Serrûpel Hejmar 43, gilavêj 2003

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Pexşan

Sedat Yurtdaş: Revok
Charles Baudelaire: Pirç nîv dinya
Polat Can: Bimeş, bimeş... ranewest
Husein Muhammed: Di çend deqeyan de
Lokman Polat: Evîn jiyan e
Jiyanname: Evîn û dildarî


J I Y A N N A M E - 3 -

Evîn û dildarî

Rê bidin evînê.
Caludius Claudianus

Yê dilê wî ji evînê dijî, namire. Tişta ebedî li Pirtûka Mezin ya dinyayê hatiye nexşandin.
Hafizê Şîrazî

Ji evînê laleyê rengê xwe girt. Evînê nearamî xist giyanên me. Eger te bikariya dilê dinyayê vekî, xwîna evînê dê bi ser te de bixulxuliya.
Muhemmed Iqbal

Em hemû hest bi hêza dildariyê dikin: mirov, heywanên dirrinde, hemû cûn lawirên di deryayê de dijîn, ref û celeb, firrindeyên bi perr û baskên xweşreng.
Publius Vergilius Maro

Hindî bikarî hez bikî, hez bike.
Ferdinand Freiligrath

Evîn dikare her tiştî.
Publius Vergilius Maro

Yê hez dike, ditirse
pendek îtalî

Evîn herdem miştî tirsek bêaramî ye.
Publius Ovidius Naso

Evîn birrek ji bêntengiyê ye.
Ovidius Heroides

Jiyan tijî tirsonekiyê ye.
Geoffrey Chaucer

Yên evîndar jî ji ber wê sedemê distrin ya ku zarok jî ji ber wê difîtin dema di tarîtiyê de dimeşin.
August Strindberg

Tu dê fêr bibî ka evîn çi ye, ka çawan ew ji azarê dest pê dike, wek xem didome û bi mirinê bi dawî tê. Zewqek tijî kovandarî, şadiya bi xemgîniyê dagirtî; biheşt û doje, Yezdan û Şeytan.
John Lyly

Evîn tijî agir e û dîsan jî li ber sirrbûnê ye; evîn bi ser dikeve lê lêçûn jê zêdetir dibin; evîn nesax dibe lê qet namire; evîn rastî ye lê hertim amadeyî derewê ye.
Thomas Middleton

Dûkêl e evîn, wek mija axînan hildikeve. Dema zelal dibe, çav dibiriqin; dema şêlî dibe, tavilê deryayek rondikan peyda dike.
William Shakespeare

Evîn dijmin e, agir e, biheşt e, dojeh e ku tê de zewq, jan û poşmaniya kovandar pêlan didin.
Richard Barnfield

Evîn çend mezintir be, hind jandartir e.
John Florio

Eger evîn kul û kovan e, çawan jana wê wa nerm e? Û çima di wê nermiya xwe de dilê wê wa zalim e? Û çima em bêriya wê zilmê dikin?
nenas

Ji siberojê hez bikin eger hûn hest bi evînê dikin; ji siberojê hez bikin eger hûn ti jê nizanin jî.
nenas

Evîn û kîn ne kor in lê bi agirê ew hildigirin hatine teyisandin.
Friedrich Nietzsche

Bihîstyarî pirrî caran şênbûna evînê wa dilezîne ku reh û rîşên wê qels û lawaz dimînin û lew dikarin bi asanî bên hilkişandin.
Friedrich Nietzsche

Ka çawan gur ji mihan hez dike, wisan dildar jî ji dilbera xwe hez dike.
Platon

Ji bilî xewn û evînê ti rastî nînin.
Anna de Noailles

Evîna bêyî agir û tîrên vejenok êdî ne ti evîn e.
Michel de Montaigne

Evîn tenê daxwazek bêheq e hemberî wê ya ji me direve.
Montaigne

Evîn nikare, wek agir jî, hil û geş bimîne bêyî lebt û liva berdewam. Ew dê zû qut bibe eger dev ji hêvîkirin û tirsînê berbide.
François de La Rochefoucauld

Evîn ti carî bi mirina siriştî namire. Eger dimire çiku em nizanin çawan ava teze bînin kaniya wê, ew bi koretiyê, şaşîtiyê, xiyanetê dimire. Ew bi nesaxiyê, birînan û westînê dimire. Ew nesax dibe û pûç dibe lê ew bi mirina siriştî namire. Em hemû dikarin ji ber qetilkirina evîna xwe bên darizandin û cezakirin.
Anaïs Nin

