Serrûpel Hejmar 43, gilavêj 2003

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Nirxandin

A. Meretowar: Nîşaneke vejîna edebiyata kurdî: Hesenê Metê
Maruf Yilmaz: Pedagojî û teoriyên perwerdegariyê -2-
Polat Can: Geriyanek di cîhana wêjeya nûjen ya kurdî de
Lokman Polat: Hunera gotinê
Dara Bilek: 38 sal ji damezrandina Partiya Demokrat ya Kurdistana Bakur
Fuat Akpinar: Mistefa Barzanî - mîlada fikra Kurd û Kurdistanê
Marûf Yilmaz: Barzanî dengê hingê û yê niha ye
Fuat Akpinar: Lihevkirina Kadekê û Amerîka pîroz be
Polat Can: Pirsgirêka perwerdeya zimanê kurdî li Ermenistanê


GERYANEK DI CÎHANA WÊJEYA NÛJEN YA KURDÎ DE

Polat CAN: avasin2002@yahoo.com

Çendî ku wêjeya kurdî di dîrokê de, di gelek pêvajo û guhartinan de derbas bûbe, gelek pêşkeftin, paşkeftin, gurr bûn, belav bûn û di rewşên cuda-cuda de derbas bûbê jî, lê mirov ku bixwazê rastiya wêjeya Kurdî ya nûdem nasbikê û asta wêjeya Kurdî bipîvê, dive ku wêjeya Kurdî di destpêka sedsala 20-an de bigre dest û li gorî wê pêvajoyê tev herkandina wêjeyî da roja me ya îro binirxîne.

Wêjeya Kurdî(bi giştî) du beşan tê beşkirin. Ya yekem: wêjeya Kurdî ya klasîke û ya dudan jî: wêjeya Kurdî ya dema rosansê ye. Çendî ku mijara me ne li ser wêjeya klasîk be jî, lê dive ku mirov navê çend hîmdarên wêjeya Kurdî bide. Kesên wekî E. Xanî, B. T. Uryanî, M. Cizîrî, F. teyran, E. Herîrî, M. Batê, Î. Bayazêd, E. Termoxî, M. Beyazêdî û hîn jî çend navên din…Van kesên ku me navê wan di jor de diyar kirine, di merjên herî zor û zihmet de, ji bona rakirin û afrandina wêjeyeke Kurdî, ked rijandine û xebatên herî mezin kirine. Di naveroka wêjeya wan de(tesewif, xezel, welatparêzî û kurdwarî heye)… Di demên ku nivîsandin, axaftin û afrandina bi zimanê Erebî pîroz û fermaneke olî dihat dîtin, van kesayeta xwe ji wan bend û formên hişk rizgar kirin û xwe berdan nava rastiya gelê Kurd û bi zimanê Kurdî xwestin ku vê rastiyê analîz bikin. Berhemên van jî weke pirtûkên pîroz di nava Kurdan de tên dîtin.

Di Mem û Zîna Xanî de, felsefa netewî yekemîn car bi awakî rast û zanistî wekî tezekî derdikevê holê. Jixwe ew hîmê felsefa netewî ya Xanî heyanî roja îro dibê pîvanekî wêjeyî yê pîroz. Mirov dikarê bêjê ku ew wêje-felsefa Xanî dikevê xana wêjeya Kurdî ya romantîk(nûjen) de jî, tenê jê re nûdemkirinek pêwîst dike. Li ser vê xalê A. Ocalan wisa dibêjê: “Em dikarin navê roman li ser Mem û Zîn bikin. Ku em bixwazin di demên niha de, Mem û Zîn bikin bi romaneke hemdem û ji her kesî ve bê têgihîn, pêwîste ku em ji nûva wê bi nêrîneke nûdem û hemdem binivîsînin.”. Bi tomerî wêjeya me ya klasîk wekî panorama û dîroka Kurdî tên pejirandin û ji bo tevayî Kurdan şanazî û nirxên pîroz û granbuha dabirînê. Lê wekî di destpêkê de jî me diyar kiribû ku mijara me ne li ser wêjeya klasîke, lewra jî em vê mijarê di vê xalê bidawî dikin.

