(AGADARÎ ji Kovara MEHNAME: Hevkarê me yê bêşerm û rûqayim Pozdirêj Nexweşbêj dîsan dest avêtiye peyv û gotinên dûrî mirovaniyê û xwe û em herrimandine. Mehname ne berpirs e ji bêzarbûna ti kesî bi van peyvan. Ya rasttir, Mehname hêvî dike ku kes vê ferhengokê bi kar neîne!)
Gelî xwendevanên xwe hêja dihesibînin
Bi xêr be meha we ya gelavêj (ku jê re herwiha tê gotin: miletavêj, neteweavêj, qewmavêj).
Gelek ji Kovara MEHNAME têt pirsîn ka çima ez - Pozdirêj Henekbêj - navnîşana emaila xwe nadim daku xwendevan nameyan jê re bişînin...
Ez dizanim ku hûn jî wek min gelek serêşker in û tenê dixwazin min û xwe mijûl bikin.
Nameyên ji min re ta niha bi rêya mehname@yahoo.com hatine. Lê ne hewce ye ku hûn spasiya min bikin çiku min ew nexwendine...
Ji ber derewên teknîkî, Mehname nameyên ji min re tên belav nake lew Pozname gelek ji Mehnameyê xeyidiye û li dadgehê dozek jî lê vekiriye...
Lê ji ber nebûna derfeta belavkirina nameyên we nîv-ezîzan, min ferhengokek ji peyvên herî zêde di nameyên we de hatine bikaranîn amade kiriye û wê pêşkêşî we nexwendevanên qaşo-camêr dikim.