Serrûpel Hejmar 42, tîrmeh 2003

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Pexşan

Polat Can: Henasa dawiyê
Sedat Yurtdaş: Rêwî
Juhani Aho: Bihar û havîn
Jiyanname: Jiyan


Henasa Dawiyê

Polat Can: avasin2002@yahoo.com

Laşê wî ê tevzî û bêhêz bi erdê şil û cemîd de bibû yek, li ser rûyê xwe dirêj kirîbû, dilopên ava sar û kefnikî ku ji banî dilop- dilop li ser wî diket, lê çi libat ji wî nedihat. Cîhan tarî bû, dîwarên kufnikî, bibû warê mişk û pîrhebûkan. Cîhan lezgîn- lezgîn dizivirî, bûyerên dûr- nêz, tevlîhev êrîşî bîra wî dikirin... Xendeyên melul û çilmisî bê vîna wî ji lêvên wî ê birîn, ziwa û mor derdihat. Wî nizanibû ku bi xwe bikenê, yan jî bi dawiya jiyana xwe a di nav dîwarên tarî û kufnîkî de dikeniya! Wî jî nizan bû, tenê dixwast ku kerba dilê xwe bi xendeyên çilmisî rihet bike...

Lê wê niha pêşiya serhatiyê bibe dawî, dawî jî bibe pêşî û salnama rojgarê hilweşê, rastiya cîh û zeman bibe derew û serap...ah!

***

- Ka bêje

- Ez çi bêjim?!

- Ka bêje...

- Nizanim... Hun behsî çi dikin?!

- Ka bêje! Ku tu nebêjî; ez dizanim ku çawa te bidim axaftin...

- Ez nizanim...nizanim... Nizamimmmmmm...

- Tu wê niha bêjê ye.... Ka wî bibin.

***

Ew di pêy xwe re li ser erdê sar û şil dikşandin... Bi lingan ew dikutandin. Çilkên barana sar û lufkên berfê bi bayê cemidî re li ser rûyê wî dixist, laşe wî ji serma re dilerziya û diranên wî lihevdidan.

Ev bû demeke dirêje ku bayekî wisa sar û nişmî neketêye cergên wî, vê yekê jî hîşt ku kêmekî bi ser hişên xwe de bêt. Êdî hîsa wî bi tiliyên lingê wî ên xas nemabû... “yek- du stêrkên şermok rûyê xwe ê xembar ji paş ewrên giran derxistibûn û bi min re hevbeşiya êş û kulên min dikirin... Başe ku li vê derê jî ez ne bi tenê me”. Lukmek ji paşve li serê wî ket, ew ji avjaniya di deryayên xeyalan derxist.

- Ka bêje...

- Ez çi tiştî nizanim....

- Ma tu yê me bixapînê? Tu yan bêjê ye, yan jî bimrê ye. “Mirin... Ah çiqasî di vê demê de şirîn û bedewe ev mirina. Ji min re mirin xelateke herî şirîn e”. “ êdî şiyana rakirina vê hovîtiyê nema ye”

- Ez tiştekî nizanim...

- Wê demê ka bimre...ha ha ha...

“Dilê min gelekî şad bû, ku bêyî ez çi gotinê bêjim eze bimrime... Ka bila ev mirina şirîn zû werê...”

Hêdî- hêdî ew birin kenara avahiya deh- qatî, serê wî dane jêrê û jê xwestin ku li jêrê mêze bike, dixwastin ku tirsê têxin dilê wî; ta ku bitirse û ji wan re her tiştî bibêje.

Ji nêrandina jêrê serê wî gêj bû, mada wî lihev ket, û dilê wî keliya. Wekî ku ji çiyakî bilind li jêrê mêze bike xuya dikir. Çirayên kenarên cadan ên melul di hewayê bimij de diçurîsan.

“Êdî mirin hat. Bila bixêr werê, tiştê herî girîng ku min ta niha berxweda û çi tişt ji wan re negot.”

Bi zimanekî fêlbaz û xapanok serleşker jê pirsî:

- Yaw tu hîn ciwanî, serhişkiyan neke, ka bêje ku em te azad bikin... Ka bêje kurê min, soz didim ku tiştek bi te neyê...

Ez ji were dibêjim ku tiştekî nizanim

Dîn û har bû, wekî sayekî har diranên xwe diçirisand û lehiyên dijun û xeberan ji devê wî ê bikef diherikiyan. “lukm û lingên xwe bi hemû hêza xwe li zik û rûyê min dixist, çend caran serê min li dîwar dida û bi pînan pêle pişta min dikir, êdî mirin dihat pêş çavên min û diçû, henasa min çikiya bû... Her tişt reş bibû...”

- Tuyê niha bimrê ye... Bimriye... Bimrêye...

“Êdî şiyana min û çi libatê nemabû, hîsên min bi cîhanê nemabûn, dengê zim-zima xwîna ku di gohên min de dimeşiya dihate min wekî dengê daholekê bû, ew stêrêk xembar firmêskên min dadmalandin.”. “lê bi dileki rihet û wîjdaneke aram eze bimrime. Ev stêrk jî şahidê berxwedaniya minin...”

Bi zorê ew ji erdê rakirin, li ser kenarê zirav ê avahiya bilind sekinandin û ji re gotin:

- Berî tu bimrî tuyê çi bibêjê ye?

-Ez dibêjim ku gelekî dilşadim... Ku eze ji hovîtiya we piştî heyameke kurt rizgar bibim e.

“Min nedixwast ku li jêrê mêze bikim, li ser kenara avahiya bilind di navbera mirin û jiyanê de tiştek tunebû, stêrkên xembar di paş ewrên tarî de winda bibûn, min dixwast ku bayê nişmî û pak pir- pir henas bikim, en kêm eze bi dilekî mijt ji bayê pak bimrime. Hêviya min her tim ewe bû ku ez li asouyên dûr mêzebikim û bimrim.”

