Di wê rojê de!
ne tenê.....
ji min
riwê roja min,
govenda dilê min,
biyanî dibû.
............
Lê!
ez jî
bi xwe
bêyî te
di nêv sawê de
Ji xwe biyanî dibûm.
Û
her tişt…
Dol,
Delav,
Dar,
Derya....
Li ber çavên min
biyanî dima.
...........
Di rêwingiya min de,
bi tenha têbêrînên te
diman.
Wan jî
canê min
bi êzingên arê te
disot.
...........
Tu jî Yar
bi wê bejnê
bi wê şûfê,
li kolanên dilê min
diçû,
dihat
û
te ji xwe re ne digot:
ew ji min
çi dixwaze?
...........
Çavên min
bi te diket,
têlên saza min
radiwestiyan
destê min
nedigha te
li ezmanê min
bayê evîna te
belav dibe yar.
............
Ez jî
mîna çûkekî
ku ji xelîlê xwe
qetyayî
qîr dike
baskên xwe
bi wî bayî
hênik dike
bê tirs
pê difre.
..........
Di wê firê de jî
arê evîna te
di tenûra dilê min de
ronî û vêketî dima.
.............
Di wê rojê de
hemû roj
di awirê çavên tede,
dihatin veşartin.
Hemû birînên demê,
di evîn û vebûna birîna min de,
dihatin vekirin.
............
Di wê rojê de
min nedizanî Yar
çawa werim pêşberî te
û ji siwarê evîna xwe
xatirê dawî
bixwazim.
............
Di wî xatirî de!
di wê kêlîka teng de!
ku têde tengaviyê
min hembêz dikir
wê kenê wî riwî
peyvên wî zehrî
min têr nekin
jê.....
ne bi roj
ne bi şev
tevî hemû gunehan!!
têr nedibûm.
Ta xwedê bi xwe!
têde seyr dima.
............
Di wê rojê de
ne devê min
digeriya
ne jî, çavên min
bardibûn.
Di qirika min de
her tişt.....
lal dima
dîsa
bi tenha, bêrî kirin
para min dima.
.........
Lê tenê
hêsirê çavên min
yên ku dilop bi dilop
ji xwîna dilê min
bi ser şal û lêvên min
û kulavê dîwanxaneya te de
diherikîn,
dirijiyan
di wan de
tabloya evîna te
diyar dibû Yar.
.............
Her dilopekê
Xweber....
tîpek ji şêrîniya navê te
nîgar dikir.
Yek jê
dibû xewn
ya din
dibû hêvî
ya din
dibû hest
ya din
dibû zayîn.
her çar...
di nav hev de
xweşiktirîn, ji hevîrê diya min
dihatin sitrandin.
Ji ber ku….
ew hêsir,
ji xwîn û xwêdana min
ji evîna te bûn Yar.
Ew dilop dibûn
felsefeya
jîn,
jiyan
û hezkirineke
bêdawî.