Serrûpel Hejmar 43, gilavêj 2003

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Nirxandin

A. Meretowar: Nîşaneke vejîna edebiyata kurdî: Hesenê Metê
Maruf Yilmaz: Pedagojî û teoriyên perwerdegariyê -2-
Polat Can: Geriyanek di cîhana wêjeya nûjen ya kurdî de
Lokman Polat: Hunera gotinê
Dara Bilek: 38 sal ji damezrandina Partiya Demokrat ya Kurdistana Bakur
Fuat Akpinar: Mistefa Barzanî - mîlada fikra Kurd û Kurdistanê
Marûf Yilmaz: Barzanî dengê hingê û yê niha ye
Fuat Akpinar: Lihevkirina Kadekê û Amerîka pîroz be
Polat Can: Pirsgirêka perwerdeya zimanê kurdî li Ermenistanê


Mîlada fikra Kurd û Kurdistanê

Mele Mistefa BARZANÎ

Fuat Akpinar: akpinar@t-online.de Almanya, 22.07.2003

Her çiqas dereng jî mabe, lê dîsa jî dixwazim serokê nemir Mele Mistefa Barzanî bi nivîseke wiha bi bîr bînim û serê xwe li ber bejna wî lehengê Kurd û Kurdistan bitewînim. Bi rastî min dixwest ku di meha Adarê de nivîseke wiha li ser bîranîna sedsaliya serokê mezin amade bikim, lê ji ber ku wê demê dema şerê dijî Sadam bû û ji bo Kurdan gelek demeke nazik û dîrokî bû, loma min wê demê bi piranî li ser bûyerên rojevê û li ser hovîtiya Tirkan ku dixwestin bi destên zorê bikevin başûrê Kurdistanê û gelê me yê Başûr jî bikin bin bandora xwe, dinivîsî. Lê min dîsa serokê nemir ji bîr nekir û 15. Adarê li ser sedsaliya serok helbestek nivîsî û bi rêya e-mail di raya giştî de belav kir. Vê helbesta min, ku min ji bona bîranîna sedsaliya serok Mele Mistefa Barzanî nivîsiye, hûn xwendewanên hêja dikarin di dawiya nivîsa min de bixwînin.

Roja rojbûyîna serokê mezin 14.03.1903 li gundê Barzan başûrê Kurdistanê û roja dilovaniya wî 01.03.1979 li Amerîka, nexweşxana Georgetown Hospital, bajarê Washington DC)

Serokê nemir Mele Mistefa Barzanî semola azadî û aşîtî, sembola netewa Kurd û Kurdistanê ye. Ew wek birêz Xiyasettin Emre di nivîsa xwe de dibêje mîlada Fikra Kurdî ye.

Ew serokê Neteweya Kurd li herçar perçên Kurdistanê ye. Pêşmergê pêşmergan e, qehremanê serbilind, serfiraz û bi rûmet e. Ewî layîqê navê xwe yê pîroz Mele Mistefa Barzanî hatiye û bi şan ji bo doza gelê Kurd li her derê ji bona Kurdan kar û xebat kiriye. Gelê Kurd bi saya serokê mezin Mele Mistefa Barzanî pêşde çûye û wî xizmeta bi rûmet ji bo me Kurdan kiriye, her roj baştir têye naskirin û fêhmkirin. Gelê Kurd îro di saya wî de serbilind e, serfiraz e, bi dilekî şad wî di bîr tîne û tama azadiya ku bi têkoşîna wî ya bi mêrxasî û gernasî dijî dijminan daye derdixîne. Gelê Kurd li başûrê Kurdistanê bi saya têkoşîna siyaset û polîtîka wî ya rast û durist rizgar e. Ev par û keda wî ye, ku wî bi sal û deman ji bo gelê Kurd li serê çiyayên Kurdistanê bê westan daye û gelê me li Başûr biserketiye. Serok Mele Mistefa Barzaniyê mezin êş, derd û kula gelê Kurd baş dizanibû, ji ber ku ew di zarokatiya xwe de di nava tevgera gelê Kurd de pijiyabû. Ew hên di zarokatiya xwe de, yanê di sêsaliya xwe de ku haya wî ji tiştekî tune bû, bi dayîka xwe ya pîroz re ketibû zîndanên dijminan.

Serokê nemir, sala têye dinyayê, wê salê jî bavê wî yê pîroz Şêx Mihemed wefat kiribû.

Serokê Netewa Kurdistan Mele Mistefa Barzanî di têkoşîna Kurdistanê de ne gotiye payîz û zivistan, ne gotiye bihar û havîn, ne gotiye ba û bahoz û ne jî gotiye baran, seqa û serma, ewî bi mêranî û şêranî doza gelê me kiriye, siyaseteke bi bîr û bawer li her derê cîhanê ji bo me Kurdan ajotiye û parastiye; hetanî roja dilovaniya xwe. Mezinahiya serokê nemir Mele Mistefa Barzanî bi gotinan nayê ziman. Ewî di tevgera Kurdistanê de her gav li kîjan perçê Kurdistan serhildan çê bûyê, bi pêşmergên xwe yên qehreman li cem wan bûye û li dijî dijminên xwînxwar şer kiriye.

