Serrûpel Hejmar 42, tîrmeh 2003

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Helbest

Bêwar Îbrahîm: Bûka qurbanê
Zara Delibro: Çarenûsa ahengeke çav li girî
Konê Reş: Welato
Azer Osî: Di wê rojê de
Yasîn Hisên: Sûnd
Cankurd: Xerîbo, dûrketiyo
Edgar Allan Poe: Annabel Lee
Titus Petronius Arbiter: Mala xwe bihêle û...
Fernando Pessoa: Kêlîka şêtane


Du helbest

Muhsin Qoçan

XEWNÊN PÎREKÎ

daxwazname
Ew şeva ba ya di baxçê me de
yê bi şev bêhna wî çira ye
pansî û mîna mil didin hev
xwe têk werdikin
harbûna teltê û helayî
li hindavî gardîniyayê
kumên stêran
ronahiya bajarek dûr in
di karnevalên efsanî de
perî dadidin ser tilên me
henasa wan sema ye
tu bo çi nahêyî qehwa şevê digel min vexwî
em pêncokanê bi stêran bikin
li nav barovan
xewna kehî û
siha darê
bibin gezo bi lêvên min de werin xwarê
ey tu keviya ji hovriya wê ez têr nebûyim
min û te
li vê pîratiyê
ji bilî eşqê
ma çi maye?

sivyank
Ev şivyanke zor di mizir in
li ser takên gardîniyayê
rik hêv dikin şakên gular û wîsatiya te di hizra min de
dikin tomik û
bo xwe loman ji me digirin
teresbaban
ne çi ji şermê himbêz dikin û
ne çi ji tirsê daku bifirrin
ji nişkekê ve dikin qulîzên
berdibin hev û pêkre dihên
deh diçin yekî û bi ser hev de dihên
dimên wan sor dibin ji xwînê
perr jê diwerin
ji kerb û kînê
min ji nazikiya te neba ye
da ji xeyala min newerî
neciniqî heko tu dihêyî
da sed beran di çûçikan werkim
berîkên wan tijî kirêtî û xeber kim
eger şerr divêt
bila li sergûfkan bikin şerr
li nav baxçê hozanvanan
digel xeyala keçên nazik û
dengê muzîk û stranan
bila dastanên eşqa nû dubare bikin
lêk biborin
jêk zîz nebin
bila pêk bên

nevî
neviyê min di koşa min de şarestîne û
yahorê xeyala stirt e
mûyên spî di poşiya min de nivistî ne û
ez kitikek im û çavê min li te
ez bo neviyê xwe yariyan dikim û
hizra min
li nav memikên te dibe xirte
bo neviyê xwe ji Xwedê dixwazim
(parîk nanî bi tenahiyê
jiyek dirêj...
	malek ava)
û bo xwe jî
hêşta ez li wê jivê me
ku serê xwe bidim sîngê te
girnijînan ji rojê bidizim
(bo bibî bûk û
ez bim zava)
tu ey kevî
dengê lêdana dilê min
girnijîn û henasa min
piştî nevî
heta kengî
hêlîna te di dilê min de
dê ava be
dê kengî ez
ji mija sihra te rizgar bibim
dê tu ji xwîna min derkevî

7/5/2003

DEREWEK LI ÇEPA SERÎ YA QASYONÎ (1)

Êşana di gehên bayî de
rojnameyek xefslêketî
manşet li hindavî navên qelew dibin sîber
heko nekir dengê dibe pejîk
kes neşê çiyayên riko tê bigihîne
"ev girîna ji jandidanê lewçeyek e" (2)
bêbaweriyê ripîte dike û
dêwên zivir dibin xweda
xelk dinivin di şaxê gayî de
ev ezimke
	xwekuştin û tenahiyek e
eger bîrdanka wê keça agir pêve
ewa giroc
ji bin keleka Kela Dimdim ji nû derketî
ewa di xew diçe û hişyar dibe
xewnan dibîne hêşta bi rê ve
em rû dikin
ji bilî davê
sabûn û şûnikê balavê
zeviyên kesk û kulîlkên li navê
dezî û davê
şala merez û gozikê avê
di gêleşoka vê hizrê de
em dê bibînin
(revek nû ji Xwedê bibare bi rê ve ye û
mirinek reş e li ser gavê)

