Were çiku hêviya me xaniyek e li ber herrika avê diheje,
badeyê bide çiku jiyan li ser rêya meşa bayan hatiye danîn.
Lê civata wan mirovan min bal xwe ve dikişîne
yên dilê wan geş e tevî ku hat peyitandin
ku ev dinya ne ti ye.
Bi çi ravekim ya destê nediyar
şeva borî ji min re nivîsî
dema sermest paldayî bûm
li paşodeya yê meyfiroş, li erda tazî?
"Ey bazê çavtûj,
yê lîsê wî li ser dara padişahên jiyanê,
çima li nav kolanên bajarê bêhêvîtiyê digerî?
Ji keleha gupika esman fîtînek tê,
karê te li vê kuncikê çi ye?"
Bo xwe bike şîret û guh nede tiştek dî ji bilî ya dibêjim,
ev hişmendiya pirr kevnar ya hosteyan e:
Ev dinya ziyanê nagihîne te,
wiha got wan yên dirêj
meşîn bi rêçikên evînê ve.
2
Ûsiv wenda bû lê dê vegere Kenanê
- xeman nexwe.
Kavilê xanî kavil e lê pêşberî wî gulistan e,
xeman nexwe.
Dilê bi kêlbetanan şidandî, rewş dê baş bibe,
gazinan bihêle,
serê te dê vegere tenahiyê ji rêyên şaş,
xeman nexwe.
Ey jiyan, bi nîvî binaxkirî!
Ger dîsan carekê bihar bêt,
ey firrindeyê stranbêj, tu dê li nav baştirîn zeviyan bî.
Çerxa felekê carekê duyan dijberî me zivirî,
lê çi bim ew im
êdî nikarim diravek nû çêkim.
Xeman nexwe.
Bêumêdiyê bihêle tevî ku te aşkere nekir jî raz,
nedîtin rikeberiyên ji pişt serpoşan.
Xeman nexwe.
Ger tofana nemanê bingeha hebûnê hilweşîne,
Nûh dîsan keştîvan e,
xeman nexwe.
Ger bixwazî biçî Ke'bê, bi piyan li çolê bimeşî,
ji ber lomeyên striyan xeman nexwe.
Ger xaniyê te xeternak be, neqayim be, yan armanc dûr be,
bizane rêya bêdawî nîne.
Xeman nexwe.
Felek dikare êdî tenê bibe odeya bênên nîvtevav.
Peyamberên gerrok dê hê pirr li ser rewşa me bipeyivin,
xeman nexwe.
Hafiz, li quncalên hejariyê, li kuncikên şevên tarî,
dema dixwînî Qur'anê, sûreta xwe, xeman nexwe.
3
Hezar dijminên min yên dorberê li min zeft dikin
nikarin ti li min bikin
ger tenê tu li gel min bî.
Tenê hêviya dîtina te min dihêle sax.
Ger biramim ku bîskekê jî dûrî min î,
tirsa mirinê min digire.
Ba dîsan bêna xwe vedide.
Di henasehilkişandinê de jiyana Yezdan,
di henaseberdanê de ya Siriştê heye
lê ew ne giring in hindî wî bayê han
yê beşek jê tu yî.
Demên bêxewîyê xwe dikin hevbendî veqetîna te
da nemanê bihêlin bo wan kêlîkan
yên tu lê nînî.
Devê şûrê te gihand min birînek
ya dîsan jî bêna balsamê lê fetisîner e.
Ew mîna agirê yê kîmyakar e
madenê canê min taliyê di helînoka xwe de dihele,
wêne parçe-parçe dibe lê ew agir dîsan jî
hejî sed balsamên dermansaziyê ye.
Li hevgeha jiyana ebedî
carekê bi devê şûr hatim êşandin.
Tevî ku canê min bişewite jî,
şadiya yê gorî sotinê
tenê pişkek e ji wê zewqê ya me hevgir dike.
Li ber xelk û alemê
Hafiz delalê ber dilê felekan e çiku niha
her û her rûyê wî ji xelkê veşartî ye
- veşartî di nav toza ber deriyê te de.
4
Bayê peyamber
tu ji welatê yara min tê
çi alavek sihrî be bîne
bîranînek biçûk jî ji yara min bîne
Min şewatên dilê xwe dan
bi peyamek biçûk
lê dilê min ji xwe şerm kir
bihayek wa rezîl bide
bi peyama delal min.
Rasterêk dibêjim we
yên hûn diravek zîvîn yê rezîl didin
bi bangên zêrîn yên
li ber êrişa yekem dikevin!
Spas bo Xwedê, fêlên xirab yên felekê
vê carê
bikêr in
bo daxwazên min û wê
ya Xwedê bijartiye.
Ev in em hemû
ser şorrkirî berev erdê.
Ma ne xewek saxlem e em dinivin
li ber deriyê yara min!
Dijminên min bêna xwe vedidin da dîsan dest pê bikim.
Spas bo Xwedê! Li evîna min ew nikare ti bandorê bike!
5
Bihêle tu jî qedehên bêkesiyê, yên dizîkî,
ger bibêjin me vexwer, hema bila em bi hev re vexwin,
ma ne baştir e wa?
Tu jî razên evînê aşkere bike,
gerra stêristanan bihêle.
Paradoksa jiyana te
bi axiftina li ser guherîna cihên stêran zelal nabe.
Rîsê wê teşiyê bêdawî ye.
Qedrê şûşeyê bigire di dest xwe de
rexên wê yên ji zêrê biriqdar
axa padişahên gorrkirî ne.
Behmen û Keyqubad
kî dizane ka ew?
Textê Cemşîd
peyaleyê dide dest min
min dibe jiyana mercdar.
Dûr ji meydanê rabû kemortikek tozê
wek baroveyê hat
û textê Cemşîd hilweşand nemanê.
Ferhad xwîna xwe bo çavên Şirînê herrikand
vê gotinê ji bîr neke
çiku gulên lale baş dizanin
ka felek çi bêbext e.
Dest biavêje şûşeya rex-laleyî
ji berî ew wenda bibe bin tozê.
Guh bide hişmendiya kevnar:
Kend û kospên mey di me de çêdike
mîna wan kavilan in
yên di şeqên wan de gencîne veşartî ne.
Bayê Moselle, ava Ruknabad
hê dişên bal xwe ve bikişînin
hê jî ji xwe vedirevînin
wî dengê bilûrê yê ji razê tê.
Li gel Hafiz tu jî vala bike şûşeya xwe
li ber awazên kêm yên çengê, netirse.
Baştir in ew awaz
ji yên ji çerxa stêristanê
tên guhên me.