Di evînê de tenê destpêk hene.
Germaine de Staël

Evînê wêrekî divê.
nenas

Evîn tinaziyan bi şermokiyê dike û bisteyî (wêrekî) divê.
Thomas Fuller

Yê xwe noqî evînê dike, ji yê xwe ji zinar diavêje, pirrtir poşman dibe.
Titus Maccius Plautus

Evîn - dilê nazik wê tavilê nas dike.
Dante Alighieri

Bi awirekê tenê agir di dilê wî de gurr bû.
Geoffrey Chaucer

Ti car berê wa evîn nekiribû lê bi awira pêş bûn dildar.
George Chapman

Bi dîtina pêşîn awir veguhastin.
William Shakespeare

Min dît û tavilê jê hez kir.
Edward Gibbon

Dîtinê viya, viyanê jê hez kir.
Sir Walter Scott

Ma evînek dî heye ji bilî evîna bi awira pêşîn.
Christopher Marlowe

Jixwe evîn agirê ruhanî ye.
Emanuel Swedenborg

Nîne hêz ji evînê xurttir.
Menandros

Ji evîna rastîn xurttir hêz nîne li ti derê.
Lucius Annaeus Seneca

Ti tişt wek evînê zû şên û nû nabe.
Seneca

Daxwaz û viyan giyanê dibaskînin kirinên mezin.
Johann Wolfgang von Goethe

Tişta nediyar evîn diyar dibe û ya diyar nediyar dike.
Ludovico Ariosto

Saxistan heye û mirîstan heye û di navbera wan de pirek heye, evîn. Ew tekane rêya saxmanê ye, tekane watedêr.
Thornton Wilder

Evîn pirskerek mezin e.
D. H. Lawrence

Tenê ji wê hez dikî, ya ne bi temamî xwediyê wê yî.
Marcel Proust

Tenê ya em bêriya wê dikin ya me ye. Ew ya em xwediyê wê ne, me êdî ji dest daye.
Adolf von Hornack

Belê ez hez dikim, hez dikim ji wê axê ya tu yî, tu ya stêra bê stêrek din li vê deşta gerrestêran. Gerdûn î tu, tu wê didî hevçerxandin û dorgerrandin.
Pablo Neruda

Evîna bêçare jî şans e.
Honoré de Balzac

Melankolî zewqek e ku xemgînî tîne.
Victor Hugo

Di evînê de her tişt xemgînî ye lê di xemgîniyê her tişta tu bêriya wê dikî heye.
Ramon de Campoamor

Xwezî min tam jî nekiriba vî tirî madem ev evîn wiha ji dest diçe.
Giambattista Guarini

Evîn firrindeyê Fenîks e û nikarî bixî xefik û davan.
Eraghi de Hamadan

Hezkirin ne evîn e. Mirov dikare hez bike û dîsan bikîn û binefret jî be.
Fyodor Dostoyevskî

Jiyana bê evîn nîşaneya şêtiyê ye.
John Lyly

Bi rastî najî eger bê evîn bijî.
Molière (Jean Baptiste Poquelin)

Çi dibêjî bibêje lê baştir e tu werî xapandin û bitenêhiştin ji ku evînê neceribînî.
William Congreve

Baştir e evîna te şaş bibe ji ku ti carî evîna xwe pêşkêşî kesî nekî.
George Crabbe

Bêguman evîna hişmendane ya herî baş e lê evîna bêterz jî ji bêevîniyê baştir e.
William Makepeace Thackeray

Çi li min bibe jî, ez dê her wiha bawer bikim, di nav kûrtirîn xemên xwe de jî wa hest dikim: baştir e ku min evîn kir û ew ji dest da ji wê ku bêevîn mabam.
Alfred Tennyson

Kî dixwaze, bila baş evînê bike, kî bikare bila aqilane bike lê hemû evînê bikin û xwe radestî wê bikin.
Joaquin Miller (Cincinnatus H. Miller)

Evîn tûjtirîn nîşaneya jînxwaziyê ye.
Thomas Wolfe

Êşa evînê tenê hingê dê te bikuje dema te jînhêz nemabe.
Margareta Navarra

Hez bike daku bijî ne tenê bijî daku hez bikî.
George Pettie

Ez jîme û min evîn kiriye.
Friedrich von Schiller

Li ciyê nikarî evînê bikî di ber re derbas bibe.
Eleonora Duse

Herdem mirov nikare evîndar be; dikare tenê bisoz be.
Guy de Maupassant

Bi salan re evîn mezin dibe di heman demê de ku nîşaneyên wê yên derveyî kêm dibin.
Johann Paul Richter (Jean Paul)