Beşê wêjeya Kurdî ya duyemîn jî, wêjeya dema rosansê ye; Rosansa kurdî jî di dawiya sedsala 19-an û destpêka sedsala 20-an de pêşkeftiye. Bêguman ew tevgera rewşenbîrtiyê ji gelek merj û pêşkeftinên cîhanî û herêmê bandor bûye. Yanî tu caran tevgera wêjeyê, yan jî rewşenbîrtiyê ji merjên zagon ya aborî, siyasî, îdeolojî û civakî ne qute… her du jî bi hev bandor dibin û bandor dikin. Li ser rastiya ku her pêvajoyek wêjeyekê dixwazê çi kes nakokî nakin! Çima? Em bêjin ku civakek, yan jî netewek di merjên bindestê yê de jiyan dike, û pêwîstî bihişyarbûna gel heye, wê demê wêje, wekî hemû hunerên giyanî yên din- roleke li gorî vê pêdeviyê û vê rastiyê dilîzê… lê demê ku ew merj û realîtiyên jiyanê hatin guhaztin, êdî rola wêjeyê jî tê guhartin.

Li ser pirsa ku çima wêjevanên mezin di vê pêvajoyê de dernakevin, helbestvan û dîroknasç Dr. Karlênê ÇAÇANÎ nêrînê xwe wisa diyar kirin “Mirov nikarê vê yekê bêje û wisa nêzik bibe. Nivîsar pêwîste ku ji hindir dilê mirovan derkevê, nivîsar ji jor de nayê xwarê. Jixwe helbestvan di hindir rihê xwe de hîs bike û hîsên xwe bi rêya helbestan derdixê derve. Cigerxwîn bi rihê xwe helbestvan bû, lê em ji bîr nekin ku rewşa Kurdistanê bandoreke mezin li sre afinadina Cigerxwîn û berhemên wî hîştiye. Wî biçavên xwe rewşa Kurda didît, nêzikatiyên dewletê didît, pey hîs dikir û bi hestdariyeke mezin dinivîsî. Her kes dikarê li gorî hêz, merj û dema xwe pêşbikevê. Cigerxwîn dimîne Cigerxwîn, Ereb Şemo dimîmne Ereb Şemo û her kes di asta xwe de ye. Em niha nikarin bêjin “Çima heya niha di nava Russan de kesekî weke poşkîn derneketiye”. Poşkîn Poşkîn bû û wê Poşkîn bimîne, ku yekî dîtir derkevê jî wê ne Poşkîn be. Lê tiştê herî girîng ewe ku gel asta mirovan binirxîne, ka nirxê her kesî çiye, kî mezine û kî biçûke?”

Di destpêka tevgera ronassa Kurdî de gelek kesayet û saziyên nûhatî rolên girîng di vê tevgerê de lîstine. Di aliyekî de gramêr û alfebayên Kurdî hatin çêkirin, li aliyekî din derketina rojname û weşanên Kurdî û xala herî girîng jî ewe ku hişyarbûneke civakÎ û siyasî dihat jiyan kirin, ev jî bûn sedema ku gelek komele, yekîtî û bizavên ciwan û rewşenbîran bên damezrandin. Wê pêvajoyê hîmên bingehîn ji bo tevgera ronassê danîn û rê diyar kirin.

Çendî ku gelek gramêr derketibin jî û wê derkevin jî, lê her tim giramêra C. Bedirxan pîvan û bingeheke… Çendî ku niha helbestvanên me Kurdan êdî nayên jmartin û bi tu kesî razî nabin jî, lê her tim stîlê Seydayê Cigerxwîn wekî rêhberê helbesta Kurd ya serbeste… bê guman ev forma ji bo rojnemegeriyê, wêjevaniyê û hunermendiyê jî derbas dibê.

Em bêjin ku heya rojên me yên îro jî wêjeya Kurdî wekî domandin û temamkirina rêka ku di destpêka sedsala 20-an de destpêkirine ye… Raste ku hinek nûbûn, guhartin û afrandinên nû derketine hole… hinek stîlên cuda car-car serê xwe bi şermokî hildane, lê dive ku em vê yekê diyar bikin: Bi tomerî tiştek yan jî pîvanekî nû yê wêjeya Kurdî-bi hemû babetên wê- derneketê ye hole! Ancax li ser hîma wêjeya sereke ya ronassê şopdariyê dikin.

