Xerîbo, dûrketiyo..
Dûrwelato, reviyo..
Ma sozê me weha bû?
Di tariya şevê da
Di berf û baranê da
Tu ji ber çavêd me winda bû..
Me nezanî tu girtiyê zindan û kela bû,
An destegîrê cenga Urisan bû..!
Tu bû stêrkek kadizê
Di asîmanê fireh û sahî da
Tu bû keleka masîvanan
Di zireyê pêlhar û serxweş da
Tu bû tivîrkek asê
Di "Hawarê" bê av da ..
û rêça te me winda kir...
Me navê te kola di koka darek merxê da
Li van qeracên berê pez lê diçêrîn
û şivan li hev û din diqêrîn..
Me navê te çand
Di stranek "Hesnazî" da
li ser milê girê han
li gundê "Nazan"..
Me kenê te reşand
Bi ser deşta "Kitix" da
Bi ser kokê darên Zeytûnê da..
Me deftera te ya helbestên evînê
Kilama "Mem û Zînê"
ji dest hev revand
û me rêça te winda kir..
Derketiyo, reviyo..
Ma naye bîra te
Me ji welêt re sûnd xwar li ber aşê kevin
Bi "Zareta Henên"
Bi "Zinarê Bûkê"
Bi "Nebî Horî"
Em û welêt yê hev in?!...
Te çima li me wa kir?
Ji bo xatirê porzerek biyanî
û piyalek meya kamîranî..
Te welatê xwe avêt paş pişta xwe
Te hemî nasên hezkirî
û ewên ji te hezkirine,
hêştin li şûn xwe..
Te konê xwe ji nav me barkir
Li welatekî dûr,
Li paş heft çiyan..
Te mala xwe li ber mala porzerê danî..
Te ji xwe re cîhanek nû pêda kir..
Dûrokek nû ya wek lîstokên zarokan
Te ji xwe re li wan welatan avakir..
û me rêça te winda kir..
me rêça te winda kir..