1
bêdengiya mirinê ...
tamarên dengê vê jiyana bi zar
ta ..
bi ta ... û
reh ...
bi reh
ji kokê ve hildike
mîna
tîrekî kelekor
kêferatê dike
ji bo çavên ronakê
ji bedena agir ve
birijîne
2
di her katijmêrekê de ...
bi hezaran çav
çavin ji kizotê ..
çavin ji bahozê ..
çavin bi mij û dûman mîna HELEBÇE
ji hinavê min diherikin
bêyî
ku gotineke dijber
li ser rûkê zemînê
wêribe
li ser lingên xwe raweste
3
gotina yekem ..
ya ku
ji devê XUDA hilpekiya ...
ronahî bû
lewma ..
ez û ronahiyê
di her talaneke rû reş de
em dibin
parsekên mistek tîrêj
ji dawa bedewbûna
vê rastiya penaber
4
nizanim ..
bê bi çi rengî ..??
ez di nav devê mirinê de
bûme gepek
û çawa
hêdî hêdî tême cûtin
lê ....
baş dizanim
ku ev tevgera pûç
tenha
sedema germahiya vê hilweşandinê ye
5
li şarên ewra ..
ba û dûman
li hev nakin
leylan û xewn
bi qirika hev digrin
tîrojk û sîtav
hevdû diperitînin
lê ..
li her şarekê
ji qada welatê minî perçebûyî
bi hezaran
zordest û zorbar
têne dîtin
ku çawa bi dostanê
di dilê girtîgehan de
lîstika jîn û mirinê bi hev re dilîzin
beyî
ku carekê ji hev bitengijin
6
bi nifrînekê tenê ...
awaza mirinê di guhê jiyanê de digere
lê ..
bi hezaran lavêjen zindî
di vê rewşa mirarî de
ne dikarin guhê mirinê carekê gêj bikin
û ne jî çarenûsa vê ahenga çav li girî
di himbêza rojeke xweş de
hinekî haş bikin
yan jî bilorînin.