Serrûpel Hejmar 42, tîrmeh 2003

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Pexşan

Polat Can: Henasa dawiyê
Sedat Yurtdaş: Rêwî
Juhani Aho: Bihar û havîn
Jiyanname: Jiyan


Rêwî

Sedat Yurtdaş: syurtdas@yahoo.com

Baran dibarî.

Dema ez derketim derve şeveke reş, mîna tenîyê û li nêvî bû. Baran dibarî.

Bi tevlî reqe req û şîrqîniya birûskên reh-rehî; sipî û şîrik, şîn û sor, bişop û çirovîtkên nedîtî û har, baran dibarî.

Bi bayeke gurr, bi sarmeyeke payîza paşîn, bi ewrên reş û tarî; bi ewrên giran; ewrên ku bi erdê re dibûn yek; baran dibarî...

Bajar şilî, sar û xalî bû. Navra navra erebe û mirov derbas dibûn. Çawa xuya dibûn welê jî bi lez winda dibûn. Eşkere bû ku bêyî kesên li xerabciha û kesên wekî min, hemû kes tevlî kûçik û pisîkên kolanan, xwe avêtibûn bin banek, malek an jî xwe xistibûn bin taldeyekê, nav kozikekê û şeva xwe diborandin. Lê ez ji bajêr derdiketim. Baran dibarî...

Ji kederên xwe, ji hêrsa xwe, ji sergêjîya xwe tu hay jê çênebûm ku çawa di kolan û caddeyan, di pir û xaçerêyan re, di lampe û îşaretên trafikê re derbasbûm û daketim rêya nav bajaran.

Baran dibarî.

Ez rêwî bûm. Rêwiyek bi tenê. Rewiyek stûxwar. Di destpêka rêyeke dirêj; rêyeke dûr, rêyeke nedîyar de. Baran dibarî.

Her çiqas mazûvanê min gelek li ber min gerlek car gotibû, “Ji kerema xwe re, îşev dermekeve!” jî, lê ez derketibûm.

Nedikaribûm êdî bisekiniyama. Ne şevek, ne saetek ne jî bêhnekê dikarîbûm. Li min giran hat, gelekî giran. Zor hat; gelekî zor. Min dikir ku bifetisim. Min xatir xwest û ez derketim.

Gava hay ji xwe bûm, êdî ez li ser rêya nav bajara me, pê li gazê dikim û diajom, li xwe heyirîm. Min çavên xwe zîq kutane rê. Diranên xwe jidandine û bi her du destên xwe bi dîreksîyonê ve asê bûme. Mîna ku bême girêdan, bême qeydkirin. Zikê min bi bayê neheqiyê tijî bûye. Nepixîme. Di xwe de hilnayêm. Serê gavê bêhnan vedidim. Bêhnên kûr, bêhnên ku ji kezebê tên. Firnik li min bûne yê lawiran.

Bêwext bû. Bêtaqet, bêdîqet bûm. Bi rastî jî ne bi hemdê xwe bûm. Lê êdî carekê derketibûm rê. Veger tune bû. Min dizanî bû, ez êdî di rêyeke bêveger de me.

Ka ez ê êdî vegeriyama kê derê?

Ew bajarê ku ling avêtin ber lingên min. Ew bajarê ku ez lê likûmîbûm. Deverû çûbûm erdê.

Ez ê çawa vegerîyama wir?

Dihat bîra min ku mîna ez di xewnekê de bim. Min herçî dengê xwe bilind dikir, dengê min hîn kêmtir dibû. Deng ji min dernediket. Kes bi min nedihesiya. Mîna ku ez bi valahiyekê re, reşqulikekê re biaxifim. Herçî ez ber bi yekî ve diçûm, ew ji min dûr diket. Nedigihîştim. Min çendîn car li derdora xwe mêze kir. Ez ji bin ve nedihatim dîtin. Ne jî kes li min disekinî. Ez bûbûm biyanîyek, bûbûm xeyalek, bûbûm kesek nedîtî; zêdeyî û bela; curm, reşek, heftreşek… Bûbûm reşikê rojê! Reşikek rasteqîn!

Lewra ez di rê de bûm. Aramî neketibû canê min. Hedûrîya min nehatibû, li wî bajarê ku min êdî xwe bi tik û tenê hîs dikir. Bajarê ku di nava min de û ji pişt re xencerê li nav pişta min, di qolincên min de xistibûn. Ez birîn bibûm. Ji min xwîn diçû. Bi zorê diliviyam. Êşek nedîtî ketibû canê min. Çav li min tarî, guh li min kerr, serî li min gêj bûbû. Ew bajarê ku lê celb pişkandibûn ser min. Ew bajarê ku bi nêrîn û bi gotinên sivik ziman dirêjî rûmeta min kiribûn. Ew bajarê ku min êdî xwe tê de têkçûyî hîs dikir. Ew bajarê ku di dawiya dawiyê de, neynikek zîvînî bi carekî de dabû ber çavê min û rastiya min a qels û jar derxistibû pêşberî min. Ez veciniqîbûm. Ez bizdîyabûm. Çendîn car di mêjiyê min de olan da:

“Tu kî yî?”

