her ku zeman
awirên xwe yên dexsok
diavêje min
ez cejnek şinazî
di çavên jiyanê de
dibînim
û .. bi çavên mirinê
li jiyanê dinerim
ji rêbwariya bêganiya xwe:
kulên nazdar ..
dispêrim şeva
xewnên şeva ..
dispêrim roja
rojên mirdar ..
dispêrim meha
mehên bînteng ..
dispêrim sala
salên sergêj ..
dispêrim zeman
zemanê zordar ..
dispêrim xuda
xudayê xemgîm ...???
ji bêganiya tenahiya xwe
min dispêre
zordestiyeke bê dawî.