Were, ey Şeva pirrî pîr û şibî xwe,
Şeva Şehbanî ya ji kursiya desthilatiyê avêtî welidî,
Şeva navoka wê bêpêjnî ye, Şeva
stêrên wê wek zîqokan diçirisin
li cilên bi rîşîkan nexşandî yên bêtixûbiyê.
Bi dizîkî were,
sivik were,
bi tenê were, bi şengî, dest
li navtengê, were
û çiyayên dûr bîne ber rehên darên nêz,
bike mêrga xwe hemû mêrgên bibînî,
çiyayan bike tenê pişkek ji dirûvê xwe,
şêlî bike hemû kitederên wan yên ji dûr diyar,
hemû rêyên bi betenên wan ve hildikevin
her birr darên ji dûr ve wan dikin keskî tarî.
Hemû xaniyên spî yên dûkêlê wan ji nav daran radibe,
û tenê ronahiyekê bihêle, û yek dî û hê yek dî
li dûriya nediyar û bi awayek matker,
dûriyek tavilê negengaz e kes xwe bigihîniyê.
Zeriya dilovan
ya serdara her tiştê negengaz î yê em bêwec hêvî dikin bigihinê,
xewnên li tarîgewrika berspêdeyan xwe dixwişînin cem me, ji pişt pencereyê
vînên em didin ber dilê xwe
li tavgehên berfire yên hotelên navneteweyî,
li ber muzîka awaz-ewropî ya bi dengên dûr û nêz çêjandî,
û yên diêşin çiku em dizanin ew dê bi herherî bicîneînayî bimînin...
Were û me bilorîne,
were û me bihemêzîne.
Hêdîka eniyê bimaçîne,
wa sivik ku em maça te ferq nekin
bi awayek dî ji bilî qeliqîna di giyanê de.
Û ev kinkinîna gewrik bi ahengî hildikeve
ji kêmtirîn nihalokên hindirrî me
yên xwirakê didin hemû wan darên efsûnî
yên fêkiyên wan xewn in yên em didin ber dilê xwe û jê hez dikin
çiku em dizanin ku ew ne aîdî vê jiyanê ne.
Were, ji şengan ya şengtirîn,
şengtirîn û tijî
daxwazek nepenî ya girînê,
belkî lew giyan mezin û jiyan biçûk e,
û hemû lept û liv ji endamên leşê me venaqetin
û xwe digihînin tenê tiştên berdest
û em tenê tiştên berçav dibînin.
Were, jandar,
Mater-Dolorosaya Bêntengiyên Şermok,
Birca Qerenfîlî ya Xemên Biçûkhesibandî,
destek hînik li eniya tagirtî ya sernerman,
tama avê li lêvên ziwa yên westiyan.
Ji dûr were,
ji dûlikên qeraxa esman,
were û min hilkêşe ji herriya jan û bêkêriyê
ya di nav de digevizim.
Ji nav herriyê hilkêşe vê beybûna bêxwedî,
pel bi pel ji min re her çi feleka heyî diyar bike
û min li gor dilê xwe biwerîne,
li gor dilê xwe yê bêdeng û zelal.
Pelek ji min biavêje Bakur
ya jê radibin yên ji min re berê wa berdilî;
pela dî biavêje Başûr
ya lê deryayên yên Seyrvan vekirine berfire dibin;
pela sêyem biavêje Rojava
ya lê hildifûre her tiştê belkî Pêşeroj be
ya bêyî binasim heyranî wê me;
û ya dî, hemûyên ji min mayî,
biavêje Rojhilat,
Rojhilata hemû jê têt, roj û bawerî,
Rojhilata şikodar, fanatîk û bişewat,
Rojhilata derî sinoran ya ez dê ti car nebînim,
Rojhilata budayî, brahmayî, şîntoyî
ya her tiştê me neyî lê heye
ya her tiştê em ne ew in ew e,
Rojhilata - ma kî dizane? - belkî Mesîh ta îro jî lê dijî,
ya belkî Xwedê bi rastî jî lê heye û serweriya her tiştî dike...
