Serrûpel Hejmar 43, gelavêj 2003

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Nirxandin

A. Meretowar: Nîşaneke vejîna edebiyata kurdî: Hesenê Metê
Maruf Yilmaz: Pedagojî û teoriyên perwerdegariyê -2-
Polat Can: Geriyanek di cîhana wêjeya nûjen ya kurdî de
Lokman Polat: Hunera gotinê
Dara Bilek: 38 sal ji damezrandina Partiya Demokrat ya Kurdistana Bakur
Fuat Akpinar: Mistefa Barzanî - mîlada fikra Kurd û Kurdistanê
Marûf Yilmaz: Barzanî dengê hingê û yê niha ye
Fuat Akpinar: Lihevkirina Kadekê û Amerîka pîroz be
Polat Can: Pirsgirêka perwerdeya zimanê kurdî li Ermenistanê


NÎŞANEKE VEJÎNA EDEBIYATA KURDÎ

Hesenê Metê

A. Meretowar: ayhanyildizresul@mynet.com

Hesenê Metê... Erxeniyekî li xerîbiyê.(*) Tehsîla xwe li....

Çi kar û barên xwe hebû ne... 20 sal e ku li welatê nivîskaran, li Swêdê dijî.

Em çîrokên wî dinasin. Bala cîhana Kurd a wêjekaran, ji zû ve çûye ser berhemên wî. Di weşanên gelê Kurd de, herçendî hindik be jî, em leqayî çend xebatên ser keda wî hatin. Biwêjên ku vî camêrî derxistine ji kana zimanê qedîm ê kurdiyê, berî xax û hunerê wî yê ser çîrokê, bala me xwendevanan biriye ser xwe.

Bi berhema wî ya bi navê “Labirenta Cinan” jî em pê dihesin ku di çeşnê wêjeyî yê romanê de jî, wî xebat hene.

Bi zavî di berhemên Hêja Hesenê Metê de, jiyana gundane derdikeve pêş. Di rojnameya hefteyî Azadiya Welatî, hejmara 237’an de, em rasti hevpeyvînekê tên.

Hêja Cemîl Andokî, bi vî nivîskarî re li ser berhema wî, çend pirs kirine. Bi xêra bersivên nivîskarî bi xwe, hindik be jî em, bi felsefeya wî ya wêjeyî digihîjin. Nivîskêr bala xwe daye ser rewişta mirovî. Li ser nîgariya giyanî ya însên hur û kûr bûye. Di nivîsên wî yên wêjeyî de, lehengekî ku bûbe tîpeke îdealîzekirî, fîgureke îdealîzekirî, derneketiye pêş. Kesê yekem ku em jê re “leheng” dibêjin, bala wî nakşîne ku bi çavê “maqûliyê” lê binihêre. Motîfên ku bêtir bala wî kişandiye, rûhiyeta însên e. Li ba dilê wî, ev rewşa giyanî çawa dikare biguhere, an jî çawa dibe ku were guhertinê, serê xwe pê re êşandiye. Ev teher tehereke ne nû ye. Van salên ha, wêjekarên cîhanê jî, di bûyerên berhemên xwe de, ji yek lehengekî zavtir, ciyê ku yekî, bi jêhatiya wî bikine qehreman, bikine pêşeng, cî didine komên mirovan. Leheng ne yek e; weke lehengî, koman derdixine pêş. Bi dîtina geleg zana û pisporên civakî, tenê ev rêbaz dê bikare civakan rizgar bike, derbixîne xweşiyê.

Cihêrengiyeke dinê jî heye ku bûye navenda berhemên vî nivîskarî. Navenda mirovî. Tîpên di berhemên wî de bûne lehneg, ji nava jiyana rastîn a welatê me ne. Herçiqas ew bi deh salan e dûrî welatê xwe be jî, ketibe binê bandora wê çanda Ewrûpayê jî, çanda gelê xwe jibîra nekiriye; heta jê hatiye, xwe kirr kiriye, bi awayekî pisporane, bi xişm berê xwe daye ser nakokiyên civaka me ya welêt.

Zimanekî wî heye ku, gihîştiye derceya wê sirûştiya Kurdî. Hevokên wî, bi giyanê sirûştî yê kurdiya bav û kalan şa bûye. Şêwaza wî, di nava hevpîşeyên wî de, bi rastî xweser e. Bi baweriya min dê ev serkeftina nivîskêr, ev be: Ji ber ku ji sê milan ve ketiye maratona geşedana wêjeyê. Hem ji wêjeya Devkî sûdeyê werdigre. Berhema wî ya bi navê “Ardû” ku hin kurteçîrokên gelêrî, bi formeke wêjeyî hunandiye, hem jî bala xwe dide ser wêjeya nû. Smîrnof, Labîrenta Cinan û Epîlog, xebatên wî yên xweser in ku bi keda hunera xwe aniye pê. Digel vê yekê, ji wêjaya cîhanê jî bêhay nemaye. “Keça Kapîtan” a Pûşkînî, “ Mirina Karmend” a Çehovî û “Merivên Reben” a Dostoyevskî, wergerandiye Kurdî. Bi zimanê wergerê, ji du aliyan ve kar kiriye. Yek jê, gencîneya zimanê xwe dewlemand kiriye; ji aliyê dinê ve jî, bûye şînasiyê wêjeya kevnar û gerdûnî ya cîhanê.

