Tu dizanî di dengê te da çi heye
Navenda baxçekî heye
Hevîrmêşa hişîn kulilka zivistanê
Ji bo kişandina cixarê
Tu derdikevî qatê jor
Tu dizanî di dengê te da çi heye
Tirkiya bêxew heye
Tu ji karê xwe dilxweş nînî
Ji vî bajarî jî hez nakî
Mirovek î rojnama xwe lûr dikî
Tu dizanî di dengê te da çi heye
Ramûsanên kevn hene
Cama ximamî ya serşokê
Tu çend rojan nexûya
Stranên dibistanê hene
Tu dizanî di dengê te da çi heye
Tevliheviya malê heye
Tu hercarî destekî xwe dibî serê xwe
Tenêtiya xwe ya ji ber ba hatiye daxkirin
Serrast dikî.
Tu dizanî di dengê te da çi heye
Peyvên ku te hîn negotine hene
Dibe ku tiştên piçûk be
Le di vê seeta rojê da
Wek abîde disekinin
Tu dizanî di dengê te da çi heye
Peyvên ku te hîn negotine hene.