“Li ber çî yî?”

“Hukmê te çî ye?”

“Tu hebî çi, tunebî çi?!”

“Kî wê te bipirse loo?”

“Kî yê liberbûnekê nîşan bide?”

“Ka wê kî ji bo te bibêje ‘Axx!’?”

Hîn nuh hay li xwe dibûm. Ez di geromoleke derewîn de bi salan gevizîbûm. Mîna ku di pey çûyîna cemaeta bi dia û avdest re, ez serê xwe rakim û serê min li kevira gorê keve.

Heywax!..

Heywax ku pî û bask li min hatine şkestin. Westîyayî me, cemidî me, çav bizdîyayî me. Li kuçeyeke teng dane bin çengê min û bi çavsorî li zikê min xistine û min jî, ji kerba êşa xwe re gotiye, “Ax pişta min!”

Ne rêyek, ne şiverêyek, ne gûliyek, ne çiqilek…

Mîna hemû bêçareyan, min jî tîna xwe di xwe de girt û bi rastî ne tu dengek bihîst, -dengê mazûvanê xwe yê delal jî- û ne jî tu gotinek kir serê xwe. Min hilda çentê xwe yî desta û di nivê şevê de li erebeya xwe siwar bûm û mîna tolazekî min dest bi ajotinê kir.

Ajotina ku herdem ji bo min serbestî, azadî û jixwebawerî bû, lê hînga mîna ku barekî giran li ser pişta min be.

Heye ku hay û bala rê jî ji hewalê min hebe, li ber min mîna tîremarek çivdana bide xwe, di ser çiyan û giran, di nav zozan û deştan re dibihurî û bi ya dilê xwe bi min dilîst. Kin û dirêj, tenik û stûr, berjêr û berjor, çep û rast dibû... Bêyî ku xwe ji min veşêre, qerfên xwe bi min dikir.

Êdî bûbûm yê qerfan!

Di pey gelek salên dirêj re, di rojekê de min kiribûn yê qerfan!

Ketibûm!..

Rêya min û te, geh bi şewlên erebeyên ku ji wî alî de dihatin çav li min kor dikirin, geh bi bêrengîya xwe û geh jî bi pirr-rengîya xwe bêhn li min diçikand.

Ramanên min belawela, qet qetî, xwarovîço, bêşekil, tevlîhev, di serê min de bi bêahengî difûriyan. Gêj bûbûm.

Çavê min bixumam, tijekeser, tijehêsir û bi hezaran bîranînên ku di wê gavê de ji bo min bêkêr bûn, li nav mêjiyê min diçûn û dihatin. Dev û lêv li min zuha bûbûn. Çav li min bûbûn belloq. Stûyê min dirêj, qirika min terikîbû. Reşahî û zerahiyek cuda, mîna ku ji cihekî nenas hatibe, lir ser rû û rûçikê min veniştîbû. Welê ketibûm dilqekî din; texayîr bûbûm.

Baran dibarî.

Dilopên baranê mist bi mist ji ewrên reş û tarî dihatin xwarê. Xwe bi hêz li ser camê dixistin û lê belav dibûn. Mîna ku bi satilan bêne rêtin. Cam bi lezpakkirinê jî paqij nedibû. Paqijok pê re nedigihîştin.

Her tişt bûbû baran, bûbû av, bûbû lehî û bi ser min de dihat. Hew ku nedixeniqîm! Hew ku di xwêdana xwe de nedifetisîm! Xwêdana xwe ya sar, dilop dilopî, zîpik zîpikî, bêwext û bêhenteşê.

Di wê dema bêheşiyê de jî min dizanîbû ku ez erebeyê tenê bi refleksên xwe diajom? Min pirrî caran tê dernedixist ku ez li ser rê me, yan li qeraxê rê? Di rêya xwe de me, yan li ya hember? Di nava golekê de diajom, an li reşahiyê? Mîna rêya çûn û nehatê de bûm!

Di nava vê keft û leftê de hew lê varqilîm ku dikim tevlî erebeya xwe ve têkevim bin tireke mezin û bihincirim. An jî min tiştek welê dixwest?

Lê na. Lewra bi her du destan û bi hemû hêza xwe careke din li dîreksîyonê asê bûm. Lê piçikîm û in pê li firênê kir. Ji tirsa mirinê, ji tirsa mirineke bêwext û bêwate, min çavên xwe girtin û guhên xwe dan ser tutika wê tira zalim. Tutika ku di serê min de olan dida!..

02 Hezîran 2003 syurtdas@yahoo.com

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: mehname@yahoo.com
Contact us: mehname@yahoo.com

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
Site hosted by Angelfire.com: Build your free website today!