Ew bela ye ku, di çeşnê kurteçîrokan de, li cîhana wêjeyî ya gelê Kurd zû hat naskirin û xwendinê. Em jî bêtir dê bala xwe bidin berhemên wî yên ku di warê çeşnê çîrokê de daye. Karê rexnegirtina li berhema wî ya di çeşnê romanê de, bila bibe peywura kedkarên dinê.

Kurteçîrokên wî xweş; xwerû û xwedî zimanekî rewan û dewlemend e. Wî ew berhemên xwe bi nîgarên giyanî rewişandiye. Em dikarin kurteçirokên wî yên ku di Epîlogê de hatine hemberî me, ji aliyê mijarî ve dabeşî van jewareyan bikin:

a) Kurteçîrokên ser rewşa giyanî ya civakê û rastiya tehl a malbatî.
b) Rewşa kesaniya mirovên civaka me.
c) Têkiliyên xembarane yên mirovên me ku bi çi teherî ne li hember gel û welêt. d) Rewşa derûnî ya penaberiya welatiyên Mezobotmayayê.

Mijar têra xwe balkêş in. Bi rêya rêbaza rasteqîniyê rewşa giyanî ya mirovên me, dibe ku rewşa derûniya me bi xwe, rewşa derûniya şexsê xwe bi xwe, bi zimanê xwe nîgar dike.

Divê em li vê derê, navekî daynin li vê serdema ku nivîskarê me tê de, ev berhem daye. “Serdema Vejîna Wêjeya Kurmanciyê”. Ev serdem hem li derveyê welêt, hem jî li nava welêt geş bûye.

Ji nava van kurteçîrokên wî, em dê bi taybetî bala xwe bidine ser “Ya Star” ê.

Gundekî welatê me ye. Bi sewgura serê sibê re leşger tavêjin serê. Gundî giş kom dikin, dixin îctimayê. Kapîtanekî leşgerî muxtêr derdixe pêş, dibêje ku çawa tu perçeyekî avahiya dewletê yî û çima tu karê xwe yê fermî pêk naynî. Bi gotinên heqaretwarî vî rebenî kepeze dike û pê dilê wî rehet nabe, radibe bi tundî lê dide. Bi vê yekê gundî çavtirsandî dibin. Kapîtanî leşgerî doza çekên gundiyan li muxtêrê hêsîr dike, hê evdalo nebiziviye ku bersiva xwe bide, di binê gurmîna potîn û hingînê seyr ê wî de dixewire, bê hiş dikeve, li erdê dirêj dibe.

Koma gundiyan jî weke pezê bêşivanî ku ji ber sawa gurê devbixwîn vir de wur ve direhile, ji tirsan diricife. Radibe li pepûkekî dinê jî dide, wî, ji mêraniyê dixîne. Tê fêmkirinê ku, gundiyên mayî jî, di binê terperepa jop û potînên leşgeran de, ji ser û çavên xwe reş û mor dibin. Dawiyê melkemotê kulê, bêyî ku “xwuna zav birêje” dilê xwe rehet; kela xwe di serê wan de hêdî dike û diçe. Yek numûneyeke “mêraniyê” jî li hemberî xwe nabîne.

Nivîskar, navberekê dide seyra bûyerê û ka çend roj peyre ye, dîmeneke ecêb a “mêraniyê” ji nava lehengên heman gundî raberî me dike. Du zarokên vî gundî, li ser riya garana dewaran, rastî şekaleke bigû tên. Nola kûçikan li hevûdu dixin. Yek jê serî dişkêne li yê dinê. Xwun dest bi rijînê dike. Girî, qêrîn û çêr li hev û dinê diqelibin. Jinek jî beşdarî van zarokan dibe. Hev û dinê dikin segbav, ker, mange, dêlik û dêlegur. Kalekî bi gopal jî beşdarî van sewalan dibe. Navê wî jî amade ye: melûnê xerifî” lêbelê xwuna vî jî dirije ser xwuna van, çiqas bizdiyayiyên wê şeva serdegirtina leşgeran hene, her yek dibe Mîrzemuhemedek û herba mezin a cîhanê, li vî gundî rûdide.

