîbûn, birçîbûn û lipaşmayîna welatên ereban û musilmanan.

* * *

Nefreta komonîstan û neteweperestan li hember DYE ji ya îslamiyên rêhişk ne pirr kêmtir bû. Wan jî bi dirêjiya salan propagandaya li dij DYE belav kirin û hîn jî berdewam in. Heta di nav gelên bindest de ku li welatên wan xelkê ne siyaseta emerikî û ne jî civata emerikî çê-çê dinasîn DYE wek mezintirîn neyar dihat ber çavan, cimkî wan jî bindestbûna xwe bi Emerîka, “sîmbola kapîtalîzmê,” ve û azadiya xwe bi Yeketiya Sovyêtî, “sîmbola sosyalîzmê û azadiyê” ve girê didan. Li gor wan, tenê bi encama ketina Emerîka sosyalîzm ê pêş ve biçûya û ew ê ji xizantiyê, birçîbûnê, nezantiyê û kevneperestiyê rizgar bibûna. Va mêlodiya xewnên payîtiyê hîn jî di nav beşekî ji hemwelatiyên welatine wek Tirkiyeyê, gellek ciwanên kurd jî di nav de, berdewam e. Çiqa di nav vê mêlodyê de hinek rastî hebe jî ew ji rastiya tevahî û realîteya jiyanê û cîhanê gellekî dûr e. Eynî xewn îroj di nav hişên îslamiyan de ye. Tenê xewna wan ne di “cîhaneke sosyalîste behuştî” de, lê di “cîhaneke îslamiye behuştî” de dihêt ber çavan.

Bi encama va propagandaya zîze ku bêtir ji 50 salan domandî dijitiya li hember Emerîka, û ta radeyekê tevahiya cîhana rojavayî, hema-hema bû xusetekî wîrasî û ket nav xwîna beşekî mezin ji daniştvanên van welatan. Propagandaya li dij DYE weqa bi hêz û berfireh bû ku ne tenê îslamiyên rêhişk, komonîstên klasîk û yên xeyalperest, û erebên neteweperest, lê her weha beşekî ne biçûk ji daniştvanên din li herêmê, kesên kurd wek nimûne, li dij Emerîka bûn agir, li gel ku ne dewleteke ereb, ne jî yeke musilman tiliyeke xwe ji bo bidestxistina mafên wan, yan tew istinkarkirina stemkariya ku li wan dibû, şewitandibûn. Emerîka di çavên hejmareke mezin ji daniştvanên van welatan de bû wek marekî, yan hêkeke gennî. Bi gotineke din, wan nema Emerîka li pêş çavên xwe wek welatê ku tê de dora 300 milyon hemwelatî dijîn, wek welatekî ku ji gellek bajaran û dewletan pêk dihêt, ku di wan de bi milyonan zarok, jin, mêr, kal, ciwan, çep, rast, reş, spî… hene, dîtin. Bo wan Emerîka bi hemî bawermend û feylesof û zanyar û rind û nerindên xwe ve wek yek kes hat xuyakirin û ew jî wek kesekî “kafir,” kesekî diz û kesekî stemkar, lê di eynî demê de nekes.

Nefreta li dij Emerîka û cîhana “rojavayî” weqa kûr bû ku heta hinekan ji îslamiyan û neteweperestên cîhana erebî pêşkeftina li gor demê cîh digirtî qedexe kirin û wek tehlûkeyeke bo çanda îslamî û erebî hesibandin. Lê li gel vê nefreta kûr jî wan nikaribûn rê li pêşkeftina “rojavayî” bigirin. Wan otomobîlên wan, televizyonên wan, radyoyên wan, mûzîka wan û telefonên beriyan bi kar hanîn; çekên wan, cigareyên wan, dermanên wan û hema-hema her tiştên wan kirîn. Durûtiya wan gihîştiye radeyeke mêlodramîk. Bo nimûne, çend rojan ber hêzên emerikî hêrîşê bibin ser Îraqê kombûna Rêxistina Welatên Îslamî li Qeter cîh girt. Di kombûnê de gellek axiftinên agirî li dij DYE hatin bihîstin, di wê demê de ku seroktiya hêzên emerikî hema bi çend kîlometiran ji wan dûr li eynî welatî hêrîş amade dikir, di wê demê de ku firrokên emerikî bi ser wan re wan difiriyan!

