Komîsyona Çand û Perwerdê, bi beşdarbûna nunerên sazî û dezgehên peywendîdar û bi hinek kesên pispor ve, di roja 29.05.2003 an de, li welatê Almanya li bajarê Kölnê, civîna xwe ya duyemîn ya firehkirî pêkanî.
Di civînê de, li gel endamên komîsyonê û hinek kesên pispor, nûnerên KON-KURD, Enstîtûta Kurdî ya Berlîn ê, Enstîtûta Kurdî ya Bruksel ê, YMK (Yekîtiya Mamostayên Kurd), YEK-MAL (Yekîtiya Malbatên Kurd), YHK (Yekîtiya Hunermendên Kurdistan), Navenda Çand û Hunera Kurdî, Komîta Sînema û Fîlmên Kurdî, berpirsyarên beşê çandî yên sê dezgehên ragehandinê yên Kurdî, tevayî 25 kes amadebûn.
Civîn sêrîde li ser kar û xebatên derbazbûyî û şêweyê kar û xebatan, peywendiyên sazî û dezgehan bi komîsyonê re, rawesta. Piştre rewşa îro ya xebatên çand û huner, ya perwerda Kurdî (Perwerda Zimanê Kurdî û Perwerda bi Zimanê Kurdî), bi berfirehî hate nîqaşkirin û ev xalên jêrîn weke biryar hatin standin.
1-Ji bo xebat bi pisporî û baştir bêne meşandin, komîsyonê, ji nav beşdaran, çar komîtên xebatê pêkanîn;
a) Komîta Perwerdê; ev komîte, bi awayekî pisporî li ser karûbarên perwerdê radiweste û ji bo avakirina Dezgehê Perwerda Kurdî, hewl dide û piştgiriya xebatên di vî warî de dike.
b) Komîta Ziman û Wêje (Edebiyat); ev komîte, li ser pirs û pirsgirêkên di vî warî de radiweste, ji bo pêşdebirina Ziman û Wêjeya Kurdî dixebite û ji bo avakirina Dezgehê Zmanê Kurdî, hewl dide û piştgiriya xebatên di vî warî de dike.
c) Komîta Çand û Huner; ev komîte, bi awayekî pisporî li ser karûbarên çandî û hunerî radiweste û ji bo pêşdebirina Çand û Hunera Kurdî, karên pêwîst dike.
d) Komîta Dîrokê; ev komîte, ji bo bi awayekî rast û durust Dîroka Kurdî derkeve holê, li gel pisporan dixebite û ji bo avakirina Dezgehê Dîroka Kurdî, hewl dide û piştgiriya xebatên di vî warî de dike.
e) Komîsyona Çand û Perwerdê, gorî Peymana KNK ê û Biryara Civîna Yekemîn, sê mehan carekî, civînên xwe yên asayî û berfireh (bi beşdarbûna nunerên sazî û dezgehan û kesên pispor) pêktîne, pêş civînê her çar komîte civînên xwe pêktînin û rapora xwe ya xebatê li gel pêşniyarên xwe, pêşkêşê serokatiya komîsyonê dikin.
f) Sazî û dezgehên çandî, hunerî, perwerdeyî û zanyarî yên girêdayî KNK ê, sê mehan carekî raporên xwe yên xebatê û pêşniyarên xwe, pêşkêşê komîtên peyendîdar dikin.
2-Komîsyon, di xebatên xwe de, bi hemû sazî û dezgehên çandî, hunerî û perwerdeyî yên kurdî, yên ku li welêtên, bi wan re têkiliyên pêwîst datîne û gorî imkanan bi wan re dixebite.
3-Bi minasebeta sedsaliya bûyîna Helbestvanê Kurd Cegerxwîn, Komîsyon bang li hemû sazî, dezgeh û rêxistinên Kurdî dike, ku di kar û xebatên xwe yên vê salê de, şairê nemir, bi bîr bînin û ji bo bîranîna wî çalakiyan pêkbînin.
4-Kampanya hînbûn, axaftin, xwendin, nivîsandin û perwerda Zimanê Kurdî, bi hemû imkanan bê berdewam kirin û di vî warî de beşdarbûn û piştgiriya sazî û dezgehên Kurdî bête misogerkirin.
5-Di nav salekî de Kongra Perwerda Kurdî bête lidarxistin.
6-Ji bo standartkirina Zimanê Kurdî, xebat bêne meşandin, di vê derbarê de, ji hebûnên Başûrê Kurdistan ê, sûd bêne wergirtin.
7-Bi awayeke akademîk û bi pîlaneke dem dirêj, li gor sinifan pirtûkên dersan bêne amade kirin.
8-Ji alî Yekîtiya Mamosteyên Kurd (YMK) ve, bê navber mamosta di kursên Zimanê Kurdî de bêne perwerde kirin û di sêrîde li Elmanya û li welatên din yên Ewropa, dersxane bêne vekirin.
9-Di warê huner de, ji bo standarteke Kurdî çêbe, ji posporan Desteya Hunera Kurdî bête pêkanîn.
10-Ji bo ji nû ve avakirina avahiya Navenda Çand û Hunera Kurdî ya li bajarê Köln ê, kampanyayeke alîkariya madî bête kirin.
11-Di nava salekî de Konferansa Mûzîka Kurdî bê lidarxistin.
12-Di nava salekî de konferanseke li ser Şanoya Kurdî bê çêkirin.
13-Ya yekemîn di nav sala 2004 an de, du salan carekî Festîvala Fîlmên Kurdî ya Navnetewî li bajarê Köln ê bête pêkanîn, bi vê ve girêdayî li hinek navendên Ewropa (weke Berlin, Frankfurt, Paris, Roma, Viyana, London, Amsterdam, Stekholm) jî, Festîvalên Fîlmên Kurdî bêne çêkirin.
14-Ji bo nasandina kar û xebatên komîsyonê û ji bo ev xebat di nava gel de bilavbibin û bêne pejirandin, di herêman de, bi gel re civîn û semîner, di dezgehên ragehandinê de bernamên nasindin û nîqaşan bêne çêkirin.
15-Ji bo xurtkirina diyalog û peywendîyan, heyetên hunermend û rewşenbîran bêne organîze kirin û bêne şandin ji bo Başûrê Kurdistan ê.