Lê pir mixabin ku ewî di saxiya xwe de, ew keda ku wî ji Kurdan re kir û da ber Kurdan bi çavê xwe nedît û xatirê xwe ji me xwest û çû ser dilovaniya xwe. Birêz Xiyasettin Emre di nivîsa xwe de, ya ku min jê tika kiribû, ew çend gotinan li ser serokê mezin binivîse û ji min re bişîne, wiha dibêje:

Esefeke min a din jî heye, ku Mele Mistefa Barzanî, serokê mezin, semera emeka xwe bi çavên xwe nedît. Lê wê salê ez çûme başûrê Kurdistanê û çûme ser qebra serok. Min li ser qebra wî got; serok! Te encama emeka xwe nedît. Ez hatime ku mizgînî bidim te.

Gava di cîhanê de qala navê wî yê pîroz têye kirin, herkes bi coş qala têkoşîna wî ji bo gelê Kurd dike û dizane ku wî ji zarokatiya xwe hetanî dilovaniya xwe ji gelê Kurd re kar û xebatên bê westan li serê çiyayên Kurdistanê û li her derê cîhanê têkoşîn daye, kêşeya gelê me aniye ziman û bi bîr û bawer doza Kurdistan parastiye.

Serokê Netewa Kurdistan Mele Mistefa Barzanî ne tenê ji bo Kurdan mezin e, ew di raya giştî de jî, di cîhanê de pir mezin e û di nava serokên dewletan yên navdar de cihê xwe yê bi rûmet digire û wek serokê kurdan yê leheng têye naskirin.

Serok Mele Mistefa Barzanî di lîteratûra cîhanê de wek serokê Kurdan yê netewî û efsane têye naskirin û di her nivîs û gotarên li ser jiyana wî de têye gotin, ku ew efsaneyî ye.

Li Ewropa, Almanya û li welatên Anglosakson nivîs û gotarên li ser jiyana Mele Mistefa Barzanî yê mezin hatine nivîsandin, di destpêkên hemû nivîsan de wiha têye gotin:

Der legendäre Kurden- führer Mullah Mustafa Barsani (Serokê Kurdan yê Efsaneyî Mele Mistefa Barzanî)

Kurdish national leader, Mustafa Barzani (Serokê Netewî yê Kurdan Mele Mistefa Barzanî)

Ev gotin ji bo Mele Mistefa Barzaniyê mezin û ji me kurdan re serbilindî û serfiraziyeke pir mezin e û mezinahiya serokê birêz jî di cîhanê de baş dide naskirin.

Mele Mistefa Barzaniyê mezin di gotineke xwe de siyaseta cîhanê bi stemkarî rexne dike û ji ber ku ew ji durûtiya siyaseta cîhanê wisa êşiyabû, ku kêşeya gelê me tîne ziman û wiha dibêje:

Em sêwiyên gerdûnê ne (Wir sind die Waisen des Universums)

Hemû nivîskar û rojnamegerên cîhanê dema qala serokê nemir Mele Mistefa Barzanî dikin, di nivîsên xwe de her dem vê gotina wî ya ku wî bi stemkarî siyaseta cîhanê di pirsa Kurd û Kurdistanê de rexne kiribû wek mînak didin.

Belê, em Kurd êdî di saya wî de û tekoşîna wî ya bi lehengî ji bo gelê Kurd ne SÊWÎ ne.

Ez serokê pîroz Mele Mistefa Barzaniyê nemir di bîr tînim û serê xwe li ber wî ditewînim.

Min ji bo vê nivîsa xwe ya ji bo bîranîna sedsaliya serokê nemir Mele Mistefa Barzanî ji çend kesên di nava tevgera Kurd û Kurdistanê de siyasetmedar, nivîskar û hûnermend yên, wek birêz Xiyasettin Emre (siyasetmedar), birêz Abdulmelik Firat, (siyasetmedar) birêz Şerafettin Elçî (siyasetmedar) birêz Alî Ghazî (siyasetmedar), birêz Hasan Kaya (nivîskar û serokê berê yê Enstituta Kurd li Stenbolê), birêz Lokman Polat (nivîskar), birêz Ahmet Aras (nivîskar) û Şivan Perwer (hunermend, hozan û dengê neteweya Kurd û Kurdistan) tika kir ku ew dîtin û nêrînên xwe ji min re bişînin, da ku ez di vê nivîsa xwe de biweşînim. Wan jî ev daxwaza min ji bo vê nivîsê neşikandin, dîtin û nêrînên xwe yên delal şandin û ez jî van dîtinên wan pêşkêşî we xwendevanên hêja dikim.

Dîtin û nêrînên birêz Xiyasettîn Emre:

Birayê Fuad

Tu ji me pirsa merivekî zaf mezin dikî; însanê ku ji tarîxê re dibin mal zaf xweyî cebhe ne. Temamî wesfên di wan merivekî ne mimkûn e ku îzah bike. Bi qasî ku em serokê mezin nas dikin, di wextê Osmaniyan de dewleta Osmaniyan dewletekî Îslamî hatiye hesab kirin û tu wesfên ûnsûrî tê de zahir ne xwûya ye. Heta di wî çaxê de ji Tirkan re gotine: ”Etrakên bê îdrak” (Tirkên bê îdraq) û gotine: ”Tirk çi dizanin ji seyranê, firfir vedixwin dew” (Türk ne bilir seyraný, fýrfýr içer ayraný). Bi vî î’tîbarê (giramî) jî wextê Îdrîsê Bîtlîsî û digel Sultan Selim muqawela (peyman) di nav xwe de çê kirine. Ew wisa li ser wî muqaweleyê (peyman) dom kiriye heta paşîn. Piştê xel’a Sultan Ebdul Hemid û îqtîdara (desthilat) îttîhad ciyan şekil dexiş (guhertin) bûye û Kurd di wî çaxê de bilxasse (xasma) di 1915 - 1920an de fealiyetên (çalakî) zaf mezin dane nîşan û gotin ku wexta dewleta Îslamî ne be dewlet mîllî (netew) be, em jî milletekî û girîng hiqûqê me yê însanî jî û yê wetanî jî bê muhafeze (hêvişan) kirin.