Tu kes nikarê ew pêşkeftinên di saziyên wêje û ziman de çêbûyî nikarin nebînin. Lê li gorî realîta wêjeyê û misyona wê nêzikatî ji aliyê wêjevana re nayê kirin. Wêje ne tenê ji bo parastin û xwedî kirina çand û zimane, her wiha jî wêje bi xwe jî şoreşeke, aliyên kevneşop û demborî derdixê eşkeriyê, rexne dike û dirûxînê û li cîhê wê jî elternatîfên nû û perspektifên rast didê civakê. Ku mirov li naveroka wêjeyê mêze bike, şoreşa vejîna civaka tê bîra mirovan, lê ji ber ku gelek stîl û mektebên cuda-cuda derketine hole, êdî li cîhê “şoreşa wêjeyî”, têgihîna “wêjeya şoreşî” derketiye.

Em dikarin bêjin ku sedem û merjên derketina ew wêjevanên di destpêka sedsala 20-an de, rewşa gel û civaka Kurdistanê bû. Tu carî mirov nikarê berhemên wan ji wêjeya şoreşî qut bike. Ji xwe di gelek helbest, gotar û şîroveyên wan de hevokên wekî “Ez Kurdim” “Gelê Kurd rabe” “niştîmanî azad” û hwd… kesên wek “Hêmin, Kamûran, Fayeq Bêkes, Nalî, Ebdullah Peşew, Sebrî Botanî, Ebdullah Guran, Osman Sebrî, Hejar, Hecî Cindî, Ereb Şemo, Nadir Mexmuduv û hîn jî bi dehan ji wêjevan û rewşenbîrên ku di tevgera rosansa Kurdî de rolên mezin û bi rûmet lîstine.

Belkî ku ev şoreşa wêjeyî(ronass) bi çend kesayetên rewşenbîr destpêkiribe, lê bi pêşveçûna rojê re her çû û wêjeya kurdî rihên xwe di zemînê çanda Kurdî de vedan. Lê di vir de dive ku mirov behsî çend xalên girîng bike. Yek ji wan xalan jî; pêşkeftinên wêjeyî yên sedsala 20-an li cîhên cuda û ji hev dûr çêbûne… ev yek jî çavkaniya xwe ji qutbûyîn coxrafîk û cudatiya zaravayan tê… yanî qutbûnek di navbera wêjeya Kurdî ya komela xweyîbûn û yên uleymaniyî hene û cudatiya van her duyan jî ji tevgera pêşkeftinên wêjeyî û çandî ya li Suvyata berê cudane. Li ser wêjeya Kurdî ya Suvyata berê Dr Tîtal Qadruyêv wisa dinirxînê: “Kurdên Suvyata berê bi piranî ji aliyê Serhedê koçberî Suvyetê bûne, di nava sîstema Suvyatê(komînîst) Kurda hinek derfet dîtine ku çand û wêjeya xwe pêşbixin. Ji xwe Kurd bo ku nehilin di nava xwe de teng mane û wêjeya wan jî wisa teng û bêlografîk maye. Kesên wekî rêzdar Heciyê Cindî, Ereb Şamîlov, Qenatê Kurdo,Mîkaîl Reşîd û Hwd pêşnegtiya rosansa Kurdî ya di nava Kurdên Suvyetê de kirine. Giramêr û rêzimanê Kurdî çêkirine, mîratên floklorî ji nava civaka Kurd berhevkirine û paraztine. Lê têkilî û peywendiyên wan bi wêjevan û tevgera ronassê ya welê lewaz û nebes bû.”