Were, di ser deryayan re,
di ser mezintirîn deryayan re,
di ser deryayên qeraxên esmanî yên zelal nînin,
were û bi destê xwe pişta yê dirrinde biperixîne
û bi razdarî wî aşt bike,
ey kedîkera hîpnotîk ya liva bêhedan!
Were, matîjêkerê,
were, dayikaneyê,
were bi pêçiyên xwe, kevntirîn hekîma dinyayê ya rûniştî
ber nivînên xwedayên şiyana xwe jidestdayî,
te dît welidîna Yehova û Jupîter
û tu bişirî çiku bo te her tişt derew û bêwec e.
Were, Şeva bêdeng û mestane,
were û rapêçe nav pateyê xwe yê spî
dilê min...
Bi aramî mîna ba li êvara hînik,
bi nermî wek liva hemêzkerane ya dayikê,
stêr li ser destên te birqok,
rûpoşê razber yê heyvê li rûyê te.
Hemû deng têvel dibin awaz
dema tu tê.
Dema tu digavî hindirr, hemû deng vedimirin,
kes nabîne tu tê.
Kes nizane kengî hatî hindirr,
wa dixwiye ku her tişt tavilê diçe bi rêya xwe.
Ji hemûyê wenda dibin derxet û reng,
û li bilind li esmanê hê sahîyî şîn,
wek şalokek zelal, yan dewrek zer
yan tenê ronahiyek nû ya têt
heyv dest pê dike dibe rastîn.
II
Ey tarîtî, hoy êvara bi ser waran de tê, ronahiyên li bajarên mezin hildibin
û dengê efsûneyî yê dengûdorê vedimirîne
û westîna hemûyê ya di me veşartî ya li me diherrimîne
pêhesîna dixebite û zîrek ya jiyanê!
Her kolan coyek e li Venîsyaya xerîbiyan
û çend razdar e paşgeha yekdil ya kolanan,
kolanên berêvarê ey Cesário Verde, ey Mamoste,
ey helbestvanê "Hesta mirovê Rojavayî"!
Çi bêhedaniyek kûr, çi bêriya yek dî
û bêhay dimîne ji welatan û kêlîkan û jiyanan
çi belkî bêriya rewşên giyanî yên bi coreyek dî
terr dike navoka kêlîka hêdî û dûr!
Erjengiya di xewa xwe de digerre li nav ronahiyan,
tirsa nazik û şilqok ya pala xwe dide kujiyên kolanan
mîna xwastokekî yê pêhesekên wî negengaz in
û nizane wan bide kê...
Dema bimirim,
dema bifinim, bi rezîlî wek her kesî,
bi wê rêyê ve ya em xwe li ber dîtina têgîna me afirandî nagirin,
ji derî - tevî em bikarin jî - em tê re çavekî nadin hindirr,
berev keştîgehekê ya kaptanê Keştiyê wê nanase,
bila li vê kêlîka hêjayî bêriya min e biqewime,
li vê kêlîka efsûnî ya miştî henase û kevnariyê ye,
vê kêlîkê ya - hê pirr berî bêt têderxistin,
Platon di xewna xwe de îdeaya Yezdan dît -
saz dike beden û hebûna bilan ya biriqdar
li nav ramana xwe ya wek comek rastgeh belav dibe.
Bila ev be ew kêlîka hûn min dispêrin gorrê,
ev kêlîk be ya nabe bijîm,
ya nizanim hest bi çi dikim yan jî qaşo hest bi tiştekî dikim,
ev kêlîka dilovaniya wê jandar û qurre ye,
ya siyên wê ne ji tiştan lê ji derek dî ne,
ya derbasiya wê bi cilên xwe axa Jiyana Nazik ranaxwişîne
û bênek xweş jî li ser Rêya Awirê nahêle.
Destê xwe dane ser çokê xwe, ey hevbenda min neyî û ya naxwazim jî.
Destê xwe dane ser çokê xwe û bêpêjn li min binere
vê kêlîkê dema nabînim ku tu li min dinerî,
li min binere bêpêjn û bi nepenî û ji xwe bipirse
- tu ya min dinasî - ez kî me...