Serrûpel Hejmar 43, gilavêj 2003

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Nirxandin

A. Meretowar: Nîşaneke vejîna edebiyata kurdî: Hesenê Metê
Maruf Yilmaz: Pedagojî û teoriyên perwerdegariyê -2-
Polat Can: Geriyanek di cîhana wêjeya nûjen ya kurdî de
Lokman Polat: Hunera gotinê
Dara Bilek: 38 sal ji damezrandina Partiya Demokrat ya Kurdistana Bakur
Fuat Akpinar: Mistefa Barzanî - mîlada fikra Kurd û Kurdistanê
Marûf Yilmaz: Barzanî dengê hingê û yê niha ye
Fuat Akpinar: Lihevkirina Kadekê û Amerîka pîroz be
Polat Can: Pirsgirêka perwerdeya zimanê kurdî li Ermenistanê


PEDAGOJÎ Û TEORÎYÊN PERWERDEGARÎYÊ -2-

Maruf Yilmaz: maruf@swipnet.se

Pirsgirêkên zarok û ciwanên Kurd

Pirsgirêkên zarok û ciwanên Kurd li Swêdê pir in. Problemên wan yên herî mezin pevçûn, şer, alkol û perwerdenekirina wan e. Ew dev ji dibistanê berdin, jê baz didin. Gava ji wan tê pirsîn, ew dibêjin: ”Tu kes guhdarîya me nake.” Ew ji dersên xwe baz didin û dikevin kuçe û kolanan. Ew dibin kopîya zarokên kuçe û kolanan. Ew hînî tiştên pûç û vala dibin û ev dibe destpêka jîyaneka reş û tarî ku qet dawî lê nahê. Piranîya problemên wan jî, ji destpêka zaroktîyê dest pê dike û dom dike. Lê bi hevkarîya malbat(dêûbav), mamoste û berpirsyarê/a dibistanê ew bihevre dê bikarin probleman kêmtir bikin û zarokan bigihînin da ku, ew bibin mirovên demokrat û xwedî berpirsyar. Gelek caran zarokên Kurdan dereng tên dersê, di wextên cuda cuda de diçin dibistanê, ev hîkarîyeka negatîf li ser xwendevanên din jî dike û ev kirina zarokên Kurd dikare bibe sedemên revandina hizûra dersxaneyê jî. Ev tişt ji bo hinekan derbas dibe, lê ne ji bo hemûyan.

Zarokên Kurdan li Swêdê bi kurdî dixwînin. Lê her roj kurdî tune ye. Di heftê de carekê heye, bi tenê nîvsaetek ango ji saetekê kêmtir. Zarokên Kurd ên ku li Swêdê dijîn her roj bi swêdî dixwînin. Li her derê cîhanê û li Swêdê jî ”i” i ye. Eceba giran ev e, ne li ba Kurdan ”i” ye, ji ber hingê, dema dersa kurdî dihê dayîn, vê carê ”i”ya Swêdî dibe tiştekî din. Dengê (fonetîk) wê dihê guhartin û dengekî din derdixe. Divê em li ser rêya Celadetî birêve biçin (bimeşîn), lê Celadet ne Xwedê û ne jî Pêyxember e. Tewanga peyvan girîng e, lê yên ne her peyvê. Bi ya min di alfabe û rêzimana kurdî de reformeka nûh pêwîst e. Ziman pêşve diçe, xwe diguhirîne, hêsan dibe. Yek jê alîyê fonetîkê ve hêsankirina nivîsînê ango xwendina kurdî û ya din, ji alîyê teknîkê ve...Ji alîyê ferhenga kurdî ve jî problem pir in. Divête koka peyvê were parastin, nimûne rê, dê ûhw. Rêya min(riya min çewt) dêya min(diya min çewt e). Ev herdu peyv dikarin bibin problemeka ferhengî, çimkî koka herdu peyvan tê guhartin. Alfabe ji alîyê pedagojîyê ve jî girîng e. Hêsankirina alfabeya kurdî; hîndekarîyê zûtir, xweştir, naveroktir û bi qelîtetir dike. Divête em dev ji tiştên çewt ber bidin û li zanyarîyê bigerin. Ji me re alfabeyeka hêsan, yekgirtî, teknîka wê nûjen û praktîktir pêwîste. Tîpa”i” ya ku di alfabeya Celadetî de heye, di Soranî de tune ye û ew di şûna wê tîpê de”i”ya swêdî ango ewropî(Latînî) bikartînin. Peyva Kurdîstanê cuda tê nivîsîn. Divête em hevhizr bin ji bo peyva Kurdîstanê, çimkî serê zarokan tevlihev dibe. Nimûne li bakur: Kurdistan. ”i” li her derê ”i” ye.