Bi giştî hinek xalên hevbeş yên wêjeya Kurdî ya demên ronasê hene.
1-Naveroka hemû berheman li ser kurd û kurdistanê ye…
2-Her tim ruhê serhildan û raperînê heye…
3-Di sepeta berheman de, êş û şewatên dilê gel diherikin.
4-Ji hemû xalên wêjeyê bêhtir, helbest biberferehî xwe didin pêş. Hema mirov ji hemû wêjevanên wê demê re bêjê “helbestvan”. Jixwe di pirtûkên Q. Kurdo de pirî caran, peyva şîirbêj li şûna wêjevan bikartînê.
5-Di aliyê Roman û Kurte çîrokê de wêjeya kurdî kêm maye.
6-pirî caran stîlên xwemalî hatine meşandin û di wir de mektebeke wîjeyî çênebûye.
7-Gelek wêjevan wekî berhevkarekî tevgeriyane. Mînaka vê ya herî berçav jî tevgera wîjeyî ya kurdên Sovyetê ye. Di nava wêjeya vê tevgerê de herî bêhtir helbest û berhemên berhevkirinê xwe didin pêş. Jixwe ev lewaztiyeke ku bi giştî wêjeya Kurdî jiyan dike(ji ber ku wêje tenê tiştên heyî berhev dike, lê erkê wêjeyê yê pêşxistin û çareserkirina aloziyê civak û kesayetê nalîzê).

Wêjevan û dîroknas, Çerkes Mistoyan li ser vê xalê nêrînê xwe wisa tîne ziman: “Di destpêka sedsala 20-an de hinek rewşenbîrîn Kurd û yên biyanî li ser civaka Kurd ya Suvyetê lêkolînên girîng kirin, di lêkolînan de dewlemndiya wêjeya devokî ya Kurdan bala wan kişandiye. Wêjeya Kurdî ya devokî jî bûyî babetên lêkolînên wan. Ew rewşenbîrên kurd yên ciwan jî(wekî H. Cindî û E. Şemo) ji bo ku mîratên wîjeya devokî ya civaka xwe ji winda bûnê biparêzin; lewra jî hemû xem û xebata wan bûye berhevkirina van meteryalên destlênedayî. Êdî gelek pirtûkên berhevkirinê hatin çap kirin. Di naveroka van pirtûkan de çi şîrove ya jî nirxandin tûnene, lê stranên gelêrî, gotinên bav û kalan, navên Kurdî û hemû mijarên flokloriyê. Êdî ev yek jî bûye taybetmendiyeke wêjeya Kurdî ya li vir”. Çima helbest?

Mirov dikarî vê pirsê jî bipirsê. Gelo çima bi taybetî di wêjeya me ya Kurdî de(çi ya klasîk û çi jî ya nûjen de) helbest pir-pir li pêşin?

Ji bo bersîvdayîna vê pirsî jî dive ku mirov li realîta avahiya civaka Kurd binêre. Wê diyar bibê ku civaka Kurd heyanî çend salan berê nexwendiye. Ji bo ku buyer, serhatî û awatên xwe dabirîne, yan klam gotine, yan jî pexşan. Bêguman ev herdu jî devokî mane û ew çanda wêjeya nivîskî û gramêrî teng maye… Ev jî boye sedema ku hemû wêjevan helbestan bikar bînin. Ji ber ku helbest bi muzîk û herkandina peyvan û rêzikan dihêlê ku civak bi asanî jê fêm bikin, jiber bikin û wêjevan jî nameya xwe zû bigihîne civakê. Ev jî bûye sedema ku roman û çîroka Kurdî ya nûjen lewaz bimîne. Jixwe di dîroka wêjeya kurdî de û heyanî roja îro destana E. Xanî (Mem û Zîn) wekî romana herî rast û binirx tê pejrandin. Çima?

Ji ber ku erkê wîjeyê û bi taybetî jî yî romanê bi xurtî di vê destanê de jiyan dike. Rastiya civak, kesayet û netewa Kurd diyar dike, rexneya arasteyî xalên paşkeftî û lewaz dike û elternatîfên realîst datînî hole.

Li vir dive ku pirseke din jî mirov bike. Gelo ma ta niha roman û çîrok di wîjeya kurdî de tûnene?

Belê hene! Ji xwe wêjeya kurdî ya devokî xwedî xezîneyeke herî dewlemend û rengîne… Ev çîrok jî mijareke pir ferehe û dive ku mirov bi taybetî li ser şîrove bike. Her wiha jî kesên wekî Osman Sebrî xwestine ku kurte şîrokan di wîjeya kurdî ya nûjen de pêşbixin; jixwe di wêjeya Kurdî-Soranî de ev babet gelekî pêşketiye, lê ya Kurmancî ne xwedî taybetî û rihên bihêzin, lê çanda romanê hîn lewaz û amator maye.