Cîhê dax û mixabê ye ku siyasetmedarên emerikî di warê siyaseta biyanî de ne zîrek û jêhatî ne. Xweziya wan siyaseta xwe ya dervayî bidana dest Brîtanya! Gellek şaştiyên emerikiyan hene û carine mirov wisa texmîn dike ku ew bi xwe neyarên xwe ne. Lê hebûna aliyên neqenc li nik DYE divêt wê xwebêje nede ku aliyên wê yên qenc û bedew nînin. Li gel hemî dijitiya li hember DYE jî, bi dîtina min eger di nav emerikiyên li ser karbidetiyê de siyasetmedar û axifgerên zîrek hebûna, kesên ku bizanibûna li gor zihniyeta endamên gelên cîhana sêyem biaxiftana, heye ku va nefret û neyartiya li hember wê negihîştibûya vê radeyê. Lê çawa be jî, spas ji Yezdanî re ku va hêza mezin di dest DYE de ye û ne dîktatorekî şerûde û nezan, yan partiyeke ji wan partiyên ku şer û agir û nefret ji wan dibare.

Nefreta cîhanî li hember DYE bi min ve wek vê nimûneyê xuya dike: Li welatine rojavayî kesine serserî û li ser taxan bêkar û bêrûmet rojê deh mirovan îhanet dikin, lê kesek îhanetkirina wan ceddî bagire. Lê dema li van welatan mirovek ji aliyê dezgeheke dewletê yan kesayetiyeke dewlemende navdar de hema piçkî dihêt “îhanetkirin” qiyamet radibe û yê hatî “îhanetkirin” li dezgehê, yan li yê dewlemend, gilî dike û daxwaza dayîna berdêleke ku carine nerxê wê digihê bi milyonan dolar, dike. Bi gotineke din, dîktatorên wek Seddam Husên û dewletên şerûdeye biçûk çi stemkariyê û çi neheqiyê bikin jî nefreta cîhanî li hember wan yeke bi sînor e, lê dema DYE tiştekî ne li gor daxwaza hinan bike, nefret yeke bêhûde ye.

Bi kurtî: karbidestiya DYE ber her kom û dewletê bo berjewendiya gel û welatê xwe kar û xebatê dike, lê karbidestên kîjan dewletên pêşkeftî eynî tiştî nakin! Di qonaxa dîrokî ya îroyîn de DYE mezinhêza aborî û leşgerî ya tenê ye. Eger ew ji mezinhêzên par yên dîroka cîhanê ne baştir be, ew ji wan ne xirabtir e jî. Wek dewleteke mezine bi hêz aliyên wê yên erênî û yên nerênî hene, û gotinê naxwaze ku di nav emerikiyan de yên baş û yên ne baş jî dê hebin, her weha yên zana û yên nezan jî; û hukûmetên emerikî dê hîn gellek şaştiyan jî bikin. Emerikiyên desthelatdar û sermiyandar dixwazin bazirganiyê di cîhaneke aram û bi asayiş de bikin. Ewên jîr û jêhatî dê bikaribin bi kirina bazirganiya bi wan re sûdê bigihînin welatê xwe jî. Ewên wisa bawerin ku lipaşmayîna wan, tevahiya kêşeyên wan û seranserê nexweşiyên wan yên civakî tenê bi encama siyaseta emerikî li holê ne xwe bi xwe dixapînin, yan xwediyên haydariyeke kêm û yekalî ne. Ewên ku guhertinên di cîhanê de cîh digirin napejirînin, guhertinê her wek xirab û bi ziyan şîrove dikin û dispêrin cîhana rojavayî dîsa şaş in, li gor min. Her weha şaş in yên ku DYE bi wê yekê gunehbar dikin ku neyartiya îslamê dike. Kêşe bo îslamê ne Emerîka ye, lê aliyên îslamiye rêhişk in ku wisa bawer in dem dikare di şûna xwe de raweste; û hêvîdar in ku demokrasiya durist û serbestiya mirovî “bi navê Xwedê” û li gor dîtina xwe berbend bikin

Û gotina dawîn: Ji xwe re bo deqeyekê bide ber çav, xwendevanê hêja, ku hêza Waşington di dest kesekî wek Seddam, serhişkekî ataturkperest, yan dîktatorekî nîvdîn de bûya! Wek pêşiyên me gotine: Debir li began dibe, lê ne li axmezûtan! Yan gotineke bi vê xwebêjê: Ji axayên dewlemend metirse, ji yên dunênedî û çavbirçî bitirse!

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: mehname@yahoo.com
Contact us: mehname@yahoo.com

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
Site hosted by Angelfire.com: Build your free website today!