Ji kulîlkên gundê Alaqosê re û di serê wan de Zîna Besamê Meran Axa
Di nav toza
Ezmona bê peyman de,
Min serê xwe rakir û
Da ser şopa
Hêsrên reş û çirisî !
Ji şihîna çar aliyan ve
Serê min derizî...
Lê xwîn jê ne herikî,
Bi tenê wêneyê min û
Zîna sê salî
Ji nav şivîlekên serhişkiya wî
Mejîyê tazî
Derketin,
Li nav şînahiya
Zevîyên genim û
Reşahiya zeviyên
Petrolê,
Zînê bû bûka qurbanê û
Ji nişkave kirasê
Bûkanîyê
Di ser xwe re anî,
Xwe avêt himbêza min,
Peyalên şermînîya
çavên xwe
Vala kirin nav jenîna
Cog û gelîyên
Dilê min û
Ji min re got :
Metê Bêwar ezê Ji te re
Stiranekê Bêjim..
Min jî velvînek bi hêz dayê,
Rabû ser xwe,
çavên xwe bi ser hevdû ve anîn û
Dest bi stirana xwe kir :
“Ey lê gulê
Gula minê
Şêrîna ber
Dilê minê..”
Li ber dengê Zînê û
Hejandina bejna wê
Sawêrên
Bejna Bilbilê Xemgîn
Bû kofiyeke reş û
Li ser serê min
Hate danîn...
Hingê
Bê hemdî xwe
Ez kelîyam û
Min dijûn li
Bêwarîya xwe
Barandin...
Ez, Zînê, berên reş û
Xaka Alyan...
Tev bûn xaz û petrola
Şewitî
Li ber pozê
Mirinê.