Hiş nikare dirêj rola dil bilîze.
François de La Rochefoucauld

Evîndar li cem hev bêzar nabin çiku ew her basa xwe dikin.
La Rochefoucauld

Ji nefretê jî xirabtir evîna qaşokî ye.
Gaius Plinius C. Secundus

Di evînê de ew dibe serkêş yê kêmtir dildar e.
César Adolphe D'Houdetot

Em serdarên wan in yên ji me hez dikin, ji ber kêmasiyên wan.
Mme de Staël

Ew evîna bikare bêt pîvan, hejarok e.
William Shakespeare

Pîvana evînê ew e ku bêpîvan bêt hezkirin.
Aurelius Augustinus

Eger rêzgirî nebe, evîn dixetime.
Benjamin Disraeli

Evîn mîna şerefê ye ku eger carekê hat jidestdan êdî qet nayê vegerandin.
Aphra Behn

Evîn bênfire ye, evîn dilnerm e. Evîn ne hesûd e, ne qurre ye, ne pozbilind e, ne li berjewendiya xwe digere, ne neheqiya lê hatiye kirin bi bîr tîne lê kêfxweşiyê dike dema rastî bi ser dikeve. Evîn xwe li ber her tiştî radigire, di her tiştî de bibawer e, hêvîdar e. Evîn qet wenda nabe.
Mizgîn (Incîl)

Bi pitpita gilî û gazinan evîn dimire.
Marlene Dietrich

Trajediya evînê bi navê xwe ne mirin e, ne jî cudabûn - lê sersarî.
W. Somerset Maugham

Evîn xweperestiya duqolî ye.
Stanislas de Boufflers

Evîn çi ye? Pêdiviya revîna ji xwe.
Charles Baudelaire

Mêr pêşî ji evîna xwe û paşî ji jinê hez dike. Jin pêşî ji mêr hez dike û taliyê ji evînê.
Rémy de Gourmont

Eger evîn şaşîtî be, bila rastî bidojihe.
Elsa Gress

Ma çi dikare evînê bisinorîne?
Publius Vergilius Maro

Ma tiştek heye ku evîn nikare xwe bigîniyê.
Marcus Valerius Martialis

Tê gotin ku evîn tixûban nanase lê jixwe tixûb in yên balkêş.
Jean-Luc Godard

Hezkirin ne ew e ku li çavên hev bêt fekirin; ew fekirina berev heman alî ve ye.
Antoine de Saint-Exupéry

Dema du kes li quncikekê li hev radipêçin û dihêlin jiyana di ber wan re bi xwişîn bibore - ew ne evîn e.
Märta Tikkanen

Evîn ti regez û qedexe û fermanan nanase; ew dixwaze, wek tekane pêşbaz, bi tenê û bi azadî li hemberî gerdûnê bilîze.
Vladimîr Mayakovskî

Evîn ne gula baxçe ye lê kûvî û azad e.
Ippolino Nievo

Fêrkirina evînê pê nevêt.
Sir Walter Raleigh

Kêmok e evîna wî yê bikare bi peyvan basa evîna xwe bike.
Franceso Petrarca

Li vê dinyayê evîn du dike ramanek hevpar. Eger ramanên evîndaran hev negirin, encam yeketiya bedenên mirî ne.
Bhartrihari

Di evînê de digihin hev xeyalên du mirovan, leşê du mirovan.
Sébastien-Roch Nicolas Chamfort

Ger li ser evînê biaxivî, hêdî biaxive.
William Shakepeare

Mezintirîn evîn bê axiftin e.
George Pettie

Evîna rastîn bêziman e.
John Lyly

Evîna rast li wî cihî ye yê peyvên evînî di bêdengiyê de difetisin.
Sir Philip Sidney

Bêwec e ji cihê pirr basa evînê têt kirin li wê digerî.
Edmund Spenser

Berhevkirin û wergerandin: Husein Muhammed: mehname@yahoo.com

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: mehname@yahoo.com
Contact us: mehname@yahoo.com

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
Site hosted by Angelfire.com: Build your free website today!