Dive ku em çend gotinan li ser şîrok û bi taybetî jî kurteçîroka Kurdî ya nûjen bêjin. Raste ku şîroka Kurdî di wêjeya devokî de dewlemende, lê ya nûjen(nivîskî) bê xwendevan dimîne! Çima? Çîrok naveroka romanekê di bûyerek û kesayetekê de di yek-du rûpelan de dadibirîne. Lewra jî her gotinekê û hevokekê wateyeke xwe ya herî girîng heye, yanî tiştê ku mirov di çend rûpelên romanekê de diyar dike, dive ku bi çend gotin û têgihînan di çîrokê de dabirîne. Ev jî dihêlê ku çîroknivîsên me, xwe bavêjin nava ferhengan û bêjeyên akademîk bikarbînin… Ji ber ku hemû kes jî wateya van bêjeyan nizanin, tam ji meqsedê çîrokê fêm nakin, ev jî dihêlê ku xwendevan ji xwendina kurteçîrokên ne zelal birivin. Çîroka dirêj jî, bi piranî bi vegotina bûyer û serhatiyan re teng û bisînor dimîne…tenê tiştên ku rûdane vedibêjê û çi azmûnî, yan jî elternatifî dernaxê hole.

Bi piranî romanê ku romanvîsên kurdan nivîsandibin jî, lê çi mexabin ku bi zimanê biyanî nivîsandine, lê ku wan tam bi tomerî li ser rastiya civak û pirsa Kurdan nivîsandiba jî wê mirov gunehên wan bibûranda. Mirov dikarê Y. Kemal mînak bide; romanên wî realîta Kurd bi hemû aliyên wê ve diyar nakê, aliyekî dibêjê û gelek aliyan jî sergirtî û ximandî dihêlê.

Birêz Abdullah Ocalan di nirxandinên xwe yên ser wêjeyê de dibêjê ku: “… bi nivîsandina xebateke wêjeyî û bi zimanê Kurdî jî li ser kesayet û civaka Kurd, mirov nikarê wî karî tenê sirf wek karekî wêjeyî bigre dest; jiber ku kesayeta Kurd di zihniyeta kemalîzmê de heliyayi ye, ev yek(kesayet) jî nakeve nav çanda Kurdî. Divê mirov li hemberî vê bûyera xeter hişyar û wirya be. Ji ber wê demê, her karekî wêjeyî ji nivîsarî(metn) nivîskî û şiklî derbas nakê û di hindir xwe de çi naverokî û wateyî rast ranakê...”

Bi kurtasî, mirov ji her berhemên wêjeyî yên ku bi zimanê Kurdî hatine nivîsandinê re bêjê ku ev berhemekî Kurdî ye. Yanî tenê bi kurdî nivîsdandin ne bese, lê belkî jî ku berhemekî wêjeyî bi zimanekî din were nivîsandin lê tam rastiya wêjeya Kurdî dabirînê. Belkî jî ku bi nave wêjeya Kurdî û bi zimanê Kurdî berhemên dijberî naveroka wêjeya Kurdî jî tên pêşxistin. Meqseda me ji vê gotinê eve; wêje daberîna felsefe û awêna jiyana çîn, civak û netewekiye, rastiya bi awa û zimanekî wêjeyî datînê hole û her kes rastî û çarenûsa xwe tê de dibîne. Lê demê ku wêjeyek li ser hîmên felsefake çewt were avakirin, wê demê rê li pêşiya gelek xerabiyan vedikê. Li ser vê xalê prf. Maksîmê Xamû(serkarê akadimya Ermenîstanê ya rojhilatzaniyê beşê Kurdzaniyê) nêrînên xwe wisa dan diyarkirin: “Di hemû berhem û hilbirînên jiyanê de, demê ku endamekî biyanî bi şimal û qalikên Kurdî kete nave, gelek xeter û xerabî derdikevin… Demê ku tiştek yan endamek(unsur) cil û bergên Kurdî li xwe dike, bi zimanê Kurdî qise dike, li gorî çanda me dimeşê û xwe dixê nava jêdera hilbirîna ya me… dive ku mirov şiyar be û bipirse; Ka ev endama li ser çi hîmî û çi felsefê dikevê naveroka wêjeya me? Ku em baş muqatebin, eme yekser têderxin ku ev endamekî xerabkare û dive mirov yekser jê rizgar bibe”. Ev pîvan ji bo wêjevanên me yên di destpêka riya wêjeyê de ne gelekî girîng e.