ew keça nû ji bin îxlakekê hatî
bîrhatên wê pirrî jan in
jan palan bi palan diranin
hindî li bîr e
talan ji birhên
wê derdikevin
xwezî dikevin
hindî li bîr e dehmena wê di devî de ye
bêhnhilmayî dibeze û
felsefa wê rondik û rev in
bîrdanka wê bûye kurîşk
ji birhên xwînê
xwîna petî
miştaxek e ji bûkên ketî
tîrikên mêwan posîdên hilma semayê û
hêşta nebûne dawetî
awazek di serê wê de nikirandî
heko dayînê firşik dikir
hildahavêt
dadihavêt
awazek biçirîset digot
digot hebûnê xeletî

* * *

Xano
ev hevrikiya digel dîwara
çermê gayî û kevilê mara
nivêjên te dihilawîsin
nahêlin bigihin zinara
van rojiyên zik û pişta te kiriye yek
ba dibe û
kulî dixwe
ne rojiyên bêkesiyê dibin rojî
ne nivêjên bindestiyê
çi firîşte berev esmanan dihajo
fihêtî ye nezanî
agir ji dûkêlê kul nabe
viyan ji girînê sil nabe
ne jî rondikên keçên kurdan
ji kêliya Mîrê Bedirxanî şîn dikin
ne jî xwezî
ewrek reş diçirrînin
dabibe baran
dabibe tofan
tofana ciwan
ku birîna me û vê axê bi ser hev hilbike
ciwan bişo
da ev gupîtka Qasyonî
hêv neke mîrê nazan û
û tizbiyên Şahê Nexşebend
niviştokên Qedrî Canî bûne bend
li beramberî
kumziriyê Selahedîn
ax dixwe

* * *

li çepa serî ya Qasyonî
kiçolekê li ber hetavê
hêvî berdan di cadê de
lîre dixwastin
di bin lêvan ve stran digotin
dimdimek dikir
ma kî nabîne nifrîn dikirin
xeber digotin
- destê xwe bide ve mîrê min
- ma kê hindî min mîr hebûn? (3)
- ka destê xwe ezîzê min
- ma kî hindî ezîzên min bijare bûn û jêk vebûn.
dê moriyekê bo te danim
di destên te yên nerm de
yên çiyayî û mişt ji eşqê
eşqa avê, ya hetavê
eşqa mêya
hemî mêya
eşqek bêdeng û bişerm
mijara jînê tê de ye
tu dê bibî tiştek mezin
şahê ronahiya bajaran
	deşt û şaxan

nazdarê êl û ûcaxan
li civata te dê dêw dîl bin
li ber bejna te nêrgiz xîl bin
zerî dê bihên tewafa te
xemilandî û
yê rikmanê digel te bike
dê bibe term
xwezî ez dezgira te bam
da destên te di derya xunavê hilînim
bi hetavê şom
bi stranên xwe
gilîzankên
nêratiya kurdewarî li nik te vekim
xwezî te ez himbêz kiribam
da leşê te bi kefa gulavê vemalim
bi lêvan pirça te şe kim
va sê sal in şevnim bi lêvên min de riştiye
hinaroka bersîngê min bûye go û
bişkoja wê bûye tiliyek dilxwaz
gihiştî ye
ne Xano bi destên zêrîn ve dike tiberk û 
			dest vedide
ne Mîr konê xwe li nav vedide
ne jî Şahê Nexşebend
ji çilxana xwe bihiş dihêt
heçî kesê baleke bersîngê min
kilîla memikan veke
binê guhên wî dişarîne û
		pê vedide