Ev mesele zaf hatiye gotin û nivîsandin, belê em bi kurtî dibêjin.

Em jê mesela Kurd teali cemiyetiye û meselên Kurd yên cemiyetên (komele) din mijûl nabin.

Pêştê ku cumhuryet (komar) saz bûye û hereketa (tevgera) şêx Saît Efendî û di gel hereketên başqe ceryan kirine(tevgerên din herikandin) ewan hereketa ji bo ku bidine sekinandin û vemirandin wisa kirine ku lefzê kaf ê dahî newêrine telafûz (bilêvkirin) bikin. Heta hereketa (tevgera) Mele Mistefa dest pê dike. Em navê hereketa (tevgera) fikra Kurdiyê ku Mele Mistefa tîne wicûdê, em jê re dibêjin mîlada fikra Kurdî. Mele Mistefa di gel wî qasî ku xwedî aîlekî (malbateke) şecerekî bi şan bi şerefe, bûye mîlada aîla (malbata) xwe jî. Yanê ne behsa şecera aîla wî tê kirin, çimkî ew bi tenê bes e; Ne jî behsa fikrên Kurdî yên başqe (din) têne kirin. Ji xeyrî (bilî) munasebetên (pêwendî, têkilî) aîlewî (malbat) navbera me de hebûne. Bi Mele Mistefa bi xwe re bi wasîta mektûba însanan munasebetên (pêwendî) me bi Mele Mistefa re çê bûne.

Di sala 1958an de di 14 ê Temûzê de ku şoreşa Iraqê wî Abdulkerîm Qasim bi wasita Cemal Ebdunnasir zagoneke bingehî ji nû çêkirin û gelek wê zagoneke bingehî de heq dane Kurdan. Barzanî wê demê dawetî Iraqê hate kirin. Di meha Îlonê 1958an de hatibû Qahîrê. Em wî çaxî endamê parlamena Tirkan bûn û bi desteyekî fermî li Qahîrê bûn. Li wê derê me Mele Mistefa ziyaret kir. Çend caran min dît. Mele Mistefa di çavê min de him leşker bû him fermandar bû. Min ji hevalên wî pirsî; ji bo min gotin: ”ku ew 55 sale ji xeyn (bilî) xuslê xençer ji piştê venebûye. Ji xeyn (bilî) nimêjê potîn ji lingên wî derneketiye. Ji 24 seatan 4 seat tenê radiza. Ew 4 seat jî parçe parçe radiza. Îcar pirê ku li pêş çavên min di tarîxa Kurdan de cihekî wî yê zaf mezin heye. Di wextê wefata wî de ez zaf mehzun bûm û min di şîna wî de Hindek mersiye nivîsî. Ez vê mersiya xwe ji bo nivîsa te ya ku tu ji bo bîranîna sedsaliya Mele Mistefa dinivîsînî, dişînim:

Gelî Kurdan bikin şîn û qêrîn ji bo vî Berzanî
We winda kir yekê bê çûn dixwim sonda bi Qur’anê
Ewî umrû di gel haşmet ji bo we tev kire qurban
Ji bo jîna we ew mirî bû di qurbet de bi diljanî
Di sala nesid û heftê nehan de wextê sib de
Ji adarê di çûna dû di cûm’êde ku ruh danî
Eger şêrin, eger mêrin eger ji qewmî xwe re bixêr in
Wekî wî kes fedakarî nekir, nake bi wijdanî
Di bêm werin vê rojê eva rojek çiqa reş bû
Heçî Kurdên li dinyayê ku sî mîlyonin him çendin
Werin bigrin ji bona wî û hîşyar bin ji nadanî
Wekî lîder fedakar û millet wî ne parêze
Tucar ew qewm xelas nabe dibe kolê li ber nanî
Xiyas a! Çi dibêjî tu dinalî ji derdê van Kurdan
Hindek saxin hindek solin li ku Kuriyên Kurdan
Hesap nakin ji bin ew Ehmedê Xanî û Bedirxan
Ji wan re partî lîder çikar û menfiet yeksar
Herçî Kurdên ji xelaê radibin xadim lê tu li kuye
Bibê şerme jê ra bû wekî xaniyan Barzanî
Gelî Kurdan werin hûn tev bi heware
Binêrin ku li dinyayê çi kare
Heyî tu xwe te nav nîne çiyî tu?
Ne wehşî tu ne teyr û kevir û dare
Tu Kurdî xelq dizane tu nizanî
Weten kan ê ziman kan ê çi are
Ku Berzanî di çû ewe wekî roj
Li dinyayê te winda kêr medare
Ji Berzanî tu sehke ku dibê çi
”Di bê dimrim tu rabe bi lez û xare
Herçî xemme dixwazin ku bijîn ew
Qeder nabe nede jê ra qerare
Ne dît gelê gelê min bi çavên xwe ewî roj
Dibînim nêzîke bê kar û bare
Ji bo wî kar û barê re dibêjim
Tu pêk bîne rihet tiştek bikare
Bibin tev yek di Kurdîda me bêje
Evê ha zexme yaxût ew jî jare
Ji qewman qetand şerme êvare
Ne bê dawa dêbin merdûm ne bê doz
Ji dawe re divê mêrê bi jare
Evan pendan ji dewan re meke ji bîr
Bike ji qafû guhêra wek guhare
Kesê ku din û qewmiyet li balbit
Bizane ku li vê rê ew suware”
Heme medyûnê şukranî li ber te
Tu Berzanî te dît ev reng û çare
Xîyas a! Ku dibe ew wek te na bin
Ewê ku li nav qewmê xwe bûn wek stare
Ne Bismark û ne Marks û ne Atatürk
Lê çi bikim milletê te bê sitare.,
(Ev helbesta birêz Xîyasettîn Emre heta niha li tu derê nehatiye weşandin)

