Kurdīzanź navdar yź emerīkī Michael L. Chyet mezintirīn ferhenga kurdī (kurmancī) da ēapź ū ew ferheng niha ji yek ji herdu zanīngehźn herī navdar yźn emerīkī, ji Weşanźn Zanīngeha Yale, derket ber destź xwendevanan.
Ferheng bi serekī kurdī-īngilīzī ye lź herwiha pişkek kurt ya īngilīzī-kurdī jī tź de cī digire. Ferheng li gor rastnivīsiya kurmanciya nūjen e ū bi alfabeya latīnī ya īroyīn hatiye amadekirin lź herwiha her peyvek sereke ya kurdī bi alfabeya kurdī-erebī jī hatiye danīn.
Ferheng 850 rūpel e, bi kalīteyek berz hatiye ēapkirin ū berfiretirīn ferhenga heyī ya kurdī ye.
Bi alīkariya Dr. Michael Schwartz, ji Zanīngeha California, herwiha etīmolojiya gelek peyvan jī hatiye dan.
Ferheng berfire ye ū ji peyvan re hemū wateyźn wan, awayźn wan yźn cuda, hevokźn nimūne, hevwate, tewandina wan ū etīmolojiya wan dide.
Michael L. Chyet navdar e bi zanīna xwe ya li ser zaravayźn serekī yźn kurdī. Ew rźzkerź materyalźn zimanźn Rojhilata Navīn e li Pirtūkxaneya Kongresa Emerīkayź. Berź ew berpirsź beşa zimanź kurdī ya Radyoya Dengź Emerīkayź (VOA) bū. Wī herwa profesoriya zimanź kurdī li Zanīngeha Parīsź ū Enstītuya Kurdī ya Washingtonź kiriye.
Zanyarź kurd, Emīr Hesenpor, profesorź alīkar li Pişka Şaristaniyźn Rojhilata Navīn ū Nźzīk li Zanīngeha Torontoyź, li ser vź ferhengź wiha dibźje:
"Ev ne ferhengek asayī ye. Ev der-asayī ye. Ew yekem ū tekane berhevoka hemūgir ya du sedsalźn zanyariya Rojavayī ū Rojhilatī ye li ser zaravaya kurmancī ya kurdī ku pirraniya kurdan pź dipeyivin ū yek ji zorlźkirītirīn zimanźn dinyayź ye."