redeka kambaxan
1
di germahiyeke sar de ...??
germahiyeke ji berfê
ez tenê me ..
tev vê tenahiya ji agir
tenê me ..
tev vê windahiya çav rijyayî
tenê me ... û
ez ne bêhtirî stuyekî guryayî me
bi kêrdaseke ko
ne bêhtirî birîneke dawerivî me
bi pencên mirdaran
2
di seqema agir de ...??
agirekî xûsar
azadiyeke azeryayî me
di vê redekê de
ji sergêjiya salan ..
ez bawîşkên rojan
di gewriya katijmêrên kambaxbûyî
de
lal dikim
li kangeha tariyê mikur têm ..
da ronahî bijî
li hindefa vemrînê mikur têm ..
da agir bijî
3
di vê redekê de ..??
ez û mêrxasiyê pêrgî hev tên
û .. hevdû himbêz dikin
ez û tîrojkê pêrgî hev tên
û .. tariyê vediciniqînin
û .. di himbêza bêdawiyê de ..
ez û mirinê pêrgî hev tên
ji bo
destpêka dawiya
vê jiyana mirar
di bin lingên dawereke paqij de
bête darxistin