Ez gotineke Mele Mistefa serokê mezin ji bo te neqil bikim, ewî digot: ”Rojekî teyrekî li daristanekî Afrîqa ku tucar rê pê neketiye hêlînekî çêke û bêje vira Kurdistan e, wê Tirk temamî artêşa xwe budça xwe serf bikin, herin wê hêlînê xerab bikin û bêjin; mal xerab, çi bûye çi qiyamet rabûye, kes ji xwe naçe wê derê teyrê bi zimanê çivikan gotiye kes jê fêhm nake.

Eger bê pirskirin ku ez kî me: ez, Xîyaseddîn Emre me. Min xwendina xwe di medresê de pêkaniye; yên ku Kurd li ser piyan hîştiye sê tiştin.

1-	Medrese
2-	Dîwan
3-	Tekya

Ilim û zanînên xwe ji medresê girtine, exlaq û aferîşên xwe yê temîz û pak ji tekyayê girtine mêranî û egîdiyên xwe bi wesêta dengbêjên dîwanan girtine û parastine, belê ez gelek esef dikim ku dîwan di salên paşîn de yên ku dawa han ya qewmî dikin bûne neyarê her sê saziyên xwe yên tarîxî tabiî (sirûştî) dijminên wan bi tevahî quwet û hêza ne karîn bi temamî ji holê rakin. Niha bi wesêta wan gelek muwafak bûn.

Esefeke min a din jî heye ku Mele Mistefa Barzanî, serokê mezin semera emeka xwe bi çavên xwe ne dît. Lê wê salê ez çûme başûrê Kurdistanê û çûme ser qebra serok. Min li ser qebra wî got; serok! Te encama emeka xwe ne dît. Ez hatime ku mizgînî bidim te.

Bi silav û rêz
Xweş bimînî

Xiyasettin Emre Enqere, 21.06.2003

Dîtin û nêrînên birêz Abdulmelîk Firat:

Malbata Mele Mistefa Barzanî di mintiqa BARZAN de nêzîkî dused sal e xizmeta olî, terîqet û siyasetmedarî kiriye. Birêz Mele Mistefa yê rehmetî ji zarotiya xwe heya wefata xwe ji bo Azadiya milletê Kurd mucadelekî gelek mezin kiriye. Ew Qehremanekî milletê Kurd e. Di dîroka milletê Kurd de navê wî yê pîroz ”Mele Mistefa” dê tim û tim bidomîne.

Abdumelik Firat Enqere, 25.06.2003

Dîtin û nêrînên birêz Şerafettîn Elçî:

Ji bo bîranîna sedsaliya Mele Mistefa Barzaniyê mezin, çend rêz nivîsandin ji min hatin xwestin.

Ne heddê min e, ku ez bi çend rêzan bikarim Barzanî îfade bikim.

Barzanî qehremanê sedsala bîsta ye, qehremaniya wî ne tenê di warê şerî de bû. Qehremaniya wî ya mezin di warê mirovatiyê de bû. Dost û dijmin çelengî û mêrxasiya wî ya di şer de qebûl dikir. Ewî şerekî paqij dikir. Hajê hebû ku zerarê nede tu însanên bê guneh. Li esîran (dîl) bi merhemet bû. Di şer û derveyî şer de ji riya ehlaqî, mirovatî û adaletê venediqetiya.

Barzanî rehê xwedayê mezin bû. Ew bi mezinan re mezin bû û bi biçûkan re biçûk bû. Pêşberî (dijî) xurtan serbilind û di gel feqîran bi merhemet û dilrehim bû. Nefs biçûk bû. Ne li pey tu mevekî (şûn, cih, meqam), mekan û menfeetên (berjewendî) şexsî bû. Mele Mistefa Barzanî bi şeref û hisyet bû. Qîma xwe bi zor û zahmetiyê dianî. Pêşberî (dijî) zalima û hevalên mezlûma bû. Hêsabên wî yên biçûk tune bûn. Ew xwedî armanceke mezin û bi heq bû. Tu zor, zahmet û bê îmkanî, ew ji doza wî ne dida paş. Bi sebr û tehemûl bû.

Jiyana Barzanî jiyaneke sade bû. Di nav gel de yek ji gel, di nava pêşmergan de pêşmerge bû. Ewî wek wan dixwar vedixwar û wek wan wel digirt û milmilê warê bû.

