Duyem pirtûka çîroknivîs Yaqob Tilermenî derket ber xwendevanan. Di pirtûka bi navê "Bermeqlûb" de deh kurteçîrok hene. Pirtûk di nav Weşanên Mîr de gulana îsal li Stembolê derketiye.
Di destpêka pirtûkê de pêşgotinek nivîskar heye. Piştî wê "berhevkerê" çîrokan "Apê Çîrokbêj" e. Ew ji sê kesên biserkeftî ji pêşbaziyek xeyalî ya kurteçîrokan tîne cem hev û sê rojan ew çîrokên xwe pêşkêş dikin. Roja yekem Apê Çîrokbêj bi kurtegotinekê û çîrokekê dest bi vê "mihricana" çîrokan dike. Ew çîroka "Awêneyên Feridokî" pêşkêş dike. Heman rojê kesek bi navê Cegerxwîn kurtebasekê li ser dîroka hindî mirovatiyê dirêj ya çîrokan dike û van her sê çîrokan raberî me dike:
- Ji Evînê Têm
- Dinyaya Berdî Berdan
- Gora Şîrmêj
Roja duyem dora Cegernar e yê ew jî li gel kurtepêşgotinekê van çîrokan radixe ber çavên me:
- Çîroka Meznûnê Zimanê Kevirî
- Mukirhatin
- Kalê Gopal
Roja sêyem bo Cegerdar hatiye terxankirin. Ew jî pêşgotina xwe dike û van sê çîrokên fantasî dixe ber destê me:
- Bermeqlûb
- Govenda Qewmê Sersipî
- Keştiya Noah Nova ya Herî Dawiyê
Di hejmara bêt ya Mehnameyê de, em dê bikoşin bi hûrî van çîrokên delal binirxînin.
Pirtûk 92 rûpel e û dikare ji Stembolê ji vê navnîşanê bêt xwestin: