Navenda Belavkirina çand, Wêje & Zimanê Kurdî Kitêbxaneya Kurdî – SARA di sala 1987ê de damezirî.
Armanca yekemîn a Kitêbxaneya Kurdî - SARA'yê, armanca belavkirin û bi nasîndayina wêje û ferhenga kûr a kurdî ye. Li ser vê riya berfireh û mazin, SARA'ya" biçûk" ta neha karên watedar û mazin bi rêxistine.
Kitêbxaneya Kurdî - SARA'yê di nav van panzdeh salên xwe yên çalakiyê de, ji bo belavkirin û parastina ferhenga vî milletê hêja û mazin, bi civandina ser hev ya ji deh hezaran bêhtir pirtûk, govar, rojname û materiyalên têvel ên kurdî li nav çar navendên girîng ên wêjeyî ya cîhanî, bêguman karekî bêhempa cî bi cî kiriye.
Kitêbxaneya Kurdî - SARA'yê di hewildanên bi nasîndayina ferhenga kûr û watedar a milletê kurd di nav milletên cîhanê de, karên payeberz daye pêş xwe.
Hewildanên Kitêbxaneya Kurdî - SARA'yê, yên ji karên bi nasîndayina kevintirîn ferhenga aşpêjî ya cîhanê - metbexa kurdî li nav rûpelên Govara Payeberz a Zaniyariyê ya swêdî ya bi navê Tidskriften C û mezintirîn û lukstirîn Govara Ferhenga Xwarinê ya swêdî, ya bi navê ALLT OM MAT: bixwîne û rêz û girîngiya kevinbûn û mazinbûna ferhenga xwe ya kurdî careke din di vir de bibîne!
Vê nivîsê bixwîne da ku bizanî, şaristanî bi destê jinên vî welatî hat zayin, nan li vî welatî cara yekem hat lêdan (Agrar Revolution), ajel û sewal li ser vî xakî hatin kedîkirin, mast li vî welatî cara yekem heyvan bû (Pastoral Revolution).
Bi kurtî: Kurdistan buhuşta serzemîn bû... (*)
Kurdistan - Bingeha avabûna çand û şaristaniya Mezopotamiya'yê ye:
1 - Darvin, Charles/ The Origin of Species, 1859. (çavkaniya derbareyê kedîkirina ajel û sewalan - hesp )
2 - Wigram, Edgar T. A./ The Cradle of Mankind - Life in Eastern Kurdistan, London 1914. (çavkaniya derbareyê avabûna mal, gund û bajarên yekemîn li cîhanê)
3 - Child, Gordon/ What Happened in History, 1942. (çavkaniya derbareyê dîroka çandinê bi destê mirovên (jinên) Kurdistana dîrokî: Şoreşa Çandinê - agrar revolution)
4 - Braidwood, Robert J. / American Anthropological Association, University of Chicago, The Jarmo Projekt 1948. (çavkaniya derbareyê çandina genimî û kedîkirina ajel û sewalan)
5 - Nickles, Harry G/ Middle Eastern Cooking, 1969. (chavkaniya derbareyê çandina genimî û kedîkirina ajel û sewalan)
6 - SCIENCE, Site of Einkorn Wheat Domestication Identified by DNA Fingerprinting, 1312-1314, 14-11-1997. (çavkanî, spartek û belgenameya zanistî derbareyê reh û koka genimê cîhanê ji Çiyayê Qerec -Amîda- têt)
7 - Hin teorî û belgeyên zanistî îddîa dikin ku Kurdistana dîrokî şûn û warê heyvankirina şîrî bûye: Şoreşa Heyvankirinê (pastoral revolution), anku durustkirina mast û penîr. Bi vê şoreşê, şaristanî li ser ruyê erdê belav bûye.
SARA - Navenda Belavkirina Çand, Wêje û Zimanê Kurdî