Serrûpel Hejmar 42, tîrmeh 2003

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Helbest

Bêwar Îbrahîm: Bûka qurbanê
Zara Delibro: Çarenûsa ahengeke çav li girî
Konê Reş: Welato
Azer Osî: Di wê rojê de
Yasîn Hisên: Sûnd
Cankurd: Xerîbo, dûrketiyo
Edgar Allan Poe: Annabel Lee
Titus Petronius Arbiter: Mala xwe bihêle û...
Fernando Pessoa: Kêlîka şêtane


KÊLÎKA ŞÊTANE

Fernando Pessoa (1888 - 1935)

Bêdengiya te keştiyek e ku baberikên wê dihejin...
Bi alayan dilîze bayek qels, girnija te...
Û bişira te ya bêpêjn pêstirk û pêpelûk in
ku xeyal dikim pê ve hildikevim berev biheştekê...

Dilê min cerrek e ku dikeve û dişkê...
Bêdengiya te pirtikên hûr berhev dike quncalekê...
Di hişê min de kelexek î ku bi avê re hatiye berava deryayê... û hevdem
qumaşek nerastîn î ku rengên hunera min lê wenda dibin....

Bila hemî derî vebibin û ba vemale xeyalên me
daku dûkêl bîna betaliyê ji salonan bîne...
Canê min şkeftek e ku bi avrabûnê hatiye dagirtin
û di xewna min de tu karwanek qeşmeran î...

Zêrrê xwerû dibare, lê ne li wê dera han li derê... Lê di min de... Ez Kêlîk im,
û ew kêlîk tijî bizdan û parçeyên xwe ye...
Di dilê min de şûmiriyek dijî ya ku qet nagirî...
Li esmanê min yê hindirrîn ti car ti stêr nebûne...

Îro esman giran e wek agaya ji hindê ku êdî qet baran nabare... 
Barana tenik vala ye... Kêlîk dizane ku ew bi xwe derbas bûye...
Ku ti rê bo keştiyan nînin... Kûrpûnijî
li xerîbkirina xwe li xwe awira te xezebek bêdil e...

Ji kevirê jasper yê reş in hemû kêlîkên min,
hemû bêriya min li mermerê neyî hatiye kolandin,
jana pê hest bi xweşiyê dikim ne xweşî û ne jî jan e,
û ne jî qenciya min ya berevajî qencî yan xirabî ye...

Gurzên liktoran li ser rêyan vebûn...
Alayên serkeftinên Serdema Navîn ta Cengên Xaçperestan xwe ranegirtin...
Bergên pirtûkên bikêr raheşandin kend û kospên barîkadan...
Û giya li asinrêyan jînşêyî ruxîner şên bû...

Ax, çend pîr e ev kêlîk... Û hemû keştî bi rê ketine!
Tenê werîsek mirî û babirekên rîçalok li beravê basa
Dûrahiyê dikin, basa kêlîkên Başûr yên xewnên me jê dimêjin
daxwazek bijan ya xeyalkirina zêdetir ji hindê jî ku ew didin xwe...

Koşk kavil e... Min bînteng dike dîtina avreşînka hişkbûyî
ya li nav baxçe bêxwedî hatiye hêlan... Ti kes çavê xwe ji rê ranake
û bêriya xwe nake dema vê Payiza bicîbûyî dibîne...
Ev dîmen nivîsek e ku bedewtirîn hevok jê hatiye avêtin...

Jinek dîn şkandin hemû pêpikên findan yên hilû,
herrimand deryaçe bi mirovaniyê, bi gelekiya pirtûkên dirrandî...
Û canê min ronahiyek e ku êdî di şemaldankan de nabiriqe...
Û çi dipê bêriya min ji deryaçeya tarî, bayên bêdem?

Çima xeman dixwim û nesax dibim?... Rûs xwe diavêjin tavheyvê
hemû zerî... Roj hilhat, û ew bi rê ketibûn jî...
Bêdengiya te ya lorîkane qezayên keştiyan tîne bîra min,
û dengê te di hişê min de wek tembûra yekî qaşo-Apollo dijene...

Êdî nînin kilikên tawisan yên tijîçav li nav baxên berê...
Sî jî bûne xemgîntir... Lê ti nebe jî
dixwiyin şûn ji cil û bergên keçên navcivatan (wer diyar e), û hê jî digirî
mîna dengvedana hin pêngavan li rêçika baxçe ya tam li vir bi dawî dibe...

