Bihêle dirêj, dirêj bên bikim bêna pirça te, rûyê xwe danoqînim nav, wek mirovê tînî serê xwe dike nav kaniyê, û wê bi destê xwe bilivînim, mîna desmalek bênxweş, da bîranînan verevînim hewa.
Xwezî te bizaniya ka çi hemû tiştî dibînim! ka çi hemûyê hest dikim! ka çi hemûyê di nav pirça te de dibîzim! Canê min li nav bêna xweş digere wek çawan canê yên dî di muzîkê de.
Di nav pirça te de tevavek xewnan hene, tijî baberik û karîteyên keştiyan; di nav de deryayên mezin hene ku bayên wan yên pasat min berev seqayên dilhebîn dibin, dibin devera esman lê şîntir û kûrtir, navçeya bêna fêkî, pelan û leşê mirovan ji hewa tê.
Di deryaya pirça te de keştîgehek dixwiye ya mişt e ji stranên xemgîn, ji giregirên hemû neteweyan û ji keştiyên ji hemû dirûvan yên wek avaniyên delal û pirrcore diteyisin li hember esmanê bêsinor, warê germiya herherî.
Di destdana li pirça te hest dikim bi heman rûzerbûnê mîna li odeka keştiyek bedew, li ser dîwanê, li gel borîna demên dirêj, dema hatin û çûna deryayê li keştîgehê bêyî bêt dîtin dihejiya, li nav zembîlên gulan û şepîna ava hînikker.
Li agirgeha geş ya pirça te bên dikim bêna cigareyê ya afyon û şekir têkil; di şeva pirça te de dibînim şîniya esmanê tropîk bêdawî tîrojan dide; li dûlikên bipûrt yên pirça te sermest dibim ji bênên zeytên gûza hindê, miskê û qetranê.