Welato !
Afirandina bê azadî
Ne tu afirandin e
Azadiya bê welat
Ne tu Azadî ye
Gelo !
Welat hene bê rok ?!
Paşeroj hene bê cih û war ?!
Welato !
Tu afirandin û
Azadiya min îî
Hebûn û nebûna min î…
Welato !
Qenc dizanim ku tu
Ne kurkekî li xwekirinê yî
Ne jî hozeke pesinandinê yî
Tu her tişt î
Tu qedera min î
Ez qedera te me
Bi kû ve birevim
Ez ê li te rast bêm
Tu bi kû ve herî
Tu dê li min rast bê
Tu sitarên min nînin
Ji siha asmanê te pêve
Tu demên min î xweş nînin
Ji buharên zozanên te pêve
Siha asmanê te
Buharên zozanê te
Yên min in
Wek ku yên her
Kurdekî
Dilsoz û xemxur in…
Welato !
Hema carekê
Rê bide min
Ku ez bi navê te
Bîr û bawerîyên xwe
Bibêjim
Tevî ku ez jî
Kurd im
Û her roj tîr têne min
Ji ber Kurdîtiya min
Rê bide min
Ku ez bi navê te
Destê xew dirêjî
Destê xelkê cîhanê bikim
Û ji wan re bibêjim :
Kurd im, aştîxwaz im,
Li azadîyê digerim,
Armanca min;
Serbilind li ser xaka
Bav û kalên xwe bijîm,
Zilm û zora min
Li kesekî nebûye,
Bihêvî me
Zilm û zora xelkê jî
Ji ser pişta min sivik bibe
Û nemîne...
Mafê Kesekî min nexwariye,
Bihêvî me
Mafê min î windayî jî
Li min vegere…
Ne neyarê kesekî me,
Bihêvî me
Kesek jî neyartîya min neke…
Welato !
Ji 200 salî ve
Bi dehan şoreşên min
Hatine perçiqandin,
Bi sedan şar û gundên min
Hatine wêrankirin,
Bi hezaran welatiyên min
Hatine kuştin,
Sirgonî û mişextî
Maye ji para
Gelê min.
Dem hatiye guhertin û
Tê guhertin,
Heyamekî nû tê raxstin:
Heyamê Demokrasî, aştî û tenahîye.
Ne ku mêranî
Li bal me nemaye.
Ne ku em nema karin
Ziman, kultur, dîrok û
Hebûna xwe
Biparêzin û jêre kar bikin.
Bila kesek bawer neke
Ku emê ji desthilanîn bikevin
Û çawa emê ji desthilanîn bikevin ?!
Pêşberî wan kesên ku
Xaka me, kultura me û dîroka me
Dizîne û didizin.
Welato!
Her û her ezê dozdarê
Yekîtiyê bim,
Ew yekîtiya gelê Kurd
Di bin siya wêde
Navê te Kurdistanê
Bilind bikim
Çendî partî û rêxistinên gelê min
Hebin û pir bin
Ne xem e, ne xem e
Di bîr û bawerîyan de
Dûrî hevbin û têvil bin
Ne xem e, ne xem e
Mirovên ku bi hev re
Di malekê de dijîn,
Kar û xebatê ji navê wê
Malê re dikin,
Tev di bîr û bawerîyên xwe de
Ne wek hev in.
Welato !
Ez bi navê te distirêm,
Bi navê te bêhna xwe berdidim,
Bi navê te dinivisînim,
Ji ber ku tu
Strana min î,
Tu kezeba min î,
Tu xewnên min î û
Tu nivîsandina min î
Welato!!!