Bawerî û daxwaziya Barzanî ew bû ku gelê Kurd jî wek gelên din yên cihanê bi şeref û hisyet û bi azadî li ser welatê xwe bijî. Ne kole û bindest be. Têkoşîna Barzanî ji bo parastina mafên Kurdan bû. Ewî jiyana xwe tev di wê rê de xerç kir. Ewî dijminahiya tu kesî û tu gelan ne dikir. Şerê rejîma dewleta Iraqê dikir, lê hevalê gelê Ereb bû. Şerekî mêranî, pak û paqij dikir. Ji bo wê yekê şopeke paqij pey xwe hîşt. Li ser meşandina wê şopa paqij ku îro Kurdên Başûr serketine û azad bûne. Ruhê Mele Mistefa Barzaniyê mezin û pêşmergên wî yên qehreman şad û bextiyar bin.

Li ser cenabê Barzanî gelek pirtûk hatine nivîsandin û wê hên jî bêne nivîsandin. Lê gişt jî dê nikaribin mezinahiya Barzanî bînin ziman. Ez bi çend rêzan bikaribim çi bêjim?

Wek şaîr gotiye:

”Çi bêjim ey Barzanî, pesnê te ez çi bêjim.
Tu hinde hind mezin î, ez nikarim te bibêjim”

Şerafettin ELÇÎ Enqere, 03.07.2003

Dîtin û nêrînên birêz Hasan Haya:

Hemû kurd deyndarê wî kalemêrê efsanewî ne

Ger ku kesek bû lehengê xewnên zarokatiya mirov, êdî ne mimkun e ku ew motîf ji ser hiş û mêjî biçin. Heta mirinê her û her mirov bi mirov re dijîn. Mele Mistefayê nemir, di salên 1968 de, li herêma Botan û Mêrdînê, di xewnên me zarokan de bû. Her şev di xewnan de bû, lew re di civat û şevbuhêrkan de, “qaçaxçiyên bi nav û deng, firariyên bi nav û deng, maqûl û giregirên civakê bi rêz, bi huşû û bi awayekî tilsimane dabaşa wî dikirin.

Dabaşa bejn û bala wî, dabaşa “di qada şer de cengaweri”ya wî, merhamet û adiliya wî dikirin. Tektîk û jêhatîbûna wî ya li hember dagerkeriya ereban ji wesifdana wî kêm nedibû. Bi ser van hemû wesifdanan de, kê dabaşa wî bikira bila bikira, êzîdî, suryanî, şêx an tariksalat; mutleq lê zêde dikir: “Mele Mistefa ehlê Xwedê bû. Di nava şerê giran de jî, ferza limêjê li xwe nedibir, digotin.

Qinyatek di nav gel de hasil bûbû. Dihat gotin ku Mele Mistefa niviştek heye. Bo wê yekê tu caran fîşek di laşê wî re naçin. Motîfên vê efsaneyê li gorî herêm û li gorî kesan dihat guhertin. Di civatan de, hinekan digot, “çar caran berik li Mele Mistefa ketiye, lê tu tişt pê nehatiye.” Hinekan digot, “dema ku carekê bera topê, ber bi sînga wî hat; wî destê xwe da ber, rahiştê. Bera topê di destê wî de, cemidî û bû mîna ax û xweliyê. Hed û hesabê van efsaneyan tunebû. Di civatê de, qîmet û jêhatîbûna zilaman, bi dîtina Mele Mistefa dihate hesibandin. Dema ku pesnê zilamekî giran bidana digotin, “ wele, felan keso di civata Mele Mistefa de maye”, an jî “ felan keso dinya ditiye, heta ba Mele Mistefa çûye” digotin.

Tiştê ku tu caran ji bîra min naçe û her tim weke xewneke şevan di bîra min de ye ev e: Ez deh an jî yanzdeh salî bûm. Sal jî der û dora 1970 bû, mala me li nav Nisêbînê bû. Nizanim gelo min ji ku derê peyda kiribû, lê hem wêneyê Mele Mistefa hem jî yê Leyla Qasim kiribû nav xelîtik ango cûzdana xwe. Ew yekem car bû, ku ez bûbûm xwediyê xelîtikekê.

Min bi difre, ew cûzdan û wêneyên di nav de, nîşanî hemsalên xwe dida. Hinekan ji hevalên min digot, “ma ew çi ye? Fotografên ji van ên rengîn û hem jî mezin li mala me hene.”

Ez îro zaf meraq dikim, gelo wê demê gel fotografê rehmetî û mezinên kurdan ên din, di mal de dadiliqandin an na?

Di zarokatiya xwe de, me pir li efsaneyên ku di barê Mele Mistefa de hatine vegotin û li wesifdana wî guhdarî kir. Evên ku min li jor çêlî wan kir çend jê ne. Bi sedan motîfên weha hene, ku di dema zarokatiya me de, hiş û mêjiyê me neqişandine.

Em jiyana zarokatiyê daynin aliyekî û em werin ser jiyana rasteqînî. Di jiyana rasteqîne de, min herî zêde Mele Mistefayê nemir ji rehmetiyê Feqî Huseyn Saðniç guhdarî kiriye. Bi sedan car min jê re gotiye, “seyda tu dikarî hinekî dabaşa xususiyetên Mele Mistefa bikî?”