Em çi bikin?

Em xebatê bikin, ji bo pêşxistina perwerdegarîya demokrasîyê û bikarhanîna metodên nûh di xebatên xwe yên mamostîyê de. Divête em mamosteyên Kurd metoda demokrasîyê bikarbînin û yên auktorîter red bikin. Pêwîste em ji sîstema perwerdegarîya Swêdê sûd werbigirin. Em lêxistin û çavtirsandina zarokan ango ciwanan bi tundî red bikin. Demokrasî ango azadî, tekuzîya xwe ji derûdora xwe digire, pêk tîne, bi derûdorê ve pêçayîye. Derûdora mirovî dewlemend be, hingê mirov kultureka dewlemend werdigire û dibe xwedî kultureka berfireh û pluralîst. Welatê ku zarok lê tê dinyanê ango lê dijîn jî, giranîya xwe li ser pêşketin ango lipaşketina zarokî/ê heye.

Di pedagojîyê de lîstik (lek)

Yûnanîyên kevn wateya lîstikê ji bo pedagojîyê 2400 sal berîya niha nivîsandin. Platon di pirtûka xwe ya bi navê ”Dewletê”(Staten) de qala girîngîya lîstikê di dersdayî û hîndekarîyê de dike. Bawerîyên wî, ew bû ku lîstikê bibe bingeha hîndekarî û dersdayînê li dibistanê. Di salên 1700-1800î de Rousseau, Pestallozz, Frobel û çend kesên din, girîngîya lîstikê hanîn zimanî û xwestin ku lîstikê bibe bingeha hîndekarîyê. Bi taybetî Rousseau daxwaz kire ku hemû hîndekarî li ser bingeha lîstikê pêş bikeve. Pestalozzi mîna Vygotskij giranîya xwe dide ser aktîkbûna zarokî/ê. Bi dûv wan re teorîyên kevn û klasîk yên Karl Groos, Stanley Hall, Herbert Spencer, James Sullyî hatin jî ceribandin…Ev teorî biserneketin, ji ber ku ev teorîyên hanê lîstikê wekî karekî(xebatek) didîtin. Ji ber vê yekê jî, ev teorîyên jorîn ji alîyê Kooji, Sutton-Smith û çend kesên din ve hatin rexnekirin. Dixwastin ku bibêjin, ev teorîyên kevn li ser perspektîva mezinan avabûne û ji bilî vê jî, li ser perspektîva yekalîbûna bîolojîyê ne. Divête ew li ser perspektîva zarokî/ê werin avakirin.

Teorîyên nûjen

John Dewey navdar e, giranîya xwe dide ser praktik û estetika perwerdegarîyê. Ewî tevî Meadî xwendegeha”Chicagoskolan” ava kir û nav û dengê xwe ji bo”Learning by doing” belav kir Li gorî wî; demokrasî dermanê pedagojîyê ye. Pênc modellên pedagojîyê yên sereke:

  • Teorîya behavîorîstîyê: auktoriter(diktator) serokatî, yê mezin dibe subjekt û zarok dibe objekt pasif (Skinner).
  • Teorîya kamilbûnê: zarok dibe subjekt û mezin/pedagoj dibe objekt.(Arnold Gesell)
  • Teorîya kognitîfê: Hem zarok û hem jî mezin dibin subjekt (dialogpedagojî) (Jean Piaget).
  • Teorîya psîkoanalîsê: Ev teorî girîngîya xwe dide ser kamilbûna biolojî û psîkolojîya hundirê zarokî/ê û di pêşveçûna zarokî/ê de hîkarîya xwe dihêle(Sigmund Freud/ Erik H. Erikson).
  • Teoriya socialbehavioritîyê: Ferd(indivîd) bi indîvîdên din re pêş dikeve (George Herbert Mead): Çar modellên girîng yên pedagojîyê/ çar sîstemên pedagojîyê:

    1. Hîndekarîya projektê: hîndekarîya serbest a dehfandin û teşwîqkirinê.

    2. Hîndekarîya auktorîtatîfê: mamoste bi çavekî ferdî(îndîvîd) li xwendevanan dinêre. Hem şagirt û hem mamoste guhdarîya hev dikin(Piaget, Eriksson û Mead)

    3. Hîndekarîya auktorîterê: Auktorîter û auktorîtatîf du peyvên ji hevûdu cuda ne. Auktorîter dihê wateya dîktatorî. Mamoste û mezin aktif in. Zarok pasîf e.

