Serrûpel Hejmar 43, gelavêj 2003

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Weşan

Husein Muhammed: "Li Bin Dara Biyê" ya Roşan Lezgîn
Lokman Polat: Helbestên Müslüm Yücel
Dîwana Aram Dihokî "Bi avê jiyam û mirim" bû pirtûk
Pirtûkek nû ji Yaqob Tilermenî: Bermeqlûb


Helbestên Müslüm Yücel

AHUZÎN

Lokman Polat: lokmanpolat@hotmail.com

Hinek kes ji bo hinek nivîskarên kurd dibêjin; ”Bi tirkî difikire û bi kurdî dinivîse.” Ev îdîa çiqas rast e? Ez bi xwe nizanim. Ez pisporê vê karî nînim. Yên ku vê îdîayê pêşkêş dikin, bi kîjan metodê û bi çi şêweyê digîşin vê encamê? Ez vê jî nizanim. Di derbarê vê mijarê de hêj nivîseke îlmî, zanîstî yan jî nivîseke têr û tijî ku mirov bixwîne û pê îqna bibe, nehatiye weşandin.

Dibe ku ev îdîa wan rast be jî. Ez carna berhemên nivîskarên kokkurd yên ku bi tirkî dinivîsin, dixwînim. Ji bo ku ev îdîaya ku min li jor behs kir, di heşê min de ye, tê heşê min ku hinek nivîskarên kokkurd bi kurdî difikirin û bi tirkî dinivîsin. Dema ez hevokek wan –ku bi tirkî nivîsîne- werdigerînim kurdî, ez dibînim ku bêhna kurdî û kurdîtiyê jê tê. Yanî bêhna zimanê kurdî û hasten kurdîtiyê ji berhemên wan tê. Hevoka ku ew bi kurdî difikirin û bi tirkî dinivîsin, dema mirov werdigerîne kurdî, ew hevoka kurdî ji ya tirkî xweştir e. Heta carna mirov dibîne ku hevoka bi tirkî tam li cih negirtiye, li şûna xwe runeniştiye. Lê, ew hevok dema dibe kurdî, tam cihê xwe digre. Hinek hevokên ku di wan de bi tirkî “cumle duşuklugu, devrik cumle” dibêjin, dema dibin kurdî ew kêmbûna peyvan tune.

Min pirtûka nivîskar Muslum Yucel ya helbestan xwend. Navê pirtûkê ”Ahuzîn” e. Helbestên tê de hemû jî tirkî ne. Hinek helbestên wî bala min kişand. Min ji xwe re got ”Ev nivîskar bi kurdî fikiriye û bi tirkî nivîsiye.” Dema min hinek helbestên wî wergerand kurdî, jê tehma zimanê kurdî û hestên kurdayetiyê hat.

Muslum Yucel bi kurdî zanê yan na? Ez bi xwe, bi rewşa wî nizanim. Min wî qet nedîtiye û ez pê re neaxifîme. Bi qasê ku ez zanim, ew nivîskar û rojnamevan e. Wî di van demên dawîn de bi navê ”Sî” weşanxaneyek vekir û niha di gel nivîskarî/rojnamevanîyê, weşangerî jî dike.

Min ji berê ve tim nivîsên wî yên ku di kovar û rojnameyan de derketine, xwendiye. Wî demek di rojnameyên kurdan yên ku li Stenbolê derdiketin de xebata xwe ya rojnamevaniyê pêk dianî. Di sala 1993an de, min ji bo bîranîna reîsê şarezayiya –belediya- Agrî’yê şehîd Urfan Alpaslan pirtûkek amade kir û weşand. Di pirtûkê de gelek nivîsên U. Alpaslan (Serdar Ararat) û yên kul i ser jiyan û têkoşîna wî nivîsîbûn, min berhev kiribû û di pirtûkê de weşandibû. Pirtûk bi tirkî bû û navê pirtûkê ”Kürdistan’da Özgürlügün Şafagi” (*) bû.

Dema pirtûk derket, min yek ji rojnama ”Ozgur Gundem – Rojeva Azad- ” re şiyand. Ev rojname li Stenbolê derdiket. Di wê demê de, ji bo behsa pirtûkek ku di navî de ”Kurdistan” hebe, behskirin karê cesaretê bû. Muslum Yucel li ser pirtûkê nivîseke danasînê nivîsî û di rojnamê de weşand. Wî bi cesaret di nivîsa xwe de hem navê pirtûkê nivîsîbû, hem behsa naveroka pirtûkê kiribû û hem jî berga pirtûkê weşandibû.

Niha em bên ser pirtûka wî ya helbestan ”Ahuzîn”ê. Di vê pirtûkê de 16 helbest hene. Pirtûk sê beş e. Sernavê beşa yekem ”Rem” e. Beşa duyem ”Gol” e û beşa sêyem jî ”Ahuzîn” e.

