Serrûpel Hejmar 42, tîrmeh 2003

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Pexşan

Polat Can: Henasa dawiyê
Sedat Yurtdaş: Rêwî
Juhani Aho: Bihar û havîn
Jiyanname: Jiyan


J I Y A N N A M E -2-

Jiyan

Em tenê carekê li vê dinyayê dijîn.
Johann Wolfgang von Goethe

Jiyana me tenê zaroktiya dirêjkirî ye.
Thomas Fuller

Jiyan rast e.
Friedrich Schiller

Jiyan tiştek rast e! Jiyan rast e! Armanca me ne gorr e.
Henry Wadsworth

Jiyan herdem balkêş e eger te armancek hebe ku bo bicîanîna wê bijî.
Benjamin Disraeli

Bê armanc em dimeşin lê dîsan jî kêm yan zêde dijîn.
Quintus Ennius

Hemî lawir, ji bilî mirovan, dizanin ku berî her tiştî divê mirov ji jiyanê zewqê werbigire.
Samuel Butler

Zewq tekane tişt e ku jiyanê hejî jînê dike. Ti tişt wek bextiyariyê pîr nabe.
Oscar Wilde

Armanca jiyanê kirina kar e; ne bicîanîna mirovatiyê ya diviyabû bihata kirin.
Îvan Gonçarov

Divê em bijîn, ne tenê hebin.
Plutarkhos

Bi coş tenê evîndarî tiştekî me: bihagiraniya mirov!
José Marti

Jiyan pêşbeziyek dinyawî ye ku dema me xilas kir, em dê li axretê bên sertackirin.
Eusebius Hieronymus

Ma para mirov li ser dinyayê ne ked û xuhdan e?
Pirtûkên Miqedes

Jiyan berxwedan e.
Euripides

Ev berxwedanek dirêj e di nav tarîtiyê de.
Titus Lucretius Carus

Dema dest ji berxwedanê berdidî, dest ji jiyanê berdidî.
pendek çînî

Jiyan ew e ku ji xwe re xerîb bî / û welatek nû bî ji her kesî re yê bêt.
Edith Södergran

Rastiya min ya duhî îro têra min nake. Lew dijîm.
Aaro Hellaakoski

Hemî jiyana fîlozof xweamadekirina bo mirinê ye.
Platon (Felaton, Efletûn)

Em dê çawan bizanin ka mirin çi ye ji berî ku em bizanin ka jiyan çi ye?
Konfuçe

Nê (manê, naxwe) hûn nizanin ka siberoj dê çi bîne jiyana we! Dûkêl in hûn, gavekê diyar û yekê pelate.
Pirtûkên Miqedes

Jiyan mîna hindê ye ku li pêşberî cemawer li kemanê bidî dema di rastiyê de hê nû nasî wê dibî.
Samuel Butler

Yê dîn û şêt di ser her tiştî re di hindê de jî dîn e ku herdem xwe amade dike daku bijî.
Epikuros

Ne hişmendane ye bêt gotin: "Ez dê dest bi jînê bikim dema..." Jiyana sibeyê êdî dereng e lew îro bijî!
Martialis

Em herdem tenê xwe amadeyî jiyanê dikin. Em qet najîn.
Ralph Waldo Emerson

Bi rastî pirr kêm kes vê demê dijîn. Pirrî mirovan xwe amade dikin demek dî bijîn.
Jonathan Swift

Tekane awayê rast yê heqê jiyanê bidiyê ew e ku bihêle bila ew bi xwe bi cî bêt.
Yang Chu

Her carê rojekê dijîm.
Michel de Montaigne

Herî baş ew e jiyanek bêxem ya ji dest bikî dev bijî.
Sofokles

Divê zêde li şixartan neyê xerckirin daku bikarim şampanyayê bikirrim.
Vivica Bandler

Jiyana mirov kapikek lîstika felekê ye: gerrokî ye, tê de zengînî û feqîrî mirovî diavêjin ber hev.
Palladas

Hemî jiyana mirov tijî kul û kovanan e.
Euripides

Bela ye welidîn, ceza ye jîn, ezyet e mirin.
Bernard Clairvaux

Em bi çi bigirîn? Bi wê ku em afirîn, yan bi wê ku em afirîn daku bimirin?
Francis Bacon

Sarî, reqî û şêlîtî di kûratiya deryayê de pêrgî me tên, û binê jiyanê jî ne ji evînê hatiye çêkirin.
Laure Conan

Dema divê yê pessîmîst ji du tiştên nebaş bibijêre, ew herduyan dibijêre.
Bernard De Voto

