Serrûpel Hejmar 42, tîrmeh 2003

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Pexşan

Polat Can: Henasa dawiyê
Sedat Yurtdaş: Rêwî
Juhani Aho: Bihar û havîn
Jiyanname: Jiyan


Bihar û havîn

Juhani Aho (1861 - 1921)

Pêşî ew wek evîna du ciwanan e. Ew hîn, zelal û pak e. Ew ne agir û gurr e lê geş û ronîdar e. Lê tavilê şirrebaranek ji esmanê gewrbûyî lê dide; bayek tezî avê dişilqîne û deviyan hildiçirrîne; hemû dinya bêçare dixwiye mîna ku li şûna havînê payiz hatibe û her tişt lêb û xapandin be... "Çivîka reben, bila tu mabayî li warên xwe yên her-havîn. Ma kê got te were vir bimire... Li vir tenê xem û rondik û recif hene, û tav wenda dibe nav mija şevîn."

Lê xem wek xemê nayê hesabê, dil naşkê û cî nade tarîtiya şevê çiku li der her ronahî ye. Û ew ronî jî her ji wî cî têt yê zivistanê tarîtî jê dihat. Her spêde ew zêdetir dibe, roj bi roj nêztir dibe, perdeyan ji ser xwe vedide û - mîna xwe veşartibe - virt xwe dide der.

Û spêdeyekê wa ye qey evîn hatibe ragihandin, wek nîşanî hatibe birrîn. Deryaçe aram û bextiyar e, giya serê xwe hilaniye, spîndar dibişkive, firrinde distrin, ji spêdeyê ta êvarê çû-çûya çivîkan e, axa zeviyan şiliya xwe hildifûrîne, rûbar bi xwişexwiş û lemelem in, terşûtewal derdikeve çerîngehan, li nîvgiravekê bilbilek li hindavî lehiya avê dixwîne, av dilerize - û sirişt gustîlkan diyarî biharê dike.

Hewa germ û nerm e, ewrek tenê jî li esmanan peyda nabe, dil dixwaze ji xweşiyan tilîliyan vede. Ne sar e û ne jî direcife, tenê hest bi şadiya jiyanê dike.

Lê hewa hê germtir dibin, tav derdoran dihemêzîne û dihedirîne, her spêde hetav berbanga xwe firetir vedike û dinyayê xurttir digivêşe koşa xwe, şarayîtir dimaçîne û gep û alekan lê disincirîne. Firrinde dikevin lîstik û baziyên xwe, ji gupikên daran ta reh û rîşên tirraşan bi hev re qulîpankan li xwe didin, pêşû-mêşû şiyarî vizevizînê dibin, masî li beravên mêrgên tavîn didin pey hev, pepûk bi duawazî dikû û hewa miştî keftûleft û deng û pêjnan e. Pelên daran mestane çengên xwe vedikin. Şerava erdê dikeve hinavî gilyazan, gul wê bêhed dinoşin, ax rengên geş dide wan - û sirişt haziriya dawet û dîlana afirandiyên xwe dike.

Ew hê armanca xwe fam nakin, hê tê nagin ka çi ye wan nearam dike.

Ew bişkivîn e ku digihe, ew tovê gulê ye ku di qalika xwe de amade dibe, ew nifşek e ku dixwaze xwe bigîne hemêza yê dî. Û her geştir dibe şîniya esman, her şêntir dibe beten û berroja darên peldar, her rengîntir dibe mêrg û çîmena guldar, her teyisoktir dibe dûrahî... Lê dîsan mijdartir dibe sersînga esman. Û li paş mijê ewrên qehweyiye vebûyî diperçivin. Ew jî mîna gulên gir yên li ber bişkivînê bicoş û dilgerm in. Ew berhewa dimeşin û li hev rast tên û bi hevbûnê mezin dibin. Êdî giran dibin û nikarin bilivin; li ber daketinê ne. Êvarê pelate dibin lê spêdeyê êdî ji duh jî girtir in, bi zorê xwe digirin.

Giyanê kulîlkan yê bîndar di ser ax û avan re belavî nav daristan, mêrg û zeviyan dibe. Sirişt mîna dîwana dîlanê distre. Dest destan digirin, gep li gepan digerin, dev li devan, û lêv xwe raberî lêvan dikin.

Birûsk ji esmanan dişirqin. Rûyê erdê wek rûyê rengguher yê keçzeriyan reş dibe û geş dibe. Ewr xwe diavêjin hemêza hev û ji hemêzandina wan çiya digurmin û gelî bersivan didinê. Ew strana zemawendê ye, sirûda markirinê ye, û baran morîk û mircanan dadirijîne ber nivîna bûkaniyê.

Şeva kurt ya ewrîn hawirdor hêmin û hênik dike. Sirişt bêpêjn dinive, nalive, naqeliqe, bi kirpekê jî xwe ranagihîne.

Spêde êdî bayek nerm û pak tîne. Bi rêkî gupikên daran dihejin, dexlûdanê zeviyê hêdîka dadiçeme, pêl bi xweşrêzî dişilqin, û dêmê siriştê jidil e. Dema nîşaniya wê bi dawî hatiye, kêlîkên şadiyê borîne, wê zemawenda xwe kiriye û meha xwe ya hingivîn borandiye. Niha tovê xwe hildigire, berhemê xwe hildibere û xwe amadeyî armanca mezin dike: hilçinîn. Bihar çûye û havîn hilhatiye.

Ji fînî: Husein Muhammed, gulan 2003

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: mehname@yahoo.com
Contact us: mehname@yahoo.com

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
Site hosted by Angelfire.com: Build your free website today!