Tiştekî ecêb e, dema ku Apê Feqî behsa Mele Mistefa dikir, ew jî dibû mîna zarokan. Zîz dibû, rengê dengê wî dihat guhertin, dengê xwe nimz dikir. Heçku îbadetê dike.

Bê şirove û kurt, ez dixwazim yek tiştî ji devê Apê Feqî neql bikim:

Mele Mistefa di wesiyeta xwe de gotiye, heta ku parçeyekî welat azad nebe bila li tu perçeyên din şer nebe. Ger şer hebe ew neyariya kurdan e.

Hemû Kurd minedar û deyndarê wî kalemêrê efsanewî û rûhanî ne...

Hasan Kaya Stenbol, 27.06.2003

Dîtin û nêrînên birêz Elî Ghazî:

Mele Mistefa ya Şêrî Kurdistan Eger ême seyrî mêjûy hefta heşta salî raberdûy Kurdistan bikeyn debînîn ke Mele Mistefay Barzanî dewrekey zor berçawî heye. Mele Mistefa le salekanî 40 be dûwawe serokayetî gelî Kurdî bo wedest henanî mafê rawakanî xoyde bûa. De salekanî axrî şoreşî eylûl Mele Mistefa ne tenya wek serokî Kurd debîndra belkem ew wekû qaremanekî azadîxwaz lelayen gelanî cîhanewe qebûl kirabû. We hemû dinya be wy degut şerî Kurdistan. Ew roj, ew serkewtine gewrey ke netewey Kurd le başûrî Kurdistan wedestî hênawe her deregay pîrozî Mele Mistefay nemîre.

Mele Mistefay nemir le bine maleyekî azadîxwazî Kurd çawî be dinyaye kirawa. Ew her le layenî niştimanî da keroleyekî helkewtûy Kurde. Le salekanî 1940 Mele Mistefa şoreşî destpêkird we le paşanîş ke hate rojhelatî Kurdistan wçanî neda. We de Komarî Kurdistan wek serkirdeyekî jîr kawte regay xebat we, ew lawanî bo parastinî sinorî Kurdistan roleky mezin bileyze wa bû be Jeneralî Komarî Kurdistan. Paş Komarî Kurdistan Mele Mistefa qahremanî şerî Êranî kird û xoy geyande yekiyetî soviet paşgeranawey bo Kurdistan şerî eylûlî destpêkird we heta salî 1975 berdewam bû. Mele Mistefa paş awey ke nexoş bû hate axîrîn rojî xoy her de fikirî Kurd û Kurdistan dabû. We berdewam hîwadar bû ke carekî dî bigate Kurdistan û berdewamî leser xebatî pîrozî xoy. Belam merg destî xoy hêna pêş û Mele Mistefa bû be nemir.

Elî Ghazî Almanya, 04.07.2003

Dîtin û nêrînên birêz Lokman Polat:

MUSTAFA BARZANÎ’YÊ NEMIR

Mustafa Barzanî serokê netewî ê kurdan e, nemir e. Jîyana wî ji bo azadîya gel û rizgariya welat, bi têkoşînê derbas bû. Ew ji bo doza kurd û Kurdistanê têkoşiya.

Jiyan, şer û têkoşîna wî di nav netewa kurd de, li herçar perçeyên Kurdistanê bû sembola kurd û kurdayetiyê. Ew bû efsane û di dilê gelê kurd de herdem dijî.

Wî siyaseteke biaqilane, bi plan û li gor rastiya konjuktura cîhanê meşand. Ew siyaseta wî îro bi serket. Di dema çûyîn de, şerê gerîlatiyê yê ku di bin fermandariya wî de hate meşandin, şêweya taktîkên şerê gerîlatiyê yê ku wî pêk anî, li cîhanê ji bo şerê gerîlatiyê, têkoşîna partîzaniyê bû nimûneyeke efsanewî.

Mustafa Barzanî’yê nemir bi hest û ruhekî kurdî dagirtî bû û ji bo wî Kurdistan yek welat û kurd yek netewe bû. Lewre jî, di dema wî de li kur, di kîjan beşê Kurdistanê de pêwîstî hebûya, ew li wir bû, ji bo rizgariya gel ji têkoşînê re amade bû. Ew serokekî ku tim di nav gelê xwe de bû.

Ez ji dil sedsaliya jidayikbûna wî pîroz dikim.

Bi rêz û hurmet wî bi bîr tînim.

Lokman Polat Stokholm, 14.07.2003

Dîtin û nêrînên birêz Ahmet Aras:

NAVÊ BARZANÎ SEMBOLA SERFIRAZIYA KURDA YE

Navê Mistefa Barzanî di jiyana min de ciyekî taybetî digire.

Min di sala 1955an de li Erzeromê dest bi xwendina xwe ya lisê kir. Ez ji gund hatibûm û haya min ji dinyayê tinebû. Min wê demê Kurd û Kurdayetî tiştekî baş ne didît. Lê min ewqas jî texmîn ne dikir.

Roja ku ez cara yekem çûme lisê û çûme sinifê, çend zarok hatin ji min pirsîn, gotin:
”Qardaş (*) tu Kurd î?”
Min got ”Erê !”