    4. Hîndekarîya xweserbestîyê: Zarok çawan bixwaze wisan dike(låt-gå inlärning). Zarok aktîf tête dîtin û ew bi xwe hîndekarî dixwaze.

    Ez bi xwe hîndekarîya auktorîtatîfê bikardihînin û medella herî baş jî ev e.

    Gava ku em qala ahenga danûstandinê dikin, hingê şeş xal dihên bîra me, ew jî ev in:

    1. Faktorên hawîrdoran
    Nimûne: Ahenga danûstandinê ya ku di navbera aborî û fîzîkê de heye. Dibe ku aborîya dibistanê xirab e. Hingê hîkarîya xwe li ser zarokan dike.

    2. Di navbera indivîdan de
    Nimûne: Ahenga danûstandinê ya di navbera emosîyon û faktora kognîtîfê de heye. Gava ku mirov teva bibe(bi weste)hingê mirov rast(logîk) nahizire, serê mirov tevlihev e.

    3. Ferd (Indîvîd) – ferd (îndîvîd) -Ahenga danûstandinê
    Danûstandin di navbera xwendevanan de(li pausê).

    4. Ferd(îndîvîd) - kom(grup) - ahenga danûstandinê
    Gava ku xwendevanek li sinifê peyçûnê çêbike, yên din jî didin pey wî/ê. Ew jî peyçûnê çêdikin.

    5. Ferd (îndîvîd) – hawîrdor – ahenga danûstanê.
    Nimûne: Zarok dibe kopîya (jibergitina) malê. Ew li wir şert û mercên jîyanê hîn dibe. Zarokxane ango dibistan jî jîyaneka din hînî wî/ê dike. Ev hîndekarî, hîkarîya xwe li ser zarokî/ê dike.

    6. Ferd (Îndîvîd) - hîkarî (tesîr) - ahenga danûstandinê.
    Nimûne: Dersdayîna mamosteyî, hîkarîya xwe ya cuda li ser zarokî/ê heye. Hemû zarok ne wekî hev in. Hîkarîya wî/ê li hin zarokan pozîtîf e û li hin zarokan jî negatîf e.

    Sigmund Freud

    Freud (1856-1939) hîmdarê psîkoanalîsê ye. Ew li ser çar xalan radiweste, ew jî ev in:

    1. Danûstandina zarokî/ê hemû jîyana wî / wê dide der. Jîyana zarokî/ê dibe kopîya wî/wê bi xwe. Em ne azad in. Em ji dayîkbûna xwe bi çavsorî, harî, hênc û seksê ve hatine dinê, çêbûne. Li gorî vê bawerîyê keç dibe kopîya dayîka xwe û kur(law) jî dibe kopîya bavê xwe. Ez bi xwe li dijî vê bawerîyê me. Em keçeka yeksalî di nav şer û cengê de mezin bikin û di vî warî de wê perwerde bikin. Dîsan em keçeka yeksalî di nav gogê(top) de mezin bikin. Ew goglingê(fûtbol) bileyîze. Dê û bav, heval, bira û hemû gogvan bin, her îro gogê bileyîzin, perwerde bibe, dê rewş bibe çi be?. Bi ya min tradîsyon roleka mezin dileyîze.

    2. Em hemû xwedîyên zanyarîyên cuda ne. Xalên herî girîng e v in: a) têgihîştî(li ser hişê xwe, hişyar, zane), b) têgihîştina zêde(super) û c) netêgihîştî, ne li ser hîşê xwe).