Naveroka helbestên Muslum Yucel civakî, evînî û ramanî ne. Wî peyvên ku di helbestên xwe de bi kar aniye, peyvên hilbijartî, xweş û manedar in. Zimanê wî zimanekî helbestkî ye. Naveroka hemû helbestên wî yek ji yekê xweştir e.

Ew di helbestek xwe de weha dibêje :

” Niha bênav û bi tenê vedigerim
Ji şerê biheq derketim, ruhê min zindî ye.”

Ev malika li jor, ku min ji tirkî wergerand, ji min re kurdiya wê ji ya tirkî xweştir hat.

” Çîroka min bi derziyê di nav çav de hate nivîsîn
Ji bo ku mejiyê min av negre
Çamur kirin guhê min.” (**)

Di helbestên Muslum Yucel de, maneyên kûr hene. Wî di hinek helbestên xwe de sembolan bi kar aniye. Sembolên wî jî gelek manedarin. Herwekî;
” Stenbol jinek e
Di wêneyan de xweşik e
Sibehê li ber min şiyar dibe.”

Muslum Yucel di taswîra heyîyên xwezayî de jî sembol û gotinên manedar bi kar tîne û helbestên xwe bi wan dixemilîne.

” Dibêjin ku gol ji bahrê tirsiyane
Û xwe spartine çîyan…”

” Ez nizanibûm
çima leşker lîbasên wek rengên daran li xwe dikin.”

Helbestvan Muslum Yucel di taswîra mirin û mêrkûjan de jî gotinên manedar di nav helbestên xwe de rêz kiriye. Ew dibêje :

” Û mirinê li derî xist.”

Li Kurdistanê hêzên dagirker, leşker, polîs diçin li derîyê kurdên welatparêz dixin, wan digrin û dibin bi şkencê dikujin. Dagirker mirinê temsîl dikin. Dagirkerên mêrkûj di esasê xwe de mirîne, lê ew kurdên zindî dikûjin û binax dikin. Ji xwe re li vê hevokê binêrin, bê çi xweş li hev hatiye.

” Bila mirî zindîyan binax nekin.”

Helbestvan Muslum Yucel yên wek me ku di jiyana sirgûniyê de dijîn jî ji bîr nekiriye. Binêrin ew ji bo me kesên sirgûnkirî çi gotiye?

” Birayên min çûn welatên dûr
Niha di welatên dûr de, li biharê digerin.”

Belê, eynê wisan e. Em li welatên dûr, di jiyana sirgûniyê de li biharê, li bihara kurdan digerin.

Nivîskar Muslum Yucel bi eslê xwe kurdekî ji bajarê Riha –Urfa- yê ye. Urfa bajareke qedîm û pîroz e. Ew der cih û warê pêxember Îbrahîm Xelîl e.

” Dilê min miriyê sêwî
Dilê min bajarekî qedîm
Destpêka Sebîlê pey mirinê

Li wir, mirin hevalê tenêtiyê ye
Tunebûnê diwelidîne
Ji bo mirinê evîn, ji bo jiyanê kêr pêwîst e.”

Mirov dikare vê rêza paşîn weha jî şîrove bike; ji bo azadiya gel û rizgariya welatê xwe, heger mirov cane xwe bike feda û ji mirinê re amade be, dive mirov bi evînî ji gel û welatê xwe hez bike û bi şêweyeke evînî bi doza netewa xwe ve girêdayî be. Lewra jî, ji bo mirinê evîneke rasteqîn û vîneke bi qûdret pêwîst e. Ji bo jiyanê jî “kêr” temsîla berxwedanê û têkoşînê ye.

“ Her evîndar Îbrahîm e.”

Yanî bi doza xwe ve girêdayî ye, bi evînî ji gel û welatê xwe hez dike. Li dij dagirkeriyê, zilm û zorê serî hildide.

“ Pirtûk agir e
Jin av e
Her rêwî ji xwe re riyek dibîne û dimeşe.”

Nivîskar Muslum Yucel bi peyv, hevok û ramanên felsefî helbestên xwe li hev hunandiye û helbestên xwe bi gotinên manedar xemilandiye. Wî ji xwe re riyeke baş, riyeke rast dîtiye û tê de dimeşe. Meşa wî ji bo azadiya gel e, rêveçûna wî ji bo xizmeta pêkanîna hêvîyê ye.

Ez hêvîdarim ku rojek hemû helbestên wî bi kurdî bêne wergerandin û bikevin destê xwendevanên kurd.

_________________________________

* Li Kurdistanê Elinda Azadiyê – MN
** Çamur: Herrî – MN

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: mehname@yahoo.com
Contact us: mehname@yahoo.com

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
Site hosted by Angelfire.com: Build your free website today!