Bi wê bersiva min re, ew gişk (hemû) bi hev re qêriyan û gotin ”Weyê hela werin mêzekin Kurdek hatiye!...” Bi ser min ketin, bi min tinazên xwe kirin û ji min re digotin ”Kurdo ha Kurdo!...” Êdî ez bûbûm pêleyîstokên wana. Kingê dilê wan bixweste, dihatin hû-hûyî min dikirin.

Wê rewşê bi salan dom kir, ez pir diqehirîm, lê tiştek jî ji destê min nedihat. Payîza sala 1958an bû, min di lisê de dixwend. Wê demê di derheqê Mele Mistefa Barzanî de li ser hev di rojnaman de xeber derdiketin. Li gor wan xeberan Barzanî piştî sirgûna 11 salan ji welatê Uris vegeryabû Iraqê û wek serokê dewletekî hatibû ezimandin. Gellek ajans û rojnameyên biyanî di derheqê Barzanî de cur-be cur xeber diweşandin. Rojnameyên Tirkiyê jî ew neqil dikirin, qala têkoşîna wî, lehengiya wî û meşa wî ya dirêj dikirin. Bi wan xeberan ve ez pir dilxweş dibûm û êdî sifetê Kurdayetiyê li min qar nedihat. Min di rojnameyekê de şiklekî (wêneyekî) wî yê bi ûniforma eskerî dît. Di binê şikil de wiha nivîsandibû: ”Qizil General” Helbet rojnamê ji bona ku Mele Mistefa di çavên Kurdan de reş bike, bi qest wisa nivîsandibû. Lê di çavê min de ew hê jî bilind dibû. Piştî vegera Mele Mistefa li Iraqê, dinya min jî hatibû guherandin. Êdî ji wê demê şûnde sifetê Kurdayetiyê ji bona min bar û piştî û qîle nebû, sifetê serfiraziyê bû.

Ez bawer im ku ji wê rojê şûnde ne ji bona min tenê, ji bona hemû Kurdan navê Mele Mistefa Barzanî bûbû sembola serfiraziyê û baweriyê.

Ahmet Aras Izmir, 15.07.2003

Dîtin û nêrînên birêz Şivan Perwer:

Barzaniyê Mezin bo min gelek tiştî îfade dike, şanî dike û beriya her tiştî ger mirov dîroka Barzaniyê mezin bixwîne, yan guhdar bike, ku min bi xwe jî gelek kesên wan yanê pêşmergeyên li gel wî xizmet kirine, zarokê wan ku di nava pêvajoka şoreşê de mezin bûne, ta birêz kek Mesut Barzanî, guhdar dibe, mirov dibîne ku demeke pir dijwar sert bi kuştin û mirin bi rev û bez bi ser û ceng bi berxwedan û hêvî bi taybetî serê Barzaniyan re û tevayî di serê gel derbas bûye ewan hemû serpêhatî bûyer çîrok hemû weke qamuşkeke bigrin di şexsiyeta mezin de cih girtin. Mixabin ji ber perçebûna geografîk, stratejiya dozê civakî û çandinî, sosyal, têgihîştin û perwerdeyî, Kurdan hevdû halî nebûn, li hev tê negihîştin. Ji ber vê yekê jî Barzaniyê mezin baş fêhm nekirin. Dîroka doza Barzaniyan ji Şêx Ebdilselamê Barzanî de li dawiya sedsala 19an dest pê dike. Şêx Ebdilselam Barzanî heta 1920an dozeke pir dijwar ji bo rizgariya netewî li hember hêzên kolonyalên der û dagirkerên hundir, li darxist. Ebdilselam Barzanî di dîroka Kurdsitanê de ramaniyên yekîtî û rizgariya netewa Kurd û Kurdistanê anî ziman, ji ber vê yekê jî pir bandorek mezin çêbû û hat girtin û dijminan ew li dar xistin, şîara wî ev bû û wî digot:

Rojeke li welatê me yê azad, ji jiyaneke bindest, ji bo min bi rûmetir û şereftir e.

Her weha ewê dîroka serhildanê dest pê kir û bi Mele Mistefayê mezin berdewam kir. Barzaniyê mezin yê jîr bê rawestan heta dilovaniya xwe berdewam kir û pêre emanetî me kir. Mirovekî ewqas zorî û zahmetî dît, lê ew zor û zahmetî ji xwe re kir xizmet ku îro gotinên wî yên hêja ku gava mirov bi kek Mesût re suhpet dike û ji wî dibîhze ku mesela Mele Mistefa ji tu kesî re ne digot bila wiha an jî wanî bikin, tu kesek mecbûrî xebat û xizmetê ne dikir. Bi tenê giringî û pêwistiya xizmetê digot. Bi xwe jî ji mirovan re digot em ji bo we dikanin çi xizmetê bikin. Ber wê jî her kes heyranê xwe dihîşt. Mirov dil diket wê berxwedan, hêvî û armancê wî. Mirov dil diket şexsiyeta wî. Şexsiyetek Kurdayetî hêvî bi berxwedanî û giringiya jiyanê lê hebû. Ez pir dixwazim ku her Kurdek Mele Mistefa Barzaniyê mezin baş binase.

Mesela îsal min Konserek li Awistirya li Viyana di Wienbûr Theater li gel hûnermendê wan Kurt Ostban Konserek da vekirina.