    3. Ezbûn (ez / min) xwedîyê mekanîzmên cuda yên parastinê. Kesitî û şexsiyeta me li ser sê tiştan ava dibe. Ji wan hersê tiştan re dibêjin:

    Eva (detet), ezbûn (jaget) û zêdeez(ezbûna zêde, överjaget). Em bi ”detetê” ve ji dayîka xwe bûne, eva beşekê ji kesitîya me ya netêgihîştî ye. Li wir daxwaz, pêwîstî (muhtac) û hewcedarîyên me hene. Em nikarin eva”detetê” biguhêrin û hîkarîya xwe lê bikin. Evbûna me li ser xwestinên me ava bûne. Ji wê derê em dikarin kesitîya xwe ya netêgihîştî saxtî(kontrol) bikin. Zêde-ez (ezbûna zêde, overjaget) wijdana me ye. Li wir em başî û xirabîyên xwe ji hevûdu cuda dikin, çi baş e, çi xirab e, em dê çi bikin?

    4. Girîngîya dema zarokatîyê: Öexsiyet û kesitîya me di zaroktîya me şikil digire, çêdibe, tê afirandin, tê xuliqandin û tê pêkhanîn. Ango birîndar dibe, ziyan digire, kultureka teng digire.

    Ann-Christin Kjellman, ku mamosteya pedagojîyê ye, giraniya xwe ne dide ser pegagojîya Sigmund Freudî, lê giranîya xwe dide ser pedagojîya Vygotskijî û Pîagetî. Di pedagojîya wan de zarok û mezin(mamoste) subjekt in, herdu jî aktîf in. Akfîkbûna herdu alîyan, dîalog bi xwe ye. Ew di Xwendingeha berz ya mamostayetî li Stockholmê (Lärarhögskolan i Stockholm) de dersa pedagojîyê dide û herwisan jî berpirsê pedagojîyê ye.

    Jean Piaget(1896-1980) konstruktivist û hem jî interaksiyonîst (interaktionist) e. Wateya konstruktivizmê ev e, ku zarok bi xwe hindekarîyê çêdike û têgihîştandina wî/ê li ser tecrubeyên berê ava dibe. Hîmdarên konstruktivizmê yên nûjen Piaget û Vygotskijî ne. Vygotskij (1896-1934) yek ji wan kesê ku xwendegeha kulturê ava kirîye. Ew qala hîkarîya kulturê li ser ferdan (îndîvîdan) dike. Li gorî wî zarok ji dayîkbûna xwe sosyal e û dikeve nav sosyokulturekê. Ji bo Vygotskijî, mîrasa biolojîyê(ji bo pêşketina zimanê zarokan), roleka hindik dileyîze. Lê Pîaget wekî Erik H. Erikson û Freudî li ser mîrasa biolojîyê radiweste û girîngîya wê dihîne zimanî.

    Dûmahîk heye

    Literatur och Referensên swêdî

    Ivar Bråten(red),Vygotskij och pedagogiken, sid 1-126, studentlitteratur Lund, 1998.
    Karin Permer-Barnet och det talade språket, sid 9-21studentlitteratur, Lund, 1987.
    Håkansson, Gisela: Språkinlärning hos barn. Studentlitteratur, 1998.
    Håkansson, Gisela: Tvåspråkiga barn i Sverige. Institutionen för lingvistik. Lund 1992.
    Hultinger, Eva-Stina&Wallentin, Cristinter (red.): Den mångkulturella skolan, studentlitteratur.
    Svensson, Ann- Katrin: Barnet, språket och miljön, studentlitteratur, 1998.
    Söderbergh, Ragnhild: Barnets tidigare språkutveckling. Liber 1988.
    Bråten (red), IvarVygotskij och pedagogiken, Lund, Studentlitteratur, (1998)
    Lindqvist (red), GunillaVygotskij och skolan, Lund, Studentlitteratur, 1999.
    Doverborg, & Pramling, Å- Att förstå barns tankar. Metodik för barnintervjuer, (1988). Uddevala: utbildningsförlaget.
    Skutnabb-Kangas, Tove: Minoritet, språk och rasism.
    HSFR) ”etik” Forskningsetiska principer i humanistisk-samhällsvetenskaplig forskning. Uppsala: Produktion Ord och Form AB, (1999.
    Skolverkets hemsida: www.skolverket.se

    Maruf YILMAZ

  • Berdest
    Hejmara nû
    Hemû hejmar
    Hemû pirtûk
    Hemû nivîskar
    Nûdem


    [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: mehname@yahoo.com
    Contact us: mehname@yahoo.com

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Site hosted by Angelfire.com: Build your free website today!