Yek ji xalên herî girîng ku di pêşxistin û belavbûna wêjeya Kurdî de roleke mezin dilîzê, ew sazî û dezgehên weşanêne. Çawa ku tevgera ronasasê bi rojnameke Kurdî (KURDISTAN) re destpêkir, ziman, çand, huner û rewşa civakî û siyasî ya Kurdan vedikoland û diweşand. Ev rojnama jî nedigihîşte destên her Kurdî… Lê niha ku em çavên xwe li tevger weşanên Kurdî bigerînin, wê bi sedan rojname, kovar,pirtûk û weşanxane bên pêş çavên mirovan. Ev weşanên Kurdan, hinek bi zimanê kurdî ne û hinek jî bi zimanê biyanî ne(Erebî, Tirkî, Farisî, Ermenî, Rusî, îngîlîzî, Elmanî, Fransî, Greekî û hed), ev jî ji bilî bi dehan raduyu, Tv û sîtayên înternetê yên Kurdan… Ev weşan jî roleke herî mezin di pêşxistin û belavkirina wêjeya Kurdî de dilîzin… êdî bi saya weşanên peryudîk, her kes dikarê wêjeya Kurdî re himbêz bike û pêşbixê û pê re pêş bikevê. Li ser girîngtiya wêjeyê di şoreşa azadiyê de, sazbendzan Cemîle Celîl dibêjê: “…Çi mexabin ku gelê me yê Kurd heyanî berî çend salan ji nivîsandinê heznakirin…bi hezaran bûyerên trajîdîk, bi hezaran komkujî, koçbertî û qehremantî rûdane, li çi mexabin ku tu kesî ev tiştana nenivîsandine; tenê bi rêka klaman gotine. Ev jî bûye sedema ku wêjeya nivîskî ya nûjen di nava Kurdan de lewaz bimîne. Lê dive ku her kes bizanibe ku heyanî wêjeya nivîskî di nava me de pêş nekevê, eme di hemû aliyên jiyanê de paşvamayî bimînin… Em mêze dikin ku hinek şoreşên me Kurdan gelek ked û xwîn rijandine û bi dehan sala şer kirine, lê belê çi girîngtî nedane wêjeya Kurdî û rewşenbîrtiye, ev jî bûye sedema ku ev şoreşana lewaz bibin û negihîjin armancên xwe yên dûr… ji xwe tu caran şoreş bêyî wêjeyê nabê, bi taybetî jî ji bona me Kurdan…”

Niha di hole de rastiyeke jiyanî heye, ew jî ku wêjeya Kurdî bi saya tevgerên azadiyê yên Kurdan atmosferekî guncaw ji bo pêşkeftinû bihêzbûna çand, huner û wêjeya kurdî afirandiye. Êdî nivîsîn û xwendin bi zimanê Kurdî cîhekî giranbuha di nava gelê Kurd de girtiye. Êdî bi dehan pirtûkên helbest, pexşan, çîrok, kurteçîrok û romanan derketine… êdî wêjeya Kurdî jî hêdî-hêdî dibêjê “Ez jî heme” û bala gelê xwe û yên din dikşîne ser xwe. Lê dive ku em rastiya nûbûn û kêmiya xwendevanên zimanê Kurdî jî, ji bîr nekin. Raste ku ev bû sed salin li ser destpêkina tevgera ronassa Kurdî re derbas bûye, lê teze-teze wêjeya Kurdî ji nava birekî teng yên hinek rewşenbîran derdikevê û di nava birên civakê(gelemperî) de belav dibê. Jixwe heyanî ku wêje di nava hemû bir û beşên cinvakê de neyê beşavkirin û pêşwazîkirin, nikarê rola xwe ya herî rast bilîze. Dive ku êdî wêjeya Kurdî jî bibê mal û dabirîna her kesî.

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: mehname@yahoo.com
Contact us: mehname@yahoo.com

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
Site hosted by Angelfire.com: Build your free website today!