Hemû rojavabûn helîn hev di canê min de...
Hemû giyayê zeviyan hînik bû li bin piyên min yên tezî...
Ji awira te hişk bû aramiya te bi xwe ya dayî xeyalkirin
û dîtina wê mîna nerîna li strîngeha bêkeştî ye...

Hilketin hevdem hemû bêrên belemê... Di zêrrê zeviyên ajdayî de
pêlan dide bêriya nexwestina bibe derya... Kevirên seyr
nirxdarane sekinî ne li pêşberî kursiya biyanbûna min...
Canê min lampeyek vemirî ye, hê germ...

Ax, û bêdengiya te gupika çiya ye hemberî rojê!
Hemû dotmîran hest bi bîntengiyê kir di sînga xwe de...
Tenê yek gulberroj diyar e di pencereya dawîn ya kelehê re
û xewna ku hê ji wan hene hişê min bi mijan diniximîne...

Em bin û ne em bin êdî! Wey şêrên di rekehan de welidî!
Dengê zengilê ji dûr, ji Geliyê Dî... Yan ji nêz?
Dibistan dişewite û zarokek dimîne di dersxaneya qilifandî ve...
Çima Başûr nikare Bakur be... Çi bi rastî hatiye dîtin?...

Û ji ber xwe diaxivim... Tavilê ramanên min radiwestin... Li te dinerim
û bêdengiya te min kor dike... Li te dinerim û dikevim xeyalan...
Di awayê li te dipûnijim de heye sor û hin mar
û ew tîne hişê min bîranînek tama erjengiyê jê tê...

Çima te hûr nehesibînim?... Çima dest jê bernedim?
Ax, bihêle ji te bêhay bim... Bêdengiya te baweşînkek e,
baweşînkek girtî ya vekirî dê bedew ba, bedew...
Lê bedewtir e venekirî be da Kêlîk nekeve gunehan...

Qerisîn hemû destên li ser sîngan...
Çilmisîn pitir gul ji hemûyên li nav gulistanê...
Hezkirina min ji te katedralek bêpêjniyên bijare ye
û pêpelûka xeyala min e ku bi dawî dibe lê dest pê nake...

Yek dê aniha bikeve hindirr... Dê pê bihese ba dibişire...
Bîjin bi zewq didirûn kefenên keçên xama...
Ax, bêriya te peykela jinek bêt e,
bîna gulên krîsantem e ger bîn ji wan bihata...

Divê bêt wendakirin armanca hemû piran,
bên perdekirin bi xerîbiyê dîmenên hemû welatan,
bên rêkkirin bi zorê çepûçûrrên qeraxên esman
û neçariya jînê divê bêt gilîkirin, bi birrokî wek kêrê...

Wa pirr kêm in yên hez dikin ji dîmenên neyî!...
Ax, me çend dixemîne ew zanîn ku sibe didome heman dinya!...
Xwezî bîstina bêdengiya te ne ewrek ba yê ku reş dike
firîşteya qewirandî ya bişira te û çembera reş ya bêriya te...

Dilnerm wek dayik û xwişkan têt êvara mirêsdar...
Hê nabare, û esmanê berfire pan e şibî girnijê...
Haydariya ji hindê ku ji te haydar im dua ye
û haydariya ji bişira te gulek çilmisî ye di sînga min de...

Xwezî em du dirûv ban di wêneyek camî yê dûr de!...
Xwezî em du reng ban li alaya şan û şerefê!
Peykelek bêser yê li kuncikekê bicîkirî, xunavdankek tozgirtî,
perçemek yên têkçûyî ya li ser nîvê nîşeya: SERKEFTIN!

Ev çi ye bela xwe ji min venake?... Rûyê te yê hêmin jî
min tenê dadigire bi bîntengiyê û tilyaka neşiyanek xofdar...
Nizanim, kesek dîn im yê canê wî lê biyan e...
Ez dihatim hezkirin mîna wêneyek li welatek ji xewnan jî dûrtir...

4.7.1913

Wergerandin: Husein Muhammed: mehname@yahoo.com


Fernando Pessoa (1888 - 1935)

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: mehname@yahoo.com
Contact us: mehname@yahoo.com

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
Site hosted by Angelfire.com: Build your free website today!