Dibêjin caryekê çiwar mirovên kurd, her yek ji beşekê ji çiwar parên Kurdistanê, li va revendiya dûr li cihekê bi hoyekê li hevdu cihviyan û xwastin hevdu û parçeyên welatên xwe nasbikin. Kurdê ji bakur got, ewa ji seriyê Kurdistanê ye û bakur bi serhildanên weke yên Şêx Seiidê Pîran, Seyêd Riza û ya PKK navdar bûye û ewa bi beşê xwe gelek razî û şanaz e. Kurdê rojhilatê pê re got, ewa ji pişta, rohata û îraniya Kurdistanê ye û rojhilat bi Komara Mehabad gelek nasdar e, lewma ew jî bi beşê xwe pirr qayîl û serbildind. Kurdê ji başurê Kurdistanê bi ser de got, ewa ji dilê Kurdistanê ye, cihê şoriş û Barzaniya kurdan e û ewa xwe bi va yekê ve gelek vedinê. Li dawiyê dore hate kurdê suriyê; wî jî got, ez kê çih bibêjim, bi rastî başurê piçok bi pirrbûna partiyan dengdar e, hejmara partiyên me û lezbûna perçebûna wan ji yên hemû beşên din yên Kurdistanê zengîn- û dewlementir e.
Hêzên gelek ji me kurdan mezintir em di deman de perçiqandin û niştîmana me parve- û dagîrsandin. Yekîtiya me kurdan li Suriyê bibû çetintirîn barê li ser û pêş me. Partiyên kurdên binxetê li ser helwestên xwe li hember rêjîmên arabên deselatdar - bi sebeba ewna jî hên xwe ji dagîrsandinê rizgardikin û fillestîn hên jî zeptkirî ye - nedibûn yek. Mindal û şagirdên me îro bi nirîn û pîyasin din li va rewşê sêrdikin. Biryatiya arab û kurdan li Suriyê hewna ji niweyê me zelaltir dinirxînin. Çek û alîyeta berxwedan wan ji yên me bilyan- û nûjentir in. Bîr, zanîn û saliqiya wan ji yên me baştir in. Şam ne bi tenê ya araban e, milka me kurdan jî. Vebijartina paytextê bo daxweyandina doza kurdên suriyê nîşana serkeftina siyaseteke nû li rojhilata navîn e. Bêyî dijayetiya nijadî kurd dên li Suriyê û Libnanê mafên xwe yên rewa bistînin. Hêviya me giştan ew e, daxwazên şagird û xwendevanên berxwedana Şamê, bi arêbûna deselatdarên rêjîma baasê araban, bi rêzdankî û aşitî bicihwerin. Givaştina glovariya Europayê û Amerîkayê li ser Rojhilata Navîn nahêle rêjîmeke weke ya îro li Suriyê hukimdike, bimîne, berdewambike.
Li pêş me kurdan cîhaneke nû vedibe; tê de gerek em, giringtir niweyên nû, mindal û şagirdên xwe bo her sewîyekê zanayî, bîreyî, madeyî, diravî, cihvatî, saliqî, ayînî, pîşeyî, asayî, ...ûhd. amade- û perwerdebikin. Em ji dehsalan de fêrî serfirazîyê, xwedanê serxwebûniyê nebûne. Veqetîn dijwar e, lê wekheviya me kurdan bi araban re ne veqetîn, hevjiyana azad û rewa ye. Kurdên li Suriyê wên di nizîkî de bi kurdî, bi zimanê xwe bîrbikin, biramînin, jîn û jîngayê nasbikin; ewna yê rastiyên din bo xwe li va hebûnê bibînin. Rastiya hin araban, turkan, alemanan, ... ûhd. bi zor û xapê dikirin seriyên me şaşitiya me bû. Rêjîma arab dikane li gel mafên kurdan bijî yan jî bikeve. Ceza û zîndan ne tenha bo kurdan in. Paydosbûna dagîra biyaniyan li ser me kurdan bi dawîbûna „baasiyetiyê“ û „kemaliyetiyê“ girêdayî ye.
Xwepêşanderên Şamê rêka rastiyê li pêş kurdên Suriyê vekirin: Em jî hene, em jî mirov in, em jî dibên mirov bin – li va welatî! Berxwedana Şamê hêviya nemirdiya kurdan û rewayetiya yekîtiya wan diyarkir. Çend paydankên din li Diyarê Meşqê (Dimeşqê) û em dê bibînin, çon kurd dikanin li bogirê nîştevanên din li wir bibin xwedanên, beşdarên ax û seraxên Rojhilata Navîn.