Serrûpel Hejmar 42, tîrmeh 2003

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Nûçe

Bernameya Şevbuhêrka Pirtûkên Kurdî
Ji civîna Komisyona çande û perwerdeyê encamname
Ji PENa Kurd name bo serokên kurdan
Kovara Nûbûn li şûna ya Dîcle derdikeve
"Karapetê Xaço" û Salihê Kevirbirî li dadgehê
Ev sal ya Cigerxwîn e


Kovara NÛBÛN li şûna Kovara Dîcle derdikeve

Sebah Etrûşî / Dihok
sabahatrushy@hotmail.com

Ji niha pêve Kovara NÛBÛN dê li şûna Kovara Dîcle li Dihokê bêt weşandin

Dîcle kovarek mehane ya siyasî - çandî - giştî ya ser bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve bû. Li nîsan 1998 yekem jimara wê derket û weşana wê berdewam bû ta sala 2001. Lê ew ji ber hindek sedeman hat rawestandin.

Niha dê li şûna wê Kovara NÛBÛN bikeve ber destê xwendevanan û dê bibe temamkera Kovara Dîcle lê naveroka wê dê bihêt guhortin.

Ebdal Nûrî, sernivîserê Nûbûnê, dibêje:

- NÛBÛNa niha li ber destê we, bi hejmar û niyeta xwe ve berdewamiya kovara Dîcleya berê ye. Lê bi ruxsar, xeml, raman û naveroka xwe ve, NÛBÛN bi hemû raman û bîr û rengên peyva "nûbûn" bi xwe ve hembêz dike.

NÛBÛN dê bizive bo bicîanîna çend armancan, mina: cihê kovar jê derdikeve ku bajarê Dihokê ye. Li ser fer û pûtê pê dike rola xwe bibîne di hevnaskirina zaravên kurdî daku ji ber jihevparçebûna Kurdistanê ji hev dûr nebin. Herweha xizmetkirina çand û kultura kurdî bike bi handan û nasandina wan bi tîpên latînî û ya ji hemiyan pitir ev kovar dixwaze xebatê jê re bike: bihêzkirina hest û hişyariya kurdatiyê ye ku her car fayl (dosya – MN) taybet li dor kultur û dê di kovarê de hebe.

NÛBÛN azadî ye û ji azadiyê re kar dike. Em li benda berhem û nivîsînên we ne çunke pişikdariya we dê NÛBÛNê nûtir û bixemiltir û biramantir bibe.

Hûn dişên bi rêya internetê û faksan babetan bo NÛBÛNê rewane bikin.

FAX-:004724135225
E-MAIL: nubun2003@yahoo.com

http://www.duhok.net/nubun (Vê gavê hê kar nake.)

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: mehname@yahoo.com
Contact us: mehname@yahoo.com

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
Site hosted by Angelfire.com: Build your free website today!