Konsera me bi destê serokê Parlamena Awistirya Dr. Heinz Fischer vebû. Beriya Konserê em çûne ziyareta wî. Wî ji min re got tu dizanî ez ji Kurdan hez dikim. Ji ber ku Kurd mileteke pir fêdekar e, ji bo dost û heval û cîranên xwe her tiştî dikin, heger nîvê wî karî ji bo xwe bikirana vê gavê xwedî îdareke pir mezin bûn. Lê ligel hemû zor û zahmetiyan ez vî miletî pîroz dikim ku hîn li ser linga ye û bere bere nêz 1i azadiyê dibe. Lê ji bîr nekin ku dîroka we miroveke dayî ku ez pir heyranê wî me. Heger we ew baş fêh kiribe, him fîlozof e, him dozdar e û him jî rêberekî mezin e, ew jî MELE MISTEFA BARZANÎ ye. Dr. Heinz Fischer digot gava ez xwendevan bûm resmê Mele Mistefa Barzanî tim li mala min bi dar de bû. Min ew kiribû nava qehreman û efsaneyên dinyayê.

Ez diherim kudera dinyê min konser dane xelêkê beyaniyan ji min re gotine (do you now that we love Barzanî) Hûn dizanin ku em ji Barzanî pir hez dikin.

Şivan Perwer Almanya, 16.07.2003

Nivîskarê hêja Kakşar Oremar di nivîsa xwe ya bi navê jiyan û bi serhata General Mistefa Barzanî de li ser dîroka malbata Barzanî û têkoşîna wan disekine û di nivîsa xwe de wiha dibêje:

Piştî wefata Şêx Ebdulselamê yekem kurê wî Şêx Mihemed Barzanî dibe cîgirê wî. Şêx Mihemed piştî zewacê dibe xwediyê pênc kuran: Şêx Ebdulselam, Şêx Ehmed, Mistefa Barzanî, Mihemed Sidîq û Şêx Babo. Wan tevan ji destpêka xwenasandinê bi hemû awayan xebat kirin ku riya kalkê xwe ya xizmeta ji bo gel di hemû warên siyasî, olî û civakî de bidomînin. Navdartirîn endamê vê malbatê ku tevaya temenê xwe di riya xebata siyasî ya ji bo Kurd û Kurdistanê derbas kir, Mistefa Barzanî ye.

M. Barzanî kî ye, çi kiriye û serhildana wî di dîroka Kurdistanê de xwedî rolekî çawa ye? Û … Jiyana tejî bûyer, derbiderî û nîştimanperweriya Mistefa Barzanî yê heya radeyekê bersiva van pirsên me bide.

Mistefa Barzanî ji ber cesaret, mêrxasî û sedema jeopolîtîkbûna coxrafiya herêma jiyana xwe û rewşa taybeta jiyana siyasî-civakîi ya gelê herêmê di kar û barê şervanî û taktîkên şerê partîzanî de zû liyaqet û şiyanên xwe yên fermandarbûnê ji herkesî re dan îspatkirin. Ji bona wê jî di nava gel de bi hurmet û çavekî mezin li wî dinêrin. www.pen-kurd.org

Nivîskarê hêja Mehmed Dehsiwar di gotara xwe ya gelek dirêj û delal de ku di malpera înternetê de ya www.kerkuk-kurdistan.com de hatiye weşandin û Kovara PÊNÛS jî ev nivîs di hêjmara xwe ya 13an de weşandindiye, li ser Mele Mistefa Barzaniyê mezin wiha dibêje:”Çaxê mirov çavekî bavêje dîroka têkoşîna rizgariya neteweyê kurd, dê mirov gelek lehengên hêja û bi rûmet bi bîr bîne. Bi taybetî di vê sedsala dawî de, gelê kurd li hember koledarî û zordestiyê, ji bo rizgarî û azadiya xwe, car bi car serî hildaye û ji nav van serhildan û berxwedanan gelek lehengên birûmet derketine. Ev leheng, ji gelê kurd re bûne rêber û baweriya berxwedan, serhildan û rizgariyê; di dîroka tekoşîna gel de bûne nimûneyên payebilind. Yek ji van lehengan jî Mistefa Barzaniyê nemir e ku ezê wî bi çend rûpelan be jî bi bîr bînim.“

Helbesta min jo bo bîranîna sedsaliya serok Mele Mistefa Barzanî:

Pîroz be rojbûna te
Pîroz be sedsaliya te
Te ronî kir riya me
Pîroz be xebata te

Li Kurdistanê şervan
Li Rûsyayê bêwestan
Te kar kir ji bo Kurdistan
Pîroz be xebata te

Nayê jibîrkirin tu carî
Ew keda ku te dayî
Li hemberî zordarî
Pîroz be xebata te

Em in lawên te
Em soz didin te
Qet bernadin ala te
Pîroz be xebata te

Bi bîr tînim navê te yê şîrîn Mele Mistefa Barzanî
Te ala têkoşînê hilanî
Te ji bo me rêz û rêçik danî
Pîroz be sedsaliya te...
(Fuat Akpinar, 15.03.2003)

______________________________

Çavkanî
1- http://www.kdp.pp.se (malpera PDK ya înternetê)
2- http://www.pen-kurd.org (malpela Pen’a Kurd)
3- http://www.kerkuk-kurdistan.com

_______________________________

* Qardaş: forma xirabkirî ji peyva kardeş ya tirkî ye ku wateya wê heval e – MN.

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: mehname@yahoo.com
Contact us: mehname@yahoo.com

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
Site hosted by Angelfire.com: Build your free website today!