Sibe,
pala xwe da kenogiriya êvarê,
hesreta xwe;
a mayî,
di serê tiliyên xwe de
veşart.
Tilî,
di kernevala bîra
ji agir,
û darbestên
ji avê de,
bûn çar hezar Laleş "Çeqelto".
Sibe,
di navbera
min
û te de,
bû stiraneke dûr,
dûûûûûr,
dûûûr,
ji çar hezar goristan
navûdengê
Xwedê
ûûû
çikiya.
Sibe,
di pencereyên berî razanê de,
bû çîrok
û westiya.
Sibe,
di zikak,
koşe,
û kolanên duh de,
wenda bû
û bû dîrok;
dîroka yara par,
dîroka laşê par,
dîroka giriyê kûr,
dîroka giriyê dûr;
yê memikên par,
dîroka silava hembêza
ji dûr
a par,
û dîroka herdu dilên gonê;
yên dînîtiya
xwîna
par.
Sibe,
di pirtûka aliyan de,
di kesera nanê sêwiyan de
û di hesretxwendina
keskê
nimêja
piştî herdu çavên te;
yên bilind
bilind
û bilind,
mîna du qiblegehan;
nimêja ji agir,
ax,
av,
ba,
hembêza silava hîro
û baranê,
bû baqek payîzok
û berî bejna te
weşiya.
Sibe,
cara dawî
rûkê xwe;
yê zû
mîna nimêjê
di gavên endekoyê de
şuşt.
Soza dawî,
a ji navê yarê,
di binê fincana qehwa wê de
zingiya.
Çend mizên dawî
û bi şewat
ji dawîtirîn çixara xwe;
a li ber nemanê
kişandin,
û bê yar,
bê „Beyanî baş“,
bê qehwe,
bê tûtin,
bê stiranên
ji avê,
bejnên ji zengil,
û bê destên
ji silava gulberojan
û qernefelan,
û bê pêjna dara hinarê,
buhirt.
Sibe,
weha rût û tazî,
mîna çemekî,
bêdeng
mîna janekê,
melûl
mîna tirênekê,
û bi şewat
mîna min û te,
li ber me da
û mîna babelîsokekê,
di xwîna me de,
miçiqî,
û navbera min
û te,
hey yara
li ber êvarê,
sibe,
hîn kêrek
ji pêjna ebedê ye
di cergê
panavê de!!!!