Serrûpel Hejmar 42, tîrmeh 2003

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Nûçe

Bernameya Şevbuhêrka Pirtûkên Kurdî
Ji civîna Komisyona çande û perwerdeyê encamname
Ji PENa Kurd name bo serokên kurdan
Kovara Nûbûn li şûna ya Dîcle derdikeve
"Karapetê Xaço" û Salihê Kevirbirî li dadgehê
Ev sal ya Cigerxwîn e


‘Karapetê Xaço’ û Salihê Kevirbirî li dadgehê bûn!

MEHNAME – STEMBOL. Endamê PEN’a Kurd Salihê Kevirbirî ji ber pirtûka xwe ya bi navê ‘Bir Çigligin Yuzyýlý: Karapetê Xaço’ (Qêrîna Sedsalekî: Karapetê Xaço) li Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) ya li Stenbolê derket pêşberî dozgeran.

Pirtûka navborî di 21’ê Adara 2002’yan de li Stenbolê ji hêla ‘Weşanxaneya Sî’yê ve hatebû çapkirin û piştî çapê bi 15 rojan hatibû berhevkirin û qedexekirin. Piştre jî ji hêla DGM’ya Stenbolê ve bi hinceta ku bi riya vê pirtûkê ‘cûdaxwazî’ û rê li ber rikeberiya di nav nîjad û gelan de hatiye vekirin, ji xala 169’an doz hatibû vekirin. Li gorî vê xalê ji bo nivîskarê pirtûkê Salihê Kevirbirî ji salek heta sê salan cezayê hepsê hatibû xwestin.

Di danişîna 4’an a dadgehê de ligel Salihê Kevirbirî û parêzerê wî Hakan Bakircioglu; Xwediyê Weşanxaneya Sî’yê Onur Oztürk beşdarî kirin. Her wiha ji ber ku Kevirbirî Endamê Senatoya Enstîtuya Enstituya Kurdî ya Stenbolê ye, Serokê Enstituya Kurdî ya Stenbolê Şefîk Beyaz jî wekî guhdar li dadgehê amade bû.

Ji ber ku di 3 danişînin derbasbûyî de ji dêvla Salihê Kevirbirî, parêzerên wî başdarî dadgehan bûbûn, di danîşîna 4’em de Kevirbirî hatibû vexwendin. (Heger vê carê beşdarî nekira, dê biryara girtinê ji bo wî bihata derxistin). Lewre jî Kevirbirî, yekem car îfade da û wiha got: “Ez berpirsiyariya pirtûkê hildidim ser xwe. Sûcdariyên ku hûn li min dikin, bi tu awayî qebûl nakim.”

Lijneya dadgehê ku di danîşînên berê de bi sûcdariyên giran û bi helwesteke tûndraw li hemberî pirtûk û nivîskarê wê rawestiya bû, bi awayeke balkêş vê carê beraeta pirtûk û nivîskêr xwest. Lê ji ber ku heyeta dadgehê di gotinên xwe de diyar kir ku di pirtûkê de ‘nepixandin’ heye û hinek ‘derdor’an ev pirtûk bi Kevirbirî daye nivîsandin, xwesteka beraetê ji hêla Kevirbirî û parêzerê wî ve hate redkirin û wan xwest ku di danîşîna bê de daxwaza wan ew e ku parastina xwe bikin.

Li ser vê xwesteka parêzer û Kevirbirî, Serokê Dadgehê Şerafettin Ýste dadgeh bo 14ê Tebaxa 2003’yan taloq kir.

Piştî dadgehê, Salihê Kevirbirî daxuyani da çapemeniyê û wiha got: “Karapetê Xaço, îro 103 salî ye, li gundekî Erîvana Ermenistanê dijî. Ji gundekî Batmanê yê bi navê Bileyder e. Ligel ku 75 sal e terka cihê ku lê bûye û li Erîvanê dijî, ji zimanê xwe yê zikmakî ermenkî baştir bi kurdî dizane û ev 95 sal in ku bi deng û awaza xwe edebiyata bidevkî ya gelê kurd zindî dihêle. Ji ber van egeran du caran çûm Erîvanê cem wî. Ji gotûbêja ku min pê re kir, li gorî zanîna xwe yê edebî min pirtûkek amade kir. Wî bixwe gotiye ku ‘dê û bavê min li ber çavê min kuştine’, min jî li gorî pîvanên rojnamegeriyê ew nivîsandiye. Ez nabêjim Qirkirina Ermenan pêk hatiye, Karapêt bixwe dibêje. Ji bo min nivîsandina kesekî wiha girîng û pêwîst bû, heger ji min bihata minê peykerê wî camêrî çêkira, lê ev ji min hat, sûcdariyên heyî bi tu awayî qebûl nakim. Heger ji ber vê pirtûkê 10 sal jî ceza bixwim, ezê ji ya xwe neyêm xwarê. Heger ceza bidin, emê serî li Dadgeha Mafên Mirovan bidin..!”

Ji ber ku Kevirbirî endamê PEN’a Kurd e; piştî pirtûk hate qedexekirin, bi hewl û xebatên PEN’a Kurd û Serokê wê Dr. Zerdeşt Haco, PEN’a Navneteweyî nameyeke protestoyî ji Serokwezîrê wê demê Bulent Ecevit re şandibû û qedexebûn şermezar kiribû.

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: mehname@yahoo.com
Contact us: mehname@yahoo.com

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
Site hosted by Angelfire.com: Build your free website today!