Mijara berhemê têra xwe balkêş e. Bi çavekî bêlayan li xeletiyên rewişta ferdên me mêze kiriye; bi rêbazeke xerîv, rewşa derûniya civata me raxistiye. Nakokiya kesayetiya civakê derxistiye ser avê.

Nivîskêr, ji aliyê rastiya resen ve mijarê girtiye destî. Tew bêhna dilovaniyê jî nayê ji awayê raxistina mijarê. Wî bi xwe, tenê aliyê “tesbîtî” yê rewşa xembarî ya civaka gelê me derxistiye pêş. Wekî dinê qet bala xwe nedaye aliyê din ê mijarê. Raman û hestên xwe derbasî nava vê mijara seyr nekiriye.

Jixwe em ji beşa destpêkê têdigihîjin bê çendî wî ev bûyera sosret raxistiye. Tehera bi ser gund de girtina leşgeran, bêçaretî û belengaziya gundiyan ku di beşa geşedanê ya bûyerê de bûye hêmana meraqê, heta mirov bibêje bes, destê mirov dixe dilê mirov bê ka gelo dê çawa bibe. Digel vî awayî xwendekarekî Kurdistanî, ji beşa destpêkê heta beşa encamê, bê dijwarî dikare texmîn bike da beşa encamê dê çawa bi dawî bibe. Bela ku nivîskêr di vegotina bûyerê de bêalî maye, beşa dawî ya bûyerê, ji nişka ve meqes kiriye.

Vêca ramaneke sereke ku nivîskêr xwestiye bi me bide fêmkirinê û vebibêje, digel zordestî û pêkûtiya neyaran, paşdemayîna kambax a civakê, ruhê me aniye ber devê me. Em kirine îskeletekî bêfam. Em famekorî, bîrkorî û çavkorî kirine. Li dijî neyarê rastîn em pisîk in; lêbelê em li dijî hev û dinê jî şêr in. Ev malwêranî jî ûrt û ocaxê me xera dike. Divê berî her tiştî em bihêne ser tesbîtkirina kêmasiyên xwe.

Kesên sereke yên berhemê, leşgerên dagirker û gundiyên hevdem(!) in. Bi rastiya Xwedê, nîgarên van lehengan ji aliyê vî nivîskarî ve, wusa enteresan hatine neqişkirinê ku, raserî qeweta me ye, em pesnê wî bidin. Wî çawa portreya leşkeran a giyanî û fizîkî daye, êdî dê bi zimanê me yê hunerî, weha were kirinê. Jixwe gundî ne, gundiyên me ne.

Em giş wan bi awayê ku nivîskêr ew şayesandine dizanin ku, di nava rewişteke xwekuj de, bi qernan e digevizin.

Xwedî rewişteke werê ne ku, ji ber zordarî û pêkutiya sedsalane ya leşgerên dagirker, qutifî ne, bizdiyane û demarê mêraniyê nagere li wan. Xwedî portereyeke fizîkî yî wilo ne ku, êdî eser nemaye ji wî qelefetê gir î qerase yê Rustemiyane.

Aliyê giyanî yê lehengên berhemê ku, yek jê kapîtanê koma leşgeran e, bi nîgarkirina nivîskêr, em pê serwext dibin ku, bêwujdan, bêtirs û fikar e. Paxav nahêne bi çu kesan. Min bi xwe di zarokatiya xwe de, bi çavê serê xwe ev rewişt dîtin bê çawa lingê xort, mêr, navsere û pîrên gundiyan, li manaşa gundî, li ber çavê jin zarok û keçên qerd, berjor dikirin, dixistin darê feleqeya bav û kalên xwe, bi quretiyeke nemrûdane, şelpinî dihanîn ji binê piyê wan, orînî ji binê kezeba wan.

Tîpên berhemê, di jiyana rastîn de, li her derê welêt, li her gundî, li her ciyê ku ferd na; kesên Kurd lê dijîn, dibe ku rastî me bihên.

Têkiliya navbera lehengan, ji aliyê dem û hiyaman ve, ji aliyê şert û mercên civakî û çanda serdema hêzên deshilatdar ên îro ve hatiye hûnandinê.

Ev çîrok, li gundekî ku nehatiye binavkirinê qewimiye. Taybetiyên sereke yên balkêş, hebûna kanî, garana dewaran û gûyê nava devê riyan. Hema dirûvê çanda civakî ya lehengan, bi ciyê ku lê bûyerê rûdaye, bi temamî li hevûduhatî ye. Rewşa tîpên lehengên berhemê, pur xweş tê li rewşa çandî ya civaka Kurdistan û Turkiyeye tê. Em nikarin tew yek gumanekê bikin ji ahenga wan mekanê wan. Vêca heke em dem û dewrana qewimîna bûyerê bikolin, jixwe ne hewce ye ku em rasterast demeke diyar nîşan bidin.

