Ez gula dawîn ya payizê me.
Havînê ez di landika xwe de lorandime,
ez nobedara bayê bakur bûm,
çirûskên sor pişkivîn
gep û alekên min yên spî.
Ez gula dawîn ya payizê me.
Ez ciwantirîn tovê bihara mirî me,
pirr asan e mirin dema ya dawîn be:
min deryaçe wa şînî çîrrokane dîtiye,
min dengê lêdana dilê bihara mirî bîstiye,
ti gerodeyî dî di piyaleya min de nîne ji bilî ya mirinê.
Ez gula dawîn ya payizê me.
Min stêristanên kûr yên payizê dîtine,
min li ronahiyên kuçkên germ yên dûr neriye,
pirr asan e li ser heman rêyê meşîn,
ez deriyê mirinê digirim.
Ez gula dawîn ya payizê me.