* * *

Xano
nermebayê Şehrezorê sawîlke ye
lewma cibê Şahê Şêxan
bi coman de diçe û ava dibe
ji sîbera xwe koç dibe
dimên axê lerzok in
baran bi dû ve ye dike xet
kumê çiyayan hoç dibe
Qamişloka bi lêvên çeqçeq ve bûye pinî
beq lê dizên û qamîş di pot in
heko êvara dibe sîber
xelk dicive vala ji desta
pel di hinavan û di hesta
dikenin
digirîn
giriyê bêhode û ji qesta
mêze dikin xîça sîmeyî
di zikê bajarî re dihilêt
hêv dikin
Qamişlok û Nisêbîna
bajarek xirîkên lê
brezîlî
delingên xwe
berev dû keriyê dihajo
eger Sultan Selahedîn
li şûna keviran di xelkê werke
kom kom bihajo Misrê
rexê kinarê Adenê û perê tivrê
dijî kufrê
ax perastiba
ax parastiba
ma tu dibêjî
da memikên min mînin tazî
bişkoja wan
di nav destên rêwbaran de da loç bibe
destê xwe bide ve Mîrê min
di xerîta xemgîniya dêmê te de
di remilkê re diyar e
ya tu dibînî kabûs in
rêka te mişt e ji gula
kumên me yên bejnzirav
xwîl dibin û tilên destên te dialîsin
gelek nêzîk mirada te dê bi cih bihêt
ev welatê ji parçebûnê tavegirtî
dê parçeyên wî xwe têk werkin
birînên wî bi ser hev ve hên
di moriyê re diyar e
dibe hêlînek rind û
xortên kurdan tê de dilîsin

* * *

ez ê berze
çepa serî ya Qasyonî
li hindav Berze
destê min di nav destê vê keçikê de ye
yê xwedayî û bitirs û lerz e
di nav kezîkên mijê de
ez dizanim
eva henê derewek e
wek derewên ji biçûkatî min li xwe dikirin
eva henê
bes xewnek e
wek tev xewnên min diraçandin
birînên zeriyan
min xwe dikir Mîrê Periyan
dijî hovan min şerr dikir
kes li xewnan nedibû xwedî
bayî dihelandin û bayî dibirin
ez dizanim
ne kurd çi caran dibin yek
ne kes ji min û vî serê poş dike

lê xewnek e
bi dilê min dihêt
bi gehên min de diçe xwarê
xwîna min dihêle mendehoş
derewek entîke ye
xweş e, xweş
gelek xweş
Dehmen:
1. Qasyon: çiyayek e li tenişt Şamê.
2. Ev gotin wergirtî ye ji devê keçikek biçûk bi navê Vînî, keça Arifê Hîto.
3. Axiftinek zardevî ye, komek hevalên min vedicût, ji wan Remezan Îsa.
Muhsin Qoçan
Dihok 15/11/2002


Muhsin Qoçan

Muhsin Qoçan li sala 1954 li gundê Bamernê (Dihok) ji dayik bûye, kolija çandinê li zanîngeha Mûsil bi dawî aniye. Her ji salên heftêyan dest daye nivîsîn û belavekirina babetên wêjeyî û bi taybetî hozanan dinivîse. Heta niho şeş komele hozan gehandine çapkirinê, ew dîwan ev in:

1. Befir ya li vêre / 1987
2. Wêne ji filmekî pirçiyayî / 1993
3. Çavên ewê kiçka henê  /1995
4. Ew rûbarê ji xwarina leşê xwe têr nebît /1997
5. Layê germ ji bajêrî  / 1999
6. Ew xewna li ser fîstana wê bûyim zava  /2001

Zêdebarî hozanan komeka nivîsînên rexneyî û rewşenbîrî yên cuda cuda di kovar û rojnameyên kurdî de belav kirine.

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: mehname@yahoo.com
Contact us: mehname@yahoo.com

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
Site hosted by Angelfire.com: Build your free website today!