Mala xwe bihêle û berev beravên dî here,
xorto,
dinya dê li ber te fire bibe.
Nekeve bextreşiyê -
Çemê Tuna yê dûr
bayê bakur yê cemidî,
wargehên Canopus yên bêxem
û deverên berroj
û deverên pişteroj
dê te binasin.
Ew mêr mezin dibe
yê li beravên nenas hildikeve bejayiyan.