Lê wan kesê cil reş, çavên wî bi cawekî qalind girêdan, êdî cîhan hemî tarî bû... Lê di bin wî cawê tarî û qalinde jî wî çavên xwe vekirî hîştin û li asoyên nediyar mêze dikir.

Heyameke gelekî kurt. Yek- du sanye û her tişt bi dawî dibe, hêvî di dilê min de dihenciqin, daxwazên bêdawî dimrin û hêvîya dîtina roja germ û dilniya bi bayê rojava re koç kirin, êdî her tişt gihîşte xala dawiyê. Belkî ez niha dimrim, lê ew jî niha li wê derê bi azadî digeriye, ez rê di despêkê de dibirim, lê ew li wan deran bi azadî bi hêviya dîtina rojeke ku azadî di bin roja germ de li her derê bijî digeriye. Jixwe ne ew weke jineke malê bû, ne jî ez wekî zilamekî malê bûm. Em her du jî li hev hatibûn. Lêgerîna roja germ û dilniyatî arezûyê me her duyan bû jî, ne ew li pêşiya min bû asteng, ne jî ez li peşiya wê bûm asteng. Rûyê wê ê biken û çavên bedew dihatin bîra min, cara dawiyê ku min ew li wê derê dîtibû ji min re got: “ baş li xwe mêze bike, rojên germ li hêviya me ne, ji bîr neke...” Xatir ji min xwest û bi hevalên xwe re berbi cîhekî gelekî dûr ve çû, min jî berê xwe da aliyekî dîtir. “baş li xwe mêze bike” hate bîra min û kenekî melul serlêdana lêvên min ên zuha û cemîdî kir... Ez bi vê jiyana bêsoz û xayîn dikeniyam... Galteyên xwe dikirin.

Ew ji ser wî kenarî daxistin jêrê û li ser avahiyê gerandin, dîsa ew birin ser kenarê avahiya bilind û ji pirsiyan: “ ma tu yê bêjê, yan bimrêye?”

Wan dixwastin ku bi piskulojiya wî bilîzin, lewra jî wî xwest bilez ev şanoya hovane biqedê...

- Ez çi tiştî nizanim.. Nizanim nizanim lao”

- Ka bimre.

“Destê xwe li pişta wî xist, xwe negirt û li ser ew kenarê zirav û şemituk çû û hat, şiyana xwegirtinê nekrir û berve xarê de- li ser serê xwe- têwerbû.

“çawa ku ez ji jor hatim xwarê êdî him bi dilşadî û kerbeke mezin min qîr kir û bi jiyana azadiyê qîrda. Dil û hinavên min rabûn jorê. Henasa min ji lezya ketinê çikiya, çavên min girtîbûn lê dîsa jî, tiştên birengê spî di bênahiya min de diyar dikirin. Rûyê wê yê biken û bedew ku ji min re digot: “ baş li xwe mêze bike” bi xembarî û girî li min mêze dikir, darê daristanê hemî spî û zer bibûn. “min ji te re got li xwe baş mêze bike...”

- “Me yek şande ba we, muqate bigere.” Lê her tişt êdî çû, dema lumekirinê û xwe xeydandinê nema. Bênamusan mala dostê me hemî girtibûn, tenê li benda hatina min bûn, li benda ku çûk têkeve dafê..çawa ku derî vebû û ez ketim hindir, ji paşve tiştekî hişk li serê min ket û bêyî ku ez dijminê xwe nas bikim yan jî bibînim, ez ji ser hişên xwe çûm û min xwe li vê derê dît. Lê niha jî ez ji wan bênamûsan bi mirinê xelasbûm.

Qîrîniya min dihat û dil û hinavên min rabûbûn jorê... Ez li benda ku serê min li erdê bikevê û biteqe, ew mejiya ku evqas hêvî, evînî û awat têde hebûn, wê li ser rêka reş belav – belav bibe. Gelek caran dema ku dayîka min ji min dixeyîdî, li min nifir dikirin û digot “ kuro xwedê mejiyê te biteqîne” wê niha nifira dayîka min pêk werê ye.

Bê ku ew hêvî bike di demeke kurte li ser pişta xwe ket, lê ew tew ne li benda wê encamê bû. Cîhan çû, her tişt radiwestê demê ku mejiyê me pê hîs nake. Her tişt çû. Bêveger çû, li ser rêka reş, şil û sar hêvî bi ava baranê re balav bû û çû. Wê sibe, rêwî û otumbîl li ser wan re bi ling û tekerên xwe ên genî bimeşine... Lê hêviyên min ne wisa bûn, ne wisa bûn... Pir-pir cuda bûn. Xeyalên bi rengê pembe û xewnên şîrîn bûn, lê di şeveke bê heyv de, her tişt çû.

Lê ez bawerim ku tiştekî dîtir çêbû, tiştekî ku min hêvî nedikir, ew heyama ketina min gelekî kurt bû....ew hîn li wê derê bi hezaran hevalên xwe re li çiyayên bilind digerêye, ne ew bû jinea malê, ne jî ez...

***

Sibeh bû, zarok , direviyan dibistana xwe, ji paş wan de roj hêdî- hêdî tirêjên xwe dirêjî cîhana qerisî dikirin, her kes li ser rê re dimeşiyan. Zarokekî xwe xar kir û mendîleke bixwîn ji erdê rakir, li jorê mêze kir û berve dibistana xwe de reviya... çû

Polat CAN: avasin2002@yahoo.com

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: mehname@yahoo.com
Contact us: mehname@yahoo.com

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
Site hosted by Angelfire.com: Build your free website today!