Daketin e,
serketin e,
daketin.
Wan bajaran berê xwe ji min guhertin.
Xaçerêkên hilma min,
sîberên te nêzîk dikin.
Tu carnan tariyên min sermest dikî.
Di mişarên xerîbiyê de,
birîna welatekiyî, ji dest xwe diçî!
Bajar û baran diqîrin.
Giryan e, şopa xwe anî.
Çem e,
ji guhanê xewna te û min.
Serkeftin e,
daketin e,
daketin.
Lêva pencerê,
sirûda giriyê vî bajarî ye.
Bişirîn e reşbînî.
Dagirtin e valahî.
Di dengê rût de,
hetaveke xemgîn î.
Li kenaran,
di biniya deryayê de,
bêhinfirehiya balindeyên sipiyî,
zîneta xemên xwe dirêsî.
Şaneşîna hevokên sehwa te,
di movikên birînê de,
vedengên tariya sermedî ne.
Şevbuhêrkên lerza bejna te,
rê û resmên gumanên min diweşênin,
elenda kovanên xak û ezmên in.
Daketin e,
serketin e,
daketin.
Wan bajaran berê xwe ji min guhertin.
Dewlemendiya..
mihnên bobelata zeviyên xewna te ne,
di navbera:
-Ken û girî de,
-Deng û vedeng de,
-Mirin û jiyanê de,
û di navbera min û te de,..
w
i
n
d
a
d
i
b
i
n..
Daristan e,
xurbeta ji bêgunehiya xewnên te!
Roj vedimire,
deng li xakeke têr baran digere,
ji şefaqa te, mirina min dubare dike keskesor.
Ji bêciriya dawiya şevê,
mija min xwe vedidize.
Dudiliya xunafa xêzên te ne,
Pîtên boşê serwext dikin.
Birûska revendiya rondikan e,
henasa te.
Zimanekî girtiyî,
silava bêhna gula qedexekirî,
Keskahiya xwe dimije, bajar.
Robar im,
di nav bîbîkên te de,
hespên xwe girêdidim.
Bese,
di bêngiya min çavên xwe bileqîne.
Aramê di xirecira mîroyan de,
B
I
C
I
H
B
i
k
E.
Daketin e,
serketin e,
daketin.
Wan bajaran berê xwe ji min guhertin.
Leylan im, hîmê bejna te,
bêrîvan î,
welatekî ji peyvan li hev dixî..!
Kevlankê bîra te toz e.
Rivîna şînê me.
Ba ye nivişta te.
Bergor e bişkuja te,
bergiriya şevînên te vala dike.
Dergûşa xemên xwe dinivînî, dibêjî:
-Min axîn kişand
ahîn kûûr kir
delalê dilê min î kuro lawo
dil xemgîn kir
bejin û bala min şewitî
te evîn gur kir
reng û dengên min xwe berdan lolo lawoooo
xem û derdan xwe di min wer kir.
reş û tarî kon vedabûn
hêviyan
koça
xwe
bar
k
I
r.
Hannover, 17.07.02, seet, 13.15
Wisa
Çavnebariya şevê bû,
di lerizîna lêva
kovanistana xemkêşanên min û te de,
te revand û bi ser min de
berda.
Ji baskên min,
te devlinga xewnê berda,
gehîşte min,
min bi ser sîbera bejna te de dakir,
westana xunafa sibehê
belawela
kir.
Şev e,
di arama zengelora nivêja şevçiraxên revend de,
xewnên dûrketî,
biyava şikestinên
awirên min û te bi xwe
d
a
d
i
k
i
n.
Xwîziya hilimvedana sorgulên serxweş,
xemla viyana min û te,
ji damarên, kolanên xerîbiyê
dikêşan.
Di mirina..
kildanên şevek e li xwe heyrî de,
tiblên zêmarê,
di Qendûra te de,
ez vedilorandim,
ji kabûsên hetavê re
dikirim giya..
Pala xwe bide wê pencerê,
Bîra te
li ser
kulîkên birîna min,
pencên xwe
seqa
dikin..
Tariya xwe
di tenêtiya min de,
belav bike,
sirûdên me
diqîrin.
Vedenga sîka şêtiya bejna te,
xwe
li tiliyên min
badidin.
Giriyê min,
xwe bi te
di
pê
çe.
Şeva min û te reviya,
ya xwe bi me kir.
Li wir,
nefesa min î dawî ,
azad
dibe.
Ji wir bireve,
min bayê dînîtiyê bo te anî,
spêda te bi rondikên xwe
dişom.
Her tişt nayê,
rêka me agir e,
li ber
dergehê hukumdarekî, tirsê
di
xe
sê
nin.
Tu dibêjî :
Newêrim.
Ez dibêjim :
Newêrim.
Wêrekiya sirûdên asîman in,
kelogirya
li ber xatirxwestinê,
di keştiya mirinê de,
xwe ji çavên min
vedi
dizê.
Bêne bîra xwe,
wê spêdê,
nîşana min,
qeftek gul bû,
te,
jê hez kir,
zer bû..
zer.
Te kulmek ramîsan,
li ser
çavên min neqişand,
asîman..
dest bi lorîna xwe kir.
Lêvên te,
xwe ji maçê neberdan,
çavên min,
sikirê rondikan
v
e
k
i
r.
Nameyên te dixwînim,
sebra xwe bi wan tînim.
Warekî vala ye.
Şeva bêdeng:
- li vê koçkê,
mêvanê xama min î,
dagîrkera hizra min î,
vedenga spîtiyê ji valahiya xewna min,
li xunçeya peyvhûnanê,
têhna min, te
derizand,
dîmenên şeva mişt î,
şev
vene
geri
yan.
Hêrzên tenahiya min difûrin,
ji hişketina pencera bobelatên min û te.
Berbang, tayê xwe,
radixe,
ne bêdengiya mijankê toze,
ne jî comerdiya girî..
li dergeh dide,
bardikim,
li goşeyên tekaniya demsalên te,
di babelîska bêdengiyê de,
li ser
jiyanên jibîrbûyî,
ristên xwe
amade
dikim.
Die gel rojê,
sûnda xwe
li ser
termê helbestê
kil
di
kim.
Pêlên gavên min,
xwîna ciwaniya spêde,
li ser refikên şalûlan,
di bêvegeriyana min de,
li xewnên xwe
vedikolin .
Reşgirêdana te,
Serperştiya..
vedenga bêhinçikandina min dikir.
Te,
li min venegerand,
rondikên min,
dilê xwe ji te
girtin.
Bedewiya te,
xemsariya te,
şeva min
sti
rand.
Reşgirêdana kenê te,
qûnaxên xatirxwestinê,
bi xemgînî
nîgar
dikirin.
Ji xwe,
min, ev ji te re ne goti bû:
- Ma ne tayekê ez girtim û yêkê berdam!
Bendemana min
talan kir.
Dilsariya..
asîmanê tiblên min,
ji çelmisîna
niqe-niqa çavên te;
sinorên kêferata qublenameya diltengiya şevbuhêrka me,
d......i......r......i......s......t......i......n.
Şîngirtî ye;
berbejna çeperên
di bin çengên te de;
ji qurçîna bask û perên te,
bişukujên tirsê
dispêrin kendalên têhna min.
Seqema darbestê,
gunehbariya min û te,
di vê şeva zilomat de,
bêvirî
dikê.