Ji sedsala 15’an heta qernê 21’an, heman dem û dewran e ku ev xeravî û bêdîniya ha dijî. Digel vê yekê pergala rûdana bûyerê, ji aliyê tertîba demê ve, lihevhatî ye.

Zimanê berhemê sivik e, rewan e, xweş e, bi tam e. Tama Kurdiyê, di dereceya herî bilind a huneriyane de, ji hevokan tê. Zimanê dayikê gihandiye zimanê herêmî. Kurdiya xwe ya herêmî jî bi kurdiya gelî ve şa kiriye.

Em bi xêra vê berhemê, vejîna peyvên hezarsalane yê ku heta nuha bindoşekîkirî mabûn dibînin. Jixwe rewişîn, xemilîn û rewneqdariya biwêjan ne hewceyê vegotinê ye.

Zimanê berhemê, pisporiyane ye. Na, bi dîtina min pirofesyoneliyane ye. Di vegotinê de nivîskar, ji objektîfiyêzêdetir, subjektîf tevgeriyaye. Lêbelê di şayesandina lehengên bûyerê de em rastî vegotina objektîfane dihên.

“Ji nişka ve, ji jêr û jêra gund dengên seyr têne bihîstin. Gurmegurmê derî û penceran, teperepa lingan, bi tirkî fermanên çêrdane, bi kurdî bergerîn û gazinên lavane.”

“... Li ber ronahiya projektoran tev çavên bi tirs û beloq çend seriyên rût jî dibiriqîn. Kapîtanekî leşgerî bi bejnûbaleke girs û dirêj, bi gavên pêt ber bi koma gundiyan tê û bidengekî leşgerane dike qêrîn:”

“Potîna leşgerî ji nişka ve weke tîzika hespekî dîn radibe û li çoga Os î sersipî dikeve. Çoga wî ditevize, di binê laşê wî de nahewe û di cî de diqelibe. Vê carê jî herdu potînên leşgerî li erdê radikêşin Os, qêrîn û hewar bi erdê dikeve, asîman dibihîze û destê sibê dibe.”

Di şerê navbera gundiyan de, nivîskêr çêr û dijûnên resen ên rojane ku gundî di nava xwe de bi kar dihênin, bê danepaş rêz kirine. Mirov dibêje qê nivîskêr, kela dilê xwe hêdî kiriye li hember vê nakokiya gundiyane. Teknîka vegotina berhemê bêtir bi riya şayesê ye. Digel vê, rêbaza çîrokeyî jî bala me dikşîne. Çi di axaftinan de çi di vegotinan de, zimanekî şirîn î xwerû yê kurdiya kurmanciyê bi kedeke buhariyane, di rengerengîniya meha gulanê de, difûre nava dilê mirovan. Ji qewlî pîr û yextiyarên me, zimanê vî kedkarê wêjeyê, ji “serdema vejînê ya wêjeya kurdî” derbas bûye, gihîştiye serdema bê ya “serdema zêrîn a wêjeya kurdî”.

Di pey van dîtinan de, em dê bêguman serketîbûna nivîskar Hêja Hesenê Metê, bi dengekî bilind eşkere bikin. Bela ku rastiyeke resen a gelê me û neyarê me aniye ber çavê me, bi zimanekî henûnî. Bela ku nexweşîneke me yî giran ku bêhn çikandiye li me, zû teşhîs kiriye, bala tixtorên me yên jiyana civakî kişandiye serê da zû tedawî bikin.

Ev berhema wêjeyî, di binê bandora jiyana civakî ya vî nivîskarî de maye. Derdora wî ya civakî û hêmanên dîrokî bûne çavkanî bo vê berhema hêja. Nivîskar, bêyî ku haya wî jê hebe, taybetiyên jiyana xwe, li ser teşeyên civaka xwe ya ku tê de jiyaye, digel hest û ramanên xwe vedibêje. Ha em dişên, têkiliya navbera jiyana nivîskêr û hêmanên berhemê bibînin. Serdema ku ev nivîskarê me tê de jiyaye, bi awayekî ronî şemal dide di vê berhemê de. Bi xêra şayesandina kesên vê berhemê, em ferdên civaka xwe ya serdemeke dîrokî, nas dikin. Hengama serdemekê, jiyana serdemekê, rewişta mirovên me yên serdemekê, bi vê berhemê, dikişin nava rûpelên dîrokê. Dibe weke qelsiyekê bi nav bikin ku, tiştên ku ketine jiyana van kesan, bandor kirine li wan, ew guhertine, xera kirine, teşe û dirûv dane wan, bi çi awayî helnesengandiye.

A. Meretowar

____________________

* Erxenî navçeyek e li bakurê Kurdistanê - Mehname.

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: mehname@yahoo.com
Contact us: mehname@yahoo.com

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
Site hosted by Angelfire.com: Build your free website today!