Mirovatiyê nefret dikim. Dizanim ku yek ji baştirîn endamên wê me û dîsan jî baş dizanim ka çend xirab im.
Samuel Johnson

Rojên cot ez optîmîst im, rojên kit pessîmîst. Rojên kit pirrtir in. Ango pessîmîst im.
Erwin Chargaff

Eger armanca te bêkêmasî be, besî te ye eger pessîmîst bî.
Elsa Triolet

Eger berê xwe bidî rojê, siyê nabînî.
Helen Keller

Optîmîst bihar e di dirûvê mirovî de.
Susan Bissonette

Du kes di eynî kuna tan re lê dinerin. Yek erdê herrî dibîne û yê dî esmanê stêrîn.
Frederick Langbridge

Yê optîmîst zû dibîne ka çawan birîn dest bi kewînê dike, yê pessîmîst li cihê kewiyayî jî birînê dibîne.
Ernst Schröder

Yê pessîmîst bawer dike ku her tişt berev dojehê ye. Yê optîmîst dibîne ku herdem awarteyî hene.
Otto Ludwig

Li şûna gilî û gazinan, baştir e bi jiyanê bikenî.
Lucius Annaeus Seneca

Rewşên bêçare nînin, tenê mirovên bêhêvî hene.
nenas

Yê jîr pirsgirêkên xwe yên mezin biçûk dike û yên biçûk tine dike.
pendek çînî

Mesele ne jiyan e, mesele ew bisteyî (wêrekî) ye ya didî jiyanê.
Hugh Walpole

Di şanoya jiyanê de hemî, ji bilî lîstikvan, kêfxweş dibin.
George Bernard Shaw

Ti kes qenciyên xwe li rojnivîskan nanivîse.
Seneca

Guh bide çîroka min û di dilê xwe de veşêre!
Aiskhylos

Hinêr û şiyana xwe ragirtina li ber belayên mişe û zewqstandina ji biserketinên kêm lazim e.
William Hazlitt

Jiyan tûrikek tijî hûrûmûr e.
Oliver Wendell Holmes

Dikarî bi azadî bibijêrî çiku jiyan çîrokek e, ji dijberiyan hatiye lihevanîn.
John Blake

Hemî jiyana te şano û tiyatro ye. Lew xwe fêrî rola xwe bike.
Palladas

Yê jiyana wî ne xema wî ye, serwerê jiyana xelkê ye.
Robert Burton

Wa tijî ye, wa mişt e dilê min, wî bidin gelê min ji berî bimirim!
Eino Leino

Dixwazim jiyana min bidome. Dixwazim piştî mirinê jî bijîm. Dixwazim çiku spasdarî Yezdan im yê derfet û delîv dan min ku xwe pêşve bibim, her tişta di min de çêdibe bi nivîsînê vebibêjim.
Anne Frank

Jiyan kurt e. Bila em xwe gîro nekin di nîşandana qenciya xwe de.
Henri Amiel

Berztirîn armanca mirov ew e ku hemî hêz û şiyana xwe bixe xizmeta mirovan.
Sofokles

Jiyan kirin in, ne kirin e.
Aristoteles

Jiyan ne bo pûçkirinê lê bo bikaranînê hatiye dan.
Titus Lucretius Carus

Tenê kirin hêzê didin jiyanê.
Johann Paul Richter

Jiyan lihevguncandina kirinan e.
???

Tevî ku pirranî lîstikvan in, divê hin temaşevan jî bin.
Ben Jonson

Jiyan farsek e ku hemî mirov neçar beşdar bibin.
Arthur Rimbaud

Ma ev jiyana mirbaran çi ye ji bilî komediyekê ku tê de mirov cor bi cor rûpoşkirî tên ser dik û sehneyê û her yek beşa xwe dilîze?
Erasmusê Rotterdamî

Jiyan trajedî ye. Demekê em li temaşgehê rûdinin û paşî em rola xwe dilîzin.
Jonathan Swift

Jiyan trajediyek dirêj e, sehneya wê hemî gogzemîn e.
Isaac Watts

Dinya komedî ye bo wan yên hizir dikin û trajedî ye bo wan yên hest dikin.
Horace Walpole

Perdeyê bigirin, fars xilas!
François Rabelais

Li çepikan bidin! Nê min beşa xwe baş lîstiye.
Împaratorê Romê Augustus (Gaius Octavius) (Li ser kêla gorra wî wa hatibû nivîsîn.)

Bijartin û wergerandin: Husein Muhammed

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: mehname@yahoo.com
Contact us: mehname@yahoo.com

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
Site hosted by Angelfire.com: Build your free website today!