Serrûpel Hejmar 43, gilavêj 2003

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Nirxandin

A. Meretowar: Nîşaneke vejîna edebiyata kurdî: Hesenê Metê
Maruf Yilmaz: Pedagojî û teoriyên perwerdegariyê -2-
Polat Can: Geriyanek di cîhana wêjeya nûjen ya kurdî de
Lokman Polat: Hunera gotinê
Dara Bilek: 38 sal ji damezrandina Partiya Demokrat ya Kurdistana Bakur
Fuat Akpinar: Mistefa Barzanî - mîlada fikra Kurd û Kurdistanê
Marûf Yilmaz: Barzanî dengê hingê û yê niha ye
Fuat Akpinar: Lihevkirina Kadekê û Amerîka pîroz be
Polat Can: Pirsgirêka perwerdeya zimanê kurdî li Ermenistanê


38 Saliya Damezirandina Partiya Demokrat a Kurdistan –Bakur

Dara Bilek: dara@chello.se

Ji berî niha 38 salan rojek ji rojê havînê li bacarê Amadê hinek Demokrat û welatparêzên Kurd hatin ba hev û rêxistin a yekem a siyasî li Bakurê Kurdistanê Damezirandin. Piştî avakirina cumhuriyet a Tirkiye partiyên Kurd yên siyasî, yên ko doza mafên rewa yê miletê Kurd bikin li Bakurê Kurdistanê nehatibûn avakirin.Piştî avakirina Partiya Demokrat a Kurdistana îran û Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê, sala 1957 ê jî Partiya Demokrat a Kurdistanê li Suriye hate demezirandin.Lê mixabin bêşê mezin yê Kurdistanê ne xwedî rêxistinek siyasî bû. Ev yek hetta sala 1965 ê dewam kir.

11 ê temmuz a 1965 ê piştî kar û xebatek hêja PDK li Bakurê Kurdistanê hate damezirandin. Bê guman damezirandina PDK li Bakur di konaxek gelek taybetî de derbas bû.Herweha damezirandina PDK bû destpêka pêvajoyek nû a siyasî li Bakûrê Kurdistanê. Heta wek îro bi gelek awayî li ser damezirandina PDK li Bakûrê Kurdistanê tişt hatine nivîsandin.Piraniya wan, an bi temamî çewtin an jî xwedî kêmasiyên mezinin.Ew kesên ko PDK damezirandîne hinek ji wan hêja dijîn û xebatek siyasî li ser rêbaza partiya ko avakirîn bi awayek serfirazî didumînin. Min gelek baş dît ko mirov damezirandina PDK li Bakurê Kurdistanê ji wan seh bike .Yek ji wan kesayetên welatparêz ko di damezirandina PDK ê de rolek taybetî leyiztî hetta wek îro di nav refên vê partiyê de karê xwe yê siyasî didumine. Ew dibêje:

“Wek tê zanîn vegera Barzanî li Kurdistana Başur, bû sedemek ya hişyarbûna zana û xwendevanan li Bakûrê Kurdistanê. Hinek kovar û rojname dihatin weşandin. Hereketek di nav zanayên Kurdan de çebû. Di sala 1959 ê de 49 kes hatin girtin û li bajarê Stenbulê êxistin zindanê de. Di nav wan de hinek kes wek Seid Elçî bi helwestên xwe yên di dadgehan de derketin pêş. 11 Îlonê 1961ê de Barzanî dest şoreşê Îlona pîroz kir. Evê yeke tesîrek pir mezin li Kurdên Bakur kir.Di sala 1963ê de, kovarên wek Rêya Rast, Dicle û Firat û Deng dihatin weşandin û ev kovar li Kurdistanê jî dihatin belav kirin. Sala 1964 ê, Rehmetî Dr. Nuredin Zaza ji Başurê kiçik, bi rêya hinek Kurdên welatparêz nameyek ji bo me rêkir. Di vê namê de, pêwistîya avakirina partîyek Kurd li Bakûre Kurdistanê dida kifşkirin û dixwest em bi vî karî rabin. Ji bo arîkarîya ku pewist bê jî, amadebûna xwe diyar dikira. Ji alîyek din, li bajarê Amedê welatparezek gelek hêja bi navê Fehmî Bilal hebû. Ewî di şoreşa Sex Seid de cih girtibû. Fehmî Bilal gelek caran em didîtin û ji me dixwest ko em partîyek Kurdî pêk bînin. Bi tesîra van bûyeran jî, me çend hevalan di nav xwe de mercên xwe nirxandin û me biryar da ku, ji bo awakirina partîyek Kurdî em dest xebatê bikin. Bi taybetî birêz Seid Elçî, têkilî gelekî kesên rewşenbîr û zanayên wî demî re danîn û ji wan dixwest ku, ji bo çêkerina partiyek Kurd xebatê bikin û hevre partiyekî avabikin.Lî gelekî mixabin kesekî xwe nêzikî fikra çêkirina partiyek Kurd nekir. Lê me kar û xebata xwe berdewam dikir. Me bername û destûr ji ba PDKI û PDKS anîn. Me, ew baş ber çav re derbas kirin û karek qenç li ser wan kir. Dawîyê de me bername û destûrek bi zimanê Kurdî amadekir. 11-7-1965ê de me (Seid Elçî, Omer Turan (Şebab) û çend kesên din) li bajarê Amedê civînek kir û Partiya Demokrat a Kurdistana Tirkîye (PDKT) damezirand. Di vê civîna damezirandina partiyê de, Seid Elçî wek serokê partî yê giştî hat hilbijartin û hevalek din bû sekreterê partiyê. Piştî damezirandina partiyê me pêwendîyên gelek xûrt li gel parezger birêz Faik Bucak danîn. Me jê xwest ko cihê xwe di nav partiyê de bigre. Birêz Bucak, ev daxwazîya me qebul kir. Bi vê minasebetê roja 21-8-1965ê li bajarê Amedê civînek hat li darxistin. Di vê civîne de birêz Faik Bucak bû Serokê Giştî û birêz Seid Elçî bû Sekreterê Giştî yê partiyê.

Lê gelek mixabin, hê sala me neqedayî dijminê hov bi destên xayîn serokê partiya me Faik Bucak, di roja 4-7-1966 ê de şehîd kirin. Piştî şehadeta Faik Bucak, civînek awerte ya partiyê çêbû. Di vê civînê de biryar hat girtin ko; Serokê Netewî ji bo miletê Kurd Barzanî ye. Ji bo vê yekê me di nav partîyê de sistema serokatîyê rakir û sistema sekreteriyê danî cih. Herweha birêz Seid Elçî, wek Sekreterê Giştî hat hilbijartin. PDKT bi gelek xûrtî kar û xebata xwe berdewam kir...”

Damezirandina PDK li Bakurê Kurdistanê gerek ji teref her welatparêzekî ve baş bête nirxandin. Taybetî konaxa ko kar hatî kirin ji bu damezirandina partiyekî siyasî a Kurdan û damezirandina wê partiyê gelekî girîng e. Herweha piştî partî hatî damezirandin helwesta siyasetmedar, rewşenbîr û kesayetên Kurd derbarê partiyîde gelekî giring e û gerek ji bo têgihandina dîroka siyasî a tevgera Kurd li Bakur, ev yek baş bête şirovekirin.

Minasebeta 38 saliya yadkirina Partiya Demokrat a Kurdista Tirkiye dixwazim behsa çend xalên girîng bikim.Her xalek ji wan diroka siysî a tevgera Kurdistana Bakur de konaxên taybetine û gerek ji bo zelalkirina dîroka siyasî baş bêne nirxandin.

1- Konaxa ko ji berî partî bête damezirandin sala 1958 (vegera Barzaniyê nemir ji sovyetê bo Iraqê) hetta sala 1965 . Wek tê zanîn vegera Barzanî tesîrek gelek erênî li Kurdên Bakur jî kirî bû. Leptek siyasî di nav Kurdên bakur de jê peyda bibû. Rewşa Tirkiye û guhertina destura bingehîn ya dewletê sala 1960 jî rihetiyek di nav siyasetmedar û rewşenbîrên kurdan de peyda kirîbû. Lê mixabin şûna ko piraniyên kesayetên Kurd kar û xebatê ji bo damezirandina partiyek Kurd bikin berê xwe didan çepên Tirkan. Taybetî di nav Partiya Karkerên Tirkiye de cig digirtan. Bi awayek din mirov dikare bêje ko zana û xwendevanên Kurd bi dengê Barzanî û Şoreşa Îlonê hişyar dibûn lê pêwistiya damezirandina rêxistinek siyasî a Kurdan nedidîtin û li gora xwe çareseriya vê pirsa netewî di sosyalizmê de di nav partiyek çepên Tirkan de didîtan. Ev konaxa henê gelek taybetiye û belkî jî bûye bingehê gelek çewtiyên ko paşre jî di nav tevgera kurd de hatîn jiyandin.

2- Piştî kar û xebatek zehmet PDK ji teref hinek Welatparêz û Demokratên Kurd ve tê damezirandin. Lê piraniya wan kesayetên ko di nav tevgera çep a Tirki de siyasetê dikin ji damezirandina vê partiye ne gelekî keyfxweşin û warê siyasî de dev tavêjin partiyê. Helwesta rewşenbîr û siyasetmedarên Kurdan derbarê PDK ê de gerek bi serê xwe bête nirxandin. 3- PDK pirsa neteweyî ser hertiştekîre digirt û bibû sembola netewetiyê li Bakurê Kurdistanê.

4- PDK her demî bi aweyek gelek aktif pişgiriya tevgera Kurd li beşên din yên Kurdistanê dikira û di vî warîde rolek gelek hêja dileyzt. Dema mirov dîroka siyasî a Tevgera Kurd di beşên din yên Kurdistanê de baş şirove bike, rolê ko PDKT leyiztî xweş dixweye.

Mimkine ko hinek konaxên siyasîde PDK li bakurê Kurdistana Bakur rola xwe ya pêwist ne didîtibe. Lê dema mirov, van 15 salên dawî dinerê sedemên ko vê partiyê nekariye role xwe bileyze çetir dixweyê.

Îro ji bo tevgera Kurd di hemî beşên Kurdistanê de konaxek nû destpêkiriye. Rewşa Kurdistana Başûr bûye destpêka vê konaxa nûjen. Gerek PDK li Bakurê Kurdistanê jî vê rewşa nû baş binirxîne siyaseta xwe li gora van mercan ji nûve avabike. Gerek kadroyên nûjen bi awayek hevdem bêne gihandin. Taybetî kadroyên siyasî yên Kurdistana Bakur pêwiste ko bi ziyneyetek nûjen kar û xebata xwe ya siyasî bikin. Hêvî ewe ko PDK li Bakurê Kurditanê bikaribe li ser rêya Kurdewariyê, li ser rêbaz a Barzaniyê nemir ji nûve xwe vejîne û wek partiyek demokrat û hevdem cihê xwe yê pêvîst di tevgera rizgarixwaz a Kurdistanê de bigre.

11.07.2003

Dara Bilek

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: mehname@yahoo.com
Contact us: mehname@yahoo.com

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
Site hosted by Angelfire.com: Build your free website today!