Bûn û hebûna jiyana me mirovan li va dinyayê zelaltir di zimanê kurdî de dihête têghêjtin, şîrovekirin – bo nimûne navên sê qarrên (kêşwerên) cîhana kevin:
1- Afrîka (Afrîqa, Afrîga, Afrîqiya, Afriqîyaw, Afrîkan, …) bi zimanê me yê kurdî dihête wateyê cihê afirîna me, cihgayê çêbûnê: AFRÎ(N) + KA/GA/QA . Hemû pêzanînên nûjen va yekê piştrastdikin û dibêjin, jiyan, bi teybet jiyana mirovan (însanan: ayin-sanan) li Afrîqayê, li Kînyayê (kaniya, kahniya, kînayê, jêderka jiyanê) destpêkiriye.
2- Asiya (Asîya, Asîha, Asiyaw, Asiyan, Asiyana, Asîn, …) bi zimanê me dihête wateyê çolên nenas, asê, deştên fereh, rojhilat, aliyên asê, asoyê (ro, xur, taf) jê de hildide. Bayê asî ne xerpî (hûnik) e; jînwarekî asî yanê ne kedî ye. Navê Asiya, Aysa, Asîna, Sîna (bo keçan) li ba kurdan ji li ba gelên din pirrtir û balkêştir e.
3- Europa (Ewrûpa, Ewirûba, Ewirûpa, Hewruba, ’Ewrupa, Ewrepan, …) bi zimanê dihête wateyê ewir û ba, pa, yanê cihên bi ewir û ba, bahoz, pahîz. Payên ewiran li Europayê kevin her tim dighêşte erdê. Berf û qermîta li Europayê berî naka bi çend hezar sal diheliya û jê de gelek ewir û ba derdikeftin. Peyvên Europa û Arab (araba, araban, arba: Ar+Av) û Xarpî (xarbî, xiwarpî, xerbî, xeripî, xerpî: nerm, Rojava) ji yek jêderka kurdî ne.
Tu çih dibêje, bi kurdî çih dibîre?
ABDALLAH OSMAN, Berlin di 31.